Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da’eş le ‘Amûdê (1)
Hevpeyvîn legel Dr. Sîvan Se’îd profêsorî hawkar le zankoy Şanşî Normal le Çîn sebaret be forûmî nêwneteweyî sebaret be Da’eş ke le nêwan rojanî 6-8-î Jûyiyey 2019 le şarî ‘Amûdê le Rojaway Kurdistan berêwe çûwe. Em bernameyey Rawêj êwarey Yekşeme 11-î Ûtî 2019 be şêweyekî rastewxo le têlêvîzyonî Stêrkewe bilaw kirawetewe.
Hesen Qazî: Bîneranî xoşewîst bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî em careman da mîwandarî dekeyn le berêz Dr. Sîvan Se’îd ke yekêk lew kesane bûwe ke be here çirî lem bernameye da beşdarî kirdûwe. Berêzyan le salî 2016we hetakû êsta ewe debête bernamey hewtem ke beşdarî deka le Rawêj da û ewey sernicrakêş bê eweye ke her saley le dû bername da beşdarî kirdûwe û hîçyek le babetekanîş dûpate nebûwetewe yanî her carey ke berêzyan lem bernameye da beşdarî kirdûwe tuwanîwyetî zanyarî tazeman le ber dest binê. Berêzyan le zankoy Şanşî Normal le şarî Siyan le wilatî Çîn mamostaye ke le mangî sêptamberî 2017 lew bareyewe lem bernameye da qiseman kird. Mamosta Sîvan be şêweyekî çalakane le zorbey konfiransekanî cîhanî, nawneteweyî ke sebaret be dozî Kurd pêk bê le çuwar qurney cîhan da ta ew cêgay boy helkewê beşdarî deka tenanet le wilatêkî dûrî wekû Çîn ra. Berêzyan le mangî rabridû le mangî Temûz le nêwan 6-8 î Temûz ( Jûyiye) le şarî ‘Amûdê le Rojaway Kurdistan le konfirasêk da beşdarî kird ew konfiranse nawî ” Forûmî Nêwneteweyî bû sebaret be Da’eş “, rehendekanî û alingarîyekan û her weha ew sitratêjîyaney ke bo rûberû bûnewey pêwîste. Ême lem bernameye da legel berêzyan hewil dedeyn be çirî basî ew konfiranse bikeyn, ew kom civîne bikeyn çunke girîngî lewe daye duway ewey Da’eş le barî fîzîkî û le barî ‘eskerîyewe têk çûwe jimareyekî zor hem le çetekanî Da’eş û hem le jin û mindal le ber dest Hêzî Dêmokratîkî Sûriya dan û dew pêwendîye da zanînî şêwey pêweçaran bewanewe zor girînge. Berêzyan ke yekêk bûwe le çalakanî em konfiranse basî çawedêrîyekanî deka sebaret bew pirse girînge. Zor zor bexêr bêy. Nazanim ta çend legel ew pêş deramede bûy eger şitêk heye lêy ziyad bikey fermû!
Dr. Sîvan Se’îd: Zor sipas mamostay hêja, hemû wextêk keyf xoşim ke dême Biruksêl û le bernamey hêjayekî wekû berêztan da beşdar debim. Rêz û silaw bo bîneran. Ew konfiranse ke rastî mangî pêşû le Rojawa kira taybetmendîyekî zor girîngî heye ewîş eweye yekem konfiransî nêwneteweyî ye le ser xakêk ke têyda Da’eşi şikistî hênawe, lanî kem le rûy fîzîkîyewe, êsta lewê kotayî nehatûwe be piroseke belkû qise kirdine le ser çareserkirdinî ew malwêranîyaney ke lewê Da’eş durustî kirdûwe, dewletî be naw îslamî lewêda kirdûyetî. Leber ewey ke komelêk karî tirî zor heye ke pêwîste hem ew hêzaney ke lewêda deselatdarin, Hêzî Sûryay Dêmokratîk û Rojawa û îdarey xoser legel komelgey naw dewletî da wezîfey gewreyan le ser şane bo ewey lemew duwa çi bikrê. Leber ewe em konfiranse zor pêwîst bû û girîngtir ewe bû ke konfiranseke serkewtinî be dest hêna!
Qazî: Zor başe, êsta pile be pile le ser konfiranseke qise bikeyn. Wa bizanim ew konfiranse le layen nawendêkî lêkolînewey Rojawa saz dirabû, nêwekey awaye. Dekrê le pêşda hêndêk agadarî bidey le ser ew nawende. Ew nawende çîye?
Sîvan Se’îd: Ew nawende, nawendêkî serbexo ye, Sêntirî Lêkolînewey Sitratêcî Rojaway pê dewitrê. Sêntirêke ke qise deka le ser babete girîngekanî lemer Rojhelatî Nawerast hemûy, belam le Rojawaye û le Qamişlo ye binkey serekîyekey û nawendêke ke akadêmîsyen û siyasîyekanîş têyda detuwanin beşdar bin, etuwanim nawî binêm corêk le
” Think Tank” e be me’na xerbîyekey ke lêre le Urûpa û le Emrîka Think Tank heye, malî bîr kirdnewe heye hem detuwanin şirove biken û nesîhetî ew kesane biken ke lewê wilat berêwe eben û hem rexne bigrin yanî karêkî girîng heye ke yekêke le çend sêntirêkî kem ke êsta lewê heye, Sêntirî Lêkolînewey Sitratêcî Rojawa yekêke lew sêntire başane ke xoşbextane êsta emin endamî ew sêntireşim.
Qazî: Ew sêntire serbexo ye le deselatî siyasî, lew deselatî xoserî ke lewê heye, pêwendîyekanî çone?
Sîvan Se’îd: Pêwendîyekî pozîtîv heye le ber ewey ew deselate keyf xoşe lewey ke sêntirêkî awa heye ke xerîkî karî lêkolînewe û nûsîn û berhemhênanî fikrî ye û leweşewe sêntireke xemêkî heye ke ew wilate debê binyat binrêtewe le duway ew hemû wêranîye, leber ewe her dûkyan zor baş le yek têgeyiştûn belam le lihazî organîzeşnewe belê etuwanim bilêm sêntirêkî serbexo ye û lewê xerîkî karêkî ne siyasî ye belkû karêkî fikrî û karêkî akadêmî.
Qazî: Le nasandinî nawî, ‘înwanî konfiranseke da basî eweman kird ke terkîzî sereke le ser meseley Da’eş bûwe, pêş ewey bigeyne ewey ke kê beşdar bû û ew babetaney pêşkêş kiran çi bûn, ew konfiranse, ew kom cvîne amancî serekî çi bû pêy biga?
Sîvan Se’îd: Girîngtirîn amanc nasandinî ew rewşe bû be xelik, ke çî qewmawe le wêda le hewt tewer da qise kirdin le ser Da’eş û ew malwêranyaney ke lanî kem le salî 2014ewe qewmawe gerçî pêşîney dirêjtirî heye. Quse kirdin leser tundrewî û fundêmênalîzm le şerqî ewset da be taybetî le Sûriya û le Iraq da. Ewe yekêk bû le hedefekan û hedefêk lew gewretir eweye ke ew kesaney ke bûnete sebebî ew hemû malwêranî, tirs û toqandin û kuşt û kuştare bihênrêne pay ‘edalet, bihênrêne ber mehkeme. Yekêk le dawakarîye gewrekanî konfirans le duwayîda, û zorbey panêlekan le ser ewe bû ke pêwîste mehkemeyekî ‘adilî nêwdewletî yan lanî kem mu’teref bê be nêwdewletî le ser xakî weten bikrê, lew şwêne da ke Da’eş lêy şikistî hênawe lanî kem fîzîkî, lewêda mehkemeyek dabindirê lanî kem bo ew xelkey ke raste rast beşdar bûn lew facî’eye da ke êsta teqrîben nizîkî hefta hezar kesêk, dezanim berêzt duwatir ew pirsyarem lê dekey le ser ewane. Qiseke eweye ewe yekêk bû le hedefe gewrekan, hedefî lewe bewlatireweş qise kirdin le ser ewe bû ke sebebî ew tund u tîjîye çîye lewêda û le ser hewt buwarî cîdî, esasî qisey lê kira ke yekêkyan ke girîngtirînyane ke aydolojî ye û le exîrîşyanda meseley qanûnî ye ke ême çon be şêweyekî qanûnî ke hem qanûnî wilat ke êsta qanûnêkî dêmokratîkî baş xerêke denûsrêtewe, û destûr lewê xerîke denûsrêtewe ke pêy degutrê Rojawa û Bakûrî Sûriya hem qanûnêkî nêwdewletî mirovxwaz ke nebête mayey ewey ke ew heleyane û ew kuşt û kuştarey kirawe lewê le beranber xelik da hêzêkî deselatdar beranber ewan neykatewe belkû ‘edaletêk berkemal bibêt. Qise kirdin le ser ewe be çirupirî le sê roj da mayey desxoşîyekî gewre bû be rastî.
Qazî: Emin bernameyekim dî ke çawpêkewtinêk bû le têlêvîzyonî Rûnahî da legel berêzit û legel berêz Salih Nîkbext ke mafnasêkî Kurde ke wabzanim le Rojhelatî Kurdistanewe beşdarî kird bû lew konfiranse da ke ew layenî huqûqî meselekey bas kird. Duwaye ziyatir dêyne ser ew layene belam pêm xoş bû eger dekrê be giştî beşdaran binasênî, nek yek be yek begşitî, lew buwaraney da ke basit kird û her kesey qisey kirdûwe, hêndêkyan eger binasênî.
Dirêjey heye…