Çarşem, 8 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li Çiyayê Gulanê: Xeta înternetê qut bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê 77’emîn Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê hiqûqa Amed, Mahabad, Hewlêr û Kobanê bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî serdegirtina malan: 21 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Serkonsolosxaneya Îsraîlê şer qewimî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwar Avdanan: Me çek ji DYE’yê negirt, armanca me parastina civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê ji ber Çarşema Serê Nîsanê malbatên şehîdan berê xwe dan şehîdgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşmergeyek din jî ku di êrîşên Îranê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê sembola azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dilxwaziya serketinê ya şehîdan rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heybet Helbûsî: Hilbijartina serokomar bi tu awayî nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Newroza 2025’an Azadîya Rêber Apo diqîre!
Gotar

Newroza 2025’an Azadîya Rêber Apo diqîre!

Kurdistan LEZGIYEVA
Kurdistan LEZGIYEVA Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Em di demên weha re derbas bûn kû her yek ji wan wek efsaneyan werin vegotin. Em vegeriyan xwe, li rewşa xwe ya herî pak, bi rastiyek ku mirovatiyê vedigerîne civakê. Dema pêwîst bû me li ber xwe da, dema pêwîst bû me çiya’yan ji xwera kir war û stargeh. Agirê li van lûtkeyan, mîna agirê ku di hundirê mirov de dest pê dike, ev agir jî zihniyeta ku di zihniyetê de afirîbû şewitand. Bû dengek, di mejiyan de deng veda, di nav kurdan de şiyarbûn û di dijmin de bû sedema tirsê. Ev  deng bi guleya yekem dest pê kir û îro jî wek paşerdhejê berdewam dike.

Newroz efsaneyek e ku hatina biharê sembolîze dike. Mizgîniya biharê ya ji bo Kurdan bixwe ye. Ew sedema kiras û fîstanên renga reng a keçan, şal û şapikên xortan û tilîlîya dayîkan e. Newroz nirxek bêhempa ye ku her sal hêviya jiyanê nû dike û ruh dide ji bo pêşerojên azad û aram. Sekn û helwesta Kawa’yan  li dijî zilma Dehaq’e ne Newroz. 

Zarokên agir û rojê, gelê Kurd ku di avabûna mirovahî û civakê de xwedî şopeke mezin e û gelê herî kevnar û qedîm ê Rojhilata Navîn e, ji bo parastina hebûna xwe û xwe bi nasnameya xwe, berxwedaneke bi heybet nîşan da ku di dîrokê de mînakên wê tune ye. Mazlûm Dogan, Kawayê hemdem, li ber Dehaqên zalim serî netewand û li hember vê zulmê serî hilda. 

Rahşan, Bêrîvan, Ronahî, Zekiye û berîya wan, nîşan dan ku welatê Mezopotamyayê bi qasî gelên xwe yên zozanan, bi çiyayên xwe yên zelal û herikbar, serhildêr e û bi vî awayî bûn sembola azadiyê û di şexsê xwe de ev roj pîroz kirin. Ji ber ku dizanibûn jiyana bê azadî nabe jiyan, jiyan ancax bi azadiyê dikare wateyekê bibîne, eger nebe wê bibe îxaneta jiyanê. Ji ber vê sedemê bedelê azadiyê çiqasî bilind bû jî hêjayî dayina wê bû. Dema ku gelê Kurd bi roj jî di tariyê de bû, bi saya van lehengan îro gelê Kurd ronahîyê dibîne. Bi vê berxwedanê re ku li Kurdistanê jiyaneke nû şîn bû, gelê ku ji lingên desthilatdaran jî ditirsiya, niha bi cesaret û îradeyeke mezin li hemberî van desthilatdarên ku dixwestin vî gelî tine bikin, li ber xwe didin û di heman demê de dibin dengê hemû gelên bindest.

Lêgerînên heqîqetê bi bedelên giran azadiyê distînin. Dizanin ku jiyan bêyî ku xwe ji doza azadiyê re feda nekî bi wate nabe. Xwedîderketina wan a mezin ber bi ruhekî mezin ê têkoşîn û berxwedanê ve dibe. Ev ruh li hemû cîhanê belav dibe. Tekoşerên azadiyê cesaretê didin gelên ku bi salan di bin nasnameyên cuda de dijîn û newêrin ji xwe re jî bibêjin ew kî ne. Ji bo jinên ji hebûn, cewher û nirxên xwe hatine qutkirin mizgîniya azadî, serxwebûn, xwe û vîna xwe dide. Hêviya pêşerojeke nû dide gelek kesên ku berê li dîasporayê bûne û neçar mane ku dev ji warên xwe berdin û koçber bibin û ev hêviya wan ji nû ve geş dike. Ew xewnên zarokên ku dixwazin di cîhanek paqij de bijîn pêk tîne. Ev hêviyê dide kal û pîrên ku li hemberî êrîşên ku hatine jiyan kirin hêviya xwe winda kirine kû rojekê be jî li Kurdistana azad bijîn. Mizgîniya hevdîtina bi Rêber Apo re tîne. Newroza 2025’an azadiya Rêber Apo diqîre. 

Û îro Newroz dibe bihara hêvî û bawerîyê. Bihar gulên azadiyê şîn dike. Kurdên azad bi hêvî û bawerîya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hemû lîstikan xera dikin. Em kurd bibin agir û bindestiyê bişewitînin, keleha Dehaqê kû li dor me xwe pêçandiye birûxînin dilên xwe bi nirxên rûmet û azadiyê û cewhera agir ve bînin cem hev. Bi ruhê Kawayê Hesinkar heta Mazlum Doganan asta têkoşîna xwe bilind bikin û Newroza îsal a ku ev pêncî sale bi vejîna kurdan wetadar dibe bikin Newroza Azadîya fizîkî a Rêber Apo!

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Kurdistan LEZGIYEVA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî agirê Newrozê hat vêxistin
Nûçeya Pişt re Eulalia Reguant: Civaka navneteweyî divê ji bo Rojava bikeve nava liv û tevgerê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Merasîma Pîrşalyar li Hewraman hat lidarxistin

Merasîma Pîrşalyar îsal bi amadebûna gelek bawermendên dînî û xelkê herêmê hate lidarxistin. Beşdarbûna derwêşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê welatiyek Kurd ê bi navê Îrfan Îrfanî qetil kir

Kurdê bi navê Îrfan Îrfanî yê ji Seqizê di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevana ku li ber heqareta polîsan rabû, kete ber lêpirsînê

Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsin hate vekirin ku Deger li hemberî heqaretên zayendî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?