Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Iraqê kir ku bibe endamê ICC

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Tirkiye li ber biryardanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê giştînameyek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Keleş: Divê siyaseta Kurdî dîplomasiyeke xurt bimeşîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmanî geştên hewayî yên navneteweyî destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meşa Amarayê destpê kir
Kurdistan

Meşa Amarayê destpê kir

Meşa ji Amedê ber bi Amarayê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meşa ji Amedê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku bi wesîleya rojbûna 76’an a Rêber Apo pêk tê, ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê lidarxistin.

 

Meşa ku bi dirûşma ‘Bi civaka demokratîk re em ber bi azadiyê ve dimeşin’ pêk tê, wê 4’ê Nîsanê li Amarayê bi dawî bibe.

Ciwanan kincên bi nivîsa ‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin’ ên bi Kurdî û Tirkî li xwe kirin.

Ciwan beriya destpêkirina meşê li Qada Şêx Seîd a li Amedê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

‘ME BI CIWANTÎ DESTPÊ KIR, EM Ê BI CIWANTÎ BI SER BIKEVIN’

 

Li gel parlamenterên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Onûr Duşunmez, aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl ên ji bajêr tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, “Sedema têkoşîna 50 salî bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd e. Ji bo xwedîderketina li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina civaka demokratîk em bi rê ketin. Bi gotina ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ em bi rê ketin. Em di wê baweriyê de ne ku civaka demokratîk û azadî wê demokrasiyê ji gelê Kurd û Tirkiyeyê re bîne.”

DENGÊ RÊBER APO GIHÎŞT HEMÛ GELAN

Piştî vê axaftinê ji ciwanên çalakger Mercan Sarsilmaz bi Kurdî, Alîhan Şîmşek jî bi Tirkî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dengê Rêbe Apo ku 43 mehan hewl hate dayin bê birîn, di 27’ê Sibatê de bi hilweşandina hemû bendan re di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê gihîşt hemû gelên cîhanê, tehtên zindana Îmraliyê ser û bin kirin. Bi vê bangê re bindestan hemûyan ji bo pêvajoya têkoşîn û destketiyan hêviyeke mezin bi dest xistin. Ji Belûcistanê heta bi komunên Başûrê Emerîkayê, ji Sîcîlyayê heta bi Fîlîpînan, ji Abya Yala heta bi Fîlîstînê gelan hemûyan bi biryardariyeke mezin ev bang silav kirin û weke destwerdaneke polîtîk kete dilê Rojhilata Navîn. Gelê Kurd jî di 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bi dagirtina qadên mîtîngê ya bi pêşengiya jin û ciwnan piştgirî da vê bangê.

HETA PÊKANÎNA AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ…

Ev bang Rojhilata Navîn li destwerdanên emperyal girt, ji bo gelan û bindestan bû çavkaniya hêviyê, derfetên jiyaneke azad û aştiyeke bi rûmet afirand. Ji bo pêkanîna vê bangê ciwanên Tirkiye û Kurdistanê wê li refên herî pêş bin. Bi navê afirandina civaka demokratîk ku wê bibe garantiya aştiya bi rûmet, di serî de têkoşîna civakî û çalakiyan, ciwanên welatparêz wê li her qadê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin wê li qadan bin.”

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz hate kirin ku li bajarên meşa wan jê derbas bibe, ji 1’ê Nîsanê heta 4’ê Nîsanê, bi germahiya biharê tevlî bibin, banga aştî û civaka demokratîk fêhm bikin, bidin fêhmkirin, nîqaş bikin û bidin nîqaşkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Meşa me ku wê ji Amed, Sêwereg, Curnê Reş û Rihayê derbas bibe, di 4’ê Nîsanê de wê bigihêje Amarayê û îlana destpêkeke nû temam bike. Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê meşa bi heybet bibin û şahidiyê ji vejîna ciwanên Bakur re bikin.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ ber bi AZC Plaza ya li taxa Ofisê dest bi meşê kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Trump keştiyeke din a balafirên şer dişîne Rojhilata Navîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê: Herêma Xabûr di bin gefeke nû de ye

Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESU) diyar kir ku li herêma Xabûr a girêdayî wîlayeta Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandar Ronahî Yekta û avahiya ku 17 rojan lê li ber xwe da

Dema li eniyên berxwedanê yên Tişrînê digeriyam, her şervana/ê ku min dît, şopdarên fermandara xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya DEM Partiyê bi DEVA’yê re civiya

Şandeya DEM Partiyê îro piştî civîna EMEP û CHP’ê, bi DEVA’yê re civiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Iraqê kir ku bibe endamê ICC

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Trump plana ‘êrişa bi sînor’, ji Macron pêşniyara ‘mîsyona pir neteweyî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?