Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê daxwaza azadiya girtiyan hate kirin
Rojane

Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê daxwaza azadiya girtiyan hate kirin

Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê di çalakiyên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hate xwestin ku girtiyên nexweş Emre Erdem, Resul Kocaturk û Mehmet Salîh Fîlîz serbest bên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de şert û mercên wan ên tenduristiyê hatin ragihandin û daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin.

 ÎZMÎR

Çalakiya rûniştinê ya ku her du hefteyan ji aliyê Şaxa İHD’ê ya Îzmîrê ve ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 309’emîn de berdewam kir. Di çalakiya protestoyî ya li ber Sumerbanka Kevin a li navçeya Konakê hat lidarxistin de hat gotin ku girtiyên nexweş dimirin û divê tu kes bêdeng nemîne û nebe şirîkê sûc. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Resûl Kocaturk ê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kirikkaleyê anîn Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Îzmîrê. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hat dayîn.

Çîçek bi bîr xist ku Resul Kocaturk ji ber nexweşiya otoimmun hepatîtê gelek nexweşiyên giran ên wekî sendroma Wernicke-Korsakof, nexweşiya hîpoteroîd û sîroza kezebê heye. Çîçek diyar kir ku ji ber nexweşiyên wî yên kronîk divê dawî li rewşa girtîbûnê ya Resûl Kocaturk were û wiha got: “Em daxwaz dikin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Resûl Kocaturk bên çareserkirin, muayeneyên kelepçekirî û serlêdanên bi wesayîtên rîngê yên bi tenê bên terikandin, sewqên nexweşxaneyê bi wesayîtên bi tîpa ambûlansê bên kirin û muayene û tedawiyên wî bê navber bên kirin. Her wiha em daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de bê berdan, nexweşiyên fizîkî û nexweşiyên kronîk ên ku nikarin di girtîgehê de bimînin û bi wergirtina hemû raporên tenduristiyê li ber çavan bigirin.”

Çalakî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

 STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 680’emîn de li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyanî da û çalakiya rûniştinê ya “F” li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran ê Emre Erdem ku li Girtîgeha Marmarayê dîmîne. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Tedawî maf e, nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin û dirûşmên; “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” hatin berzkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû ku daxuyanî xwend û diyar kir ku Emre Erdem tevî ku cezayê xwe qedandiye jî nehatiye berdan û wiha got: “Pirsgirêkên wî yên vertîgo, pirsgirêkên giran ên ortopedîk ên li ser ling û movikên wî, windabûna dîtinê, nexweşiyên diranan û êşên têkildarî van nexweşiyan, zehmetiya di meş û tevgerê de, sergêjîn, windabûna hevsengiyê, ji ber bêhalî û pirsgirêkên windabûna giran, bi piştgiriya hevalên xwe jiyana xwe didomîne. 

Pîroglû peyama ku ji aliyê xwîşka Erdem hatibû şandin xwend û wiha got: “Rewşa tenduristiyê ya birayê min ne baş e, ji ber ku têr xwarinê nagire, gelekî zeyîf bûye. Nexweşiyên wan nayên dermankirin, me ji bo dermankirina nexweşiyên diranan pere şandin, lê nehatin dermankirin. Ji vertîgoyê dikişîne, di çavê wî yê rastê de kor e. Gelek caran Vertîgo giran dibe ku ewqasî dijwar in ku nahêlin ew karê xwe yê rojane jî bike. Ji ber yekbûna çewt a şikestinên di lingên wî de, pirsgirêkên ortopedîk dikişîne, nikare bi pêlekanan ve biçe û di meşê de zehmetiyê dikişîne. Emre, ji ber ku dizane ez xemgîn im pirsgirêkên ku di girtîgehê de kişandine tam ji min re nabêje. Birayê min sêwî mezin bû, şert û mercên we yên jiyanê pir zehmet bûn. Emre ev 20 sal in di girtîgehê de ye, ev pir xemgîn e, pir zehmet e ku mirov bi gotinan îfade bike. Di salên destpêkê yên girtîgehê de gelek îşkence lê hate kirin, min nekarî bû jê jî bibihîzim. Ji ber vê yekê, bes e, ez ji birayê xwe re azadiyê dixwazim.”

 NAMEYA ERDEM

Pîroglû piştre nameya Emre Erdem xwend ku tê de şert û mercên tenduristî û girtîgehê parve kiriye. Di nameyê de wiha hat gotin: “Hûn rewşa min a tenduristiyê dizanin. Li aliyê din, tevî ku înfazkirina 12 kesan ku ez jî di nav de me, li qawîşa ji 30 kesî temam bû jî, sirgûnên me bi hincetên cuda nehatin kirin. Pêkanînên derveyî hiqûqê yên Desteyên Îdarî û Şopandinê ku bi xwe weke saziyekê ne qanûnî ne, bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî, bandoreke girantir li girtiyên nexweş dikin. Wekî din, şert û mercên girtîgehê pirsgirêkên cidî derdixînin. Gardiyan hejmaran vediguherînin lêgerînan û eşyayên ku em bi pereyan ji kantîna girtîgehê dikirin jî di dema jimartinê de digirin û diavêjin. Ji ber vê yekê di navbera me û gardiyanan de nîqaş hene. Gelek caran bi hincetên van nîqaşan cezayê dîsîplînê tê dayîn.”

Pîroglû da zanîn ku nexweşiya Erdem roj bi roj girantir dibe û xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan. 

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

 ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 552’yemîn de li Kolana Sakaryayê hatin cem hev û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Salîh Fîlîz ê li Girtîgeha Tîpa S a Odemîşê tê ragirtin.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci agahî parve kir ku Fîlîz bi nexweşiyên kronîk ên wekî ulseratif kolît, ankîloss spoldolîtît û rheumatoid Artrît is, lewma divê li klînîkên gastroenterolojî û Romatolojiyê bi rêk û pêk bên dermankirin.

Yazmaci da zanîn ku Fîlîz ji bo dermankirina wê bi kelepçeyê rakirine nexweşxaneyê û tevahiya rojê bi kelepçeyan hatiye ragirtin û wiha got: “Ji ber nexweşiya kolonê, divê her tim nêzî tiwaletê be, lê belê ne pêwîstiyên wî yên tiwaletê tên tedarikkirin, ne jî kelepçeyên wê tên vekirin. Ji ber nexweşiya rûvî 2 sal in diçe Gastroenterolojiyê, lê heta niha nekariye doktorekî pispor bibîne.”

 Yazmaci diyar kir ku Fîlîz salek berê ji ber nexweşiyên xwe sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û lijneya tibê ya nexweşxaneyê ragihandiye ku ‘nikare di girtîgehê de bimîne’. Yazmaci da zanîn ku Fîlîz piştre sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hatiye kirin û li wir jî raporek hatiye amadekirin, lê di îfadeyên der barê tespîtkirina nexweşiyan de jî Yazmaci destnîşan kir ku ATK’ê nirxandina ka Fîlîz dikare di girtîgehê de bimîne yan na kir. Yazmaci her wiha diyar kir ku ji ber vê helwesta ATK’ê serlêdana taloqkirina înfazê nayê qebûlkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin
Nûçeya Pişt re Zextên dewleta Îranê yên li dijî Kurdan didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevanên hatin tehliyekirin: Em ê têkoşîna Naziman bi serkeftinê tacîdar bikin

Rojnamevanên ku hatin tehliyekirin peyama, “Em ê têkoşîna ku Cîhan û Naziman hiştine bi serkeftinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelata Fîzîkê ya Nobelê hat dayîn

Xelata Fîzîkê ya Nobelê îsal dan wan lêkolîneran ku navgînên nû peyda kirine ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

38 rêxistinên mafên mirovan ku di nav wan de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û FIDH…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li YE’yê buhayê mazotê gelekî bilind bû: Buhayê lîtreyekê bû 2,24 euro

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?