Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dengê heqîqetê cara destpêkê di sala 1982’yan de ji aliyê damezrînerê çapemeniya azad Mazlum Dogan ve li zindanê hate bilindkirin. Ji wê demê ve çapemeniya azad bû yek ji bingehên têkoşîna edalet, azadî û hebûnê.”
Di daxuyaniyê de dîroka çapemeniya azad, rola jinên Kurd a di pêşketina çapemeniya azad de û dîroka ku YRJ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî avakirin, hate bibîrxistin.
Rojnamevanên şehîd Dilîşan Îbiş, Cîhan Bîlgîn, Eylûl Nûhilat, Dilovan Gever, Meryem Mihemed (Agirî Yilmazê), Ahîn Fayiq Îbrahîm (Arîn Cûdî), Rîm Xoşman, Rohenda Efrîn û hemû şehîdên çapemeniya azad hatin bîranîn û soz hate dayîn ku têkoşîn wê bidome, heqîqet wê derkeve holê û tarîtî wê were astengkirin.