Yekşem, 7 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja Çapemeniya Azad hat pîrozkirin: Em xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniyê derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Beykozê dîsa hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hesabê X’ê yê Medya Haberê hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyan bertek nîşanî qeyûman dan: Ev darbeyek eşkere ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê girtî Mêhran Behramyan darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Amed û Şivan rêya heqîqetê hilbijartin û bûn fermandarên serdemê’ 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna Kemal Pîr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hêmîn Mamend qala êrîşa li ser xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan bi daxwaza edaletê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê Polat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Edalet Omer: Doza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke cîhanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Şopên lêdanê vedişêrin û dibêjin ‘xwe kuştiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Şemiya Mor: Erdhejê xanî, Talîbanê jî hêvî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin têkildarî tundiya psîkolojîk û aborî têne agahdarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyeke çawa dixwazin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Encamnameya Konferansa Ronakbirî ya Şengalê hate eşkerekirin
Kurdistan

Encamnameya Konferansa Ronakbirî ya Şengalê hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi daxuyaniyekî hat eşkerekirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku konferans di encama banga Rêber Apo de hatiye lidarxistin û bi vê konferansê re civaka Êzidî û Şengalê li ser koka xwe, li ser heqîqeta xwe

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Me girîngiya pêkvejiyana gelan, fikrê netewa demokratîk di konferansê de baştir û zelaltir dît.

Di 17-18’ê Tîrmehê de li Şengalê, bi dirûşmeya ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk, bersiva 73 fermana ye’ konferanseke girîng û dîrokî hatibû lidarxistin. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Şengalê hatibû lidarxistin, ji Şengalê û derveyî Şengalê mazûvaniya 150 delege û mêvanan bû.

Li gel pêşkeşkirina 9 gotarên esasî yên derbarê çand, bawerî, dîrok, coxrafya, xwe parastin, Jîneolojî, pêşengiya ciwanan û banga civaka demoakratîk, gelek peyamên taybet ên bi dîmen û nivîskî jî pêşkeşî konferansê hate kirin. Bi taybet peyama Rêber Apo a ji bo konferansê, hêz, moral, hêvî û îddiaya konferansê bilind kir û bû wesîleya serkeftina konferansê. Akademiya Zanistên Civakî encamnameya vê konferansa dîrokî bi ragihandin û raya giştî re parve kir.

Encamnameya Konferansê bi vî rengî ye;

Em wekî gelê Êzîdî ku bi hezaran sal in ji fermanan derbas dibin û tune tên hesibandin îro roj êdî rabûne ser xwe. Em nêzîkê 11. salvegera ferman û îxaneta herî mezin a dîroka însanîyetê ya ku 03.08.2014’an de pêk hatibû dibin.  Berxwedan di dîroka me de her dem hebû, lê beriya 11 salan me dît û biryar da ku ji bo berxwedana me biserkeve, hebûna me bikeve bin parastinê pêwîst e em xwe bi her awayî birêxistin bikin. Têkoşîn, berxwedan û rêxistinbûna me ya civakî, piştî 11 salan îro roj êdî li herêmê bi erka pêşengtiyê radibe. Dema Rêber Apo ji bo parastina Şengalê û Êzidiyan bang kir û gerilayên azadiyê berê xwe dan Şengala pîroz, ji wê demê heya roja me pêşketin û guhertinên mezin me bidest xistin. Êzîdîyên ku bi hezaran salan e bi felsefe û baweriya Êzdatiyê li ber xwe didan, vê care xwe gihandin sazîbûna leşkerî, siyasî, rêxistinî û civakî. Heqîqeta me ya bi hezaran salan, êdî ber bi nîzamekî nû ve herîkî. Em bûn xwedî îrade, hêz û gotinê. Ev hêz û îrade êdî bandor li ser Iraqê jî dike.

BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Rêber Apo di 27’ê Sibatê de banga Aşitî û Civaka Demokratîk kir û vê bangê weke destpêka Ronesansa Êzidiyan binav kir. Ev bang û nirxandin ji me re bûn bingeha Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku di 17-18’ê Tîrmehê de bi awayeke serkeftî hate lidarxistin. Ji Şengalê û derveyî Şengalê derdora 150 delege beşdarê vê konferansê bûn. Konferansa me veguherî konferansa pêkvejiyana gelan; Êzidî, Zerdeştî, Kakayî, Şîa, Sunne û gelê Ereb jî di nav de ol, bawerî û çandên herêmê di zemîna konferansê de kom bû. Ev kombûn rastî û girîngiya fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo careke din nîşan da. Konferans, ji bo tifaq û yekîtiya civaka Êzidî jî peyamek da herkesî, ku hemû aliyên siyasî yên Şengalê jî beşdarê konferansê bûn. Her wiha, gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyenên ku nekarîn werin Şengalê, bi rêya online beşdarê konferansê bûn. Em dikarin bêjin, konferansa me encamen girîng û watedar peşxist û biryaren girîng derxist.

‘EM Ê LI SER KOKA XWE NÛBÛN Û GUHERTINA PÊWÎST BIKIN’

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo konferansê de gotibû “Êdî ji bo Êzidiyan dawî li fermanan hatiye.” Nirxandin, hêz û îradeya ku di konferansê de derket pêş nîşan da ku civaka Êzidî ku heya niha weke civaka komkujî û fermanan dihat binavkirin, wê di pêşxistina xebatên ronakbiriyê, xebatên zanistî de bibe pêşengê Rojhilata Navîn. Konferansa me, vê berpirsyariya dîrokî jî girt ser milê xwe. Êdî diyar e ku em nikarin wekî berê xebat bimeşînin, weke berê jiyan bikin. Li Rojhilata Navîn û di asta cîhanê de guhertinên pir mezin çêdibin. Lazim e em jî li gor van guhertinan xwe amede bikin. Li hemû dinyayê behsa guhertinê, behsa avakirina sîstemên nû yên siyasî û civakî tê kirin. Em jî weke civaka Êzidî behsa nûbûn, guhertin û veguhertinê dikin. Xuya û zelal e ku guhertina ku em behs dikin û guhertina ku hêzên desthilatdar behs dikin cûda ye. Emê li ser koka xwe, li ser heqîqeta xwe nûbûn û guhertina pêwîst bikin û xwe ji serdema nû re amade bikin. Ev guhertina ku em weke ronesans binav dikin, ji xwe tê wateya vejîn û ji nû ve dayikbûnê. Em ê jî fikir, felsefe û baweriya xwe ya bi hezaran salan, li ser koka xwe, bi fikir û ramanên Rêber Apo re bigihînin zanistiyê. Ji ber ku nûbûn û guhertin zanistê dixwaze, bi taybet jî zanista civakî dixwaze.

Nîdama dewlet û desthilatdariyê di roja me de herî zêde jî mudaxele li esasê civakê, li koka civakê dike. Hewl dide civakan ji kok û heqîqeta wan dûr bixe, nirxên wan ên civaka ehlaqî bi nirxên ku ne aydê civakê re ne biguhere. Tiştên ne aydê civakê wekî rastiyeke civakî derdixin pêşiya me. Lazim e civaka Êzidî jî, nirxên xwe yên esasî ji nirxên ku ne aydê wê ne ji hev cûda bike. Weke civaka xwezayî berê xwe bide nirxên civaka exlaqî.

‘ESASÊ NIRXÊN ME YÊN CIVAKÎ RASTIYA JINÊ E’

Esasê nirxên me yên civakî rastiya jin e. Jin ne tenê ji zarokan re dayiktî kiriye, bûye dayîka hemû mirovahiyê lê jin îro di bin êrîşên herî giran de ye. Ji êrîşên fîzîkî wêdetir, heqîqeta jin di bin êrîşê de ye. Hebûna jinê, tune tê hesibandin. Em baş bizanin ku eger jin tune bê hesibandin, ev tê wê maneyê ku jiyan tune tê hesibandin. Eger em dixwazin guhertinê bikin, xwe nû bikin û jiyaneke azad ava bikin, lazim e em zanibin bê jin, ne jiyan ne jî maneya jiyanê tine. Ji ber vê heqîqetê, bêguman nûbûna civaka me wê bi pêşengtiya jinê çêbe. Ev pêşengtî jî wê beguman bi ilma jinê, bi Jîneolojiyê pêş bikeve.

Di konferansê de her wiha hat destnîşan kirin ku yek ji derbên esasî ku li civakê ketiye, dûrketina ji felsefeya Êzdatiyê ye. Êzdatî ne weke qalibeke teng, lazim e weke terîfkirina çand, felsefe û fêmkirina dîrokê were dest girtin. Felsefa Êzdatî ku wekî cewhera civakê ye divê bi lêkolînên berfireh kûrbûn û heqîqeta wê derkeve holê. Felsefeya Êzdatî ku bi şîrovekirin û watedayîna xweza, jiyan, hebûn û gerdûnê re xwe ava kiriye, di nûbûna civakî de dikare wekî ruhekî manewî civakê rake ser xwe. Çand û folklora Êzîdxanê ku wekî deng û rengê xwezayê xwe nîşan dide heta roja ji bo parastina nirxên civakî rolekî girîng leyîstiye. Eger heya roja me civaka Êzidî kariye cewherê xwe hinek biparêze; folklor, dengbêjî û çirokên devkî bûne çavkaniya vê rastiyê. Lê îro roj, nîzama kapîtalîst êrîşî van nirxên me dike. Pêwîst e em ji zarokan destpê bikin û hemû civakê ji bo parastina van nirxan perwerde bikin, hişyar bikin.

RASTIYA WELAT Û WELATPARÊZIYÊ BI BERFIREHÎ HATIN NIRXANDIN

Di konferansê de rastiya welat û welatparêzî jî berfirehî hatin nirxandin, Êzidxan weke welateke parçekirî hate tarîfkirin. Şengal jî weke stargeha hebûna Êzidiyan hate ser ziman. Beguman welatparêziya welatekî bi ferman û talanan parçekirî giran e. Erka herî mezin a welatparêziyê, xwedîderketin û parastina ax û xwezayê ye. Bi taybet vegera li welat, vegera li Şengalê hem erkê welatparêziyê ye hem mifteya parastina hebûna me ye. Konferansê ev nirxandin kir ku, koçberî, bi taybet jî çûna Ewropayê ji koka xwe, ji çand, felsefe û baweriya xwe dûrketin e. Eger em behsa jiyaneke nû dikin ev jî wê li Êzîdxanê, li Şengalê pêk were. Li ser vê esasê, vegera welat wekî vegera kokê hate destgirtin.

Welatek bê parastin nabe. Parastin jî di roja me ya îro de ne bi tenê rêbaz û sîstemên leşkerî, bi hêza civaka rêxistinkirî mimkûn e. Parastina cewherî, parastina herî esasî ye. Ji ber vê Konferansa me jî got: “Parastin mijareke civakî ye û bê parastina hebûn nabe.” Ziman neyê parastin, bawerî neyê parastin, kok neyê parastin wateya parastina eskerî jî namîne. Wê parastin êdî ne tenê girtina çend mewziyan be, nirxên civakî mewziyên herî girîng in ku divê werin xurtkirin û parastin.

‘DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN WELAT Û CIVAKA XWE’

Di konferansa me de hêz û nêrîna ciwanan, îddiaya wan a pêşengtiya ji serdema nû re derket pêş. Nûbûn û guhertin beguman bêyî hêza ciwantiyê, bêyî tevgera ciwanan nabe, ev rastî di konferansa me de jî careke din xuya kir. Ciwan paşeroja civakê ne, nirxên ji bav û kalan, ji dayîk û dapîran mane em dikarin tenê bi riya ciwanan berdewam bikin, mayînde bikin. Ciwanên ku îro çavê wan lê rêya Ewropayê ne, divê berê xwe bidin welatê xwe, civaka xwe. Civak jî pêwîst e di ber pêşketina ciwanan de xwe berpirsyar bibîne. Eger ciwan ji koka xwe, heqîqeta xwe dûr dikevin ev di heman demê de rewşa civakê jî nîşan dide. Di temenê zarokatî de zewac, divê wekî xeteriya herî mezin a li ser civakê were dîtin. Zewaca di temenê biçûk de, weke kuştina ciwanan e.

Di konferansa me de gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, çandî hatin ser ziman. Bêguman ji bo çareserkirina wan, zanebûn pêwîst e, ilim pêwîst e, sebir pêwîst e, ked pêwîst e. Di vir de barê herî giran dikeve ser milên nivîskar, rewşenbîr, rusipî, oldar û ilimdaran. Eger zanista civakî pêşnekeve, civak nikare li ber xwe bide. Ji bo vê, divê zana û zanyarên civakê girêdayê ehlaqa civakî bin, xwe di ber civakê de berpirsyar bibînin, ne ku bikevin bin xizmeta celadên xwe û hezen desthilatdar.

Konferansa me ya ku bi peyama Rêber APO bi coş, îrade û hêviyeke mezin destpêkir, heya dawiyê jî li ser vê esasê berdewam kir. Beriya her tiştî, kombûna hemû ol, bawerî û gelên herêmê serkeftina fikrê netewa demokratîk nîşan da. Me girîngiya pêkvejiyana gelan, fikrê netewa demokratîk di konferansê de baştir û zelaltir dît. Di pêvajoya konferansê de, li Sûriyê li ser gelê Durzî komkujiyeke mezin pêk hat. Em weke civaka Êzidî ku komkujî û fermanan baş nas dikin, vê komkujiya li ser Durziyan şermezar dikin. Weke civaka Êzidî em piştgiriya xwe ya ji bo wan îlan dikin. Ev komkujî, xeteriya li ser gel û baweriyên herêmê car din nîşan da. Dîsa girîngiya parastina cewherî, avakirina civaka demokratîk û yekîtiya gelan careke din isbat kir. Me banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo baştir famkir.

Rêber Apo bi gotina ‘Banga Aşitî û Civaka demokratîk bersiva 73 fermanên li ser Êzidiyan e, ji bo wan jî Ronesans destpêkiriye’’ bang li civaka Êzidî û gelê Şengalê kir ku bi awayeke çalak beşdarî pêvajoya aşitî û civaka demokratîk bibin. Her wiha bi vê bangê re anî ziman ku pêwîst e civaka Êzidî xweseriya demokratîk biparêze, xwe li ser esasê îradeya cewherî û nasnameya xwe ya resen rêvebibe û birêxistin bike. Konferansa me, di vê çarçoveyê de nîqaşên berfireh kirin. Zelal e ku eger pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo biserkeve û dewleta tirk berê xwe bide çareseriya demokratîk û aştiyane, ev pêvajo wê ji bo Şengalê û civaka Êzidî jî veguhere pêvajoya çareseriya demokratîk. Wê li Iraqê jî ji bo çareseriya demokratîk a Şengalê bibe zemîneke girîng. Ji ber vê rastiyê, pêwîst e em bi her awayî beşdarî pêvajoya Rêber Apo bibin, ji bo pevajo serkeftî peşbikeve pewîste xebatên civakî, rexistinî, sîyasî, dîplomatîk û civakî pêşbixin.

Konferansa me bi baweriya van niqaşan, xwe gihand biryarên girîng jî;

1-Yek ji xebatên esasî yê Akamediya Zanistên Civakî ya Şengalê ew e ku ji bo fermana 3.8.2014’an weke jenosîde were naskirin, kar û xebat bimeşîne.

2-Lêkolînkirina dîrok, çand, bawerî, felsefe û coxrafya Êzidiyan weke qadên esasî yên Akademiyê werin destgirtin

3- Di pêşxistina hemû xebatên Akademiya Zanistên Civakî de, perspektîf û rêbaza Jîneolojiyê esas were girtin.

4-Akademî di dema pêş de hedef bike ku hemû nivîskar, rewşenbîr, akademisyen û dîroknasan di bin sîwanekî de bîne ba hev.

5-Xebatên weke konferans, komxebat û xebatên cûda, li Şengal û iraqê were meşandin.

6-Li ser çîrok, stran, helbest û folklora Êzidiyan xebatên lêkolînê werin meşandin.

7-Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û nasandina fikrê netewa demokratîk, di asta Iraqê de xebatên   di nava hemû bawerî û civakan de were pêşxistin xebaten xwişk û biratîye were meşandin. Li ser esase regezen polîtîk ehlaqî û heman deme de wek hev werin xurtkirin.

Silav û hezkirin, ji bo Rêber APO ku bi fikir, nêrîn û hêviya ku daye me bû wesîleya vê konferansê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêwiyên Xeyalan li Zurihê hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re Barrack: Hemû aliyên li Sûriyeyê li hev kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bonnê peyama ‘Rojava ne bi tenê ye’

Çalakgerên li bajarê Bonn ê Elmanyayê li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Şahmaran: Em ê xwe û bajarê xwe biparêzin!

Platforma Jinan a Şahmaranê têkildarî êşkenceya leşkeran a li xelkê gundê Marînê kirin daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Mexmûrê banga ji bo tevlîbûna li mîtînga li Amedê

Çalakvanên Mexmûrê nerazîbûn nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û bang li gelê Bakurê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Amed û Şivan rêya heqîqetê hilbijartin û bûn fermandarên serdemê’ 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo bîranîna Kemal Pîr

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan Hêmîn Mamend qala êrîşa li ser xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?