Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serdanên nobeda Dayikên Aştiyê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayên zext û darvekirinê didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêbertiya me azad nebe, aştî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCÊ-E’yê piştgiriya ji bo entegrasyonê û banga naskirina mafên Êzidiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ANF’ê xwe gihand dîmenên li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê ku çeteyan komkujî lê kir
Rojava

ANF’ê xwe gihand dîmenên li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê ku çeteyan komkujî lê kir

Ajansa me ANF’ê dîmenên ku gava çete li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê komkujiyê dike bi dest xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji 13’ê Tîrmehê ve li bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyeyê, ku piraniya wê nifûsa Durzî ye, bi taybetî hêzên ewlekariyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê û gelek rêxistinên çekdar êrîşî bajêr kirin. Li hemberî van êrîşan, gelê Durzî çek hildan û bersiv da, di encama şer û pevçûnan de bi Hêzên Ewlekariya Hundir re, komên çete paşde vekişandiyan.

Piştî vê DAÎŞ, HTŞ, SMO û rêxistinên din ên cîhadîst ên radîkal, bi navê eşîrên Ereb û Bedevî, bi rengekî organîze dest bi armanckirina gelê Durzî kirin. Bi fermana Colanî li welat seferberî hate ragihandin û banga “cihadê” li komên radîkal hate kirin. Li ser vê bangê, komên çekdar ên selefî ji deverên cuda yên Sûriyeyê berê xwe dan Siwêdayê û tevlî êrîşan bûn.

 

BI SEDAN JIN HATIN REVANDIN

Di endama van êrîşan de bi sedan welatiyên sivîl ên Durzî jiyana xwe ji dest dan û ji 100 zêdetir jinên Durzî hatin revandin. Hate zanîn ku gelek cih hatin wêrankirin û şewitandin.

NEXWEŞXANE KIRIN ARMANC

Li gel êrîş, revandin û şewitandinê jî, yek ji armancên rasterast ên êrîşan Nexweşxaneya Vatan a li navenda bajarê Siwêdayê bû. Ev nexweşxane li navenda tenduristiyê ya herî mezin a bajêr e. Ev nexweşxane xizmetê dide hezaran welatiyan. Tê gotin ku bi sedan nexweş û birîndar di hundirê vê nexweşxaneyê de hebû.

ANF’Ê XWE GIHAND DÎMENAN

ANF’ê xwe gihand dîmenên li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê ku bi sedan kes tê de bûn û çeteyan lê komkujî kir. Çeteyan di navbera 16 û 18’ê Tîrmehê de nexweşxane nêzî 4-5 saetan di bin dorpêçeke giran de hiştin. Piştî ku nexweşxane dorpêç kirin, derdora wê bi tankan dorpêç kirin. Di heman demê de ketin hundirê nexweşxaneyê û bijîşk, hemşîre, birîndar û hemû kesên li wir hebûn qetil kirin.

Piştî demeke kurt, di hundir û derdora nexweşxaneyê de di navbera çeteyan û gel de şer rûda. Di şer de hin çete di hundirê nexweşxaneyê de hatin kuştin. Hîna agahiyên zelal der barê hejmara kesên ku ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin, winda û birîndaran de nehatine bidestxistin. Tê ragihandin ku rewşa nexweşxaneyê pir giran e û hêj cenaze di hundirê wê de hene.

Di şert û mercên heyî de rakirin û veşartina cenazeyan ne gengaz e. Hate zanîn ku Heyva Sor a Sûriyeyê alîkarî gihandiye herêmê, lê mîqdara alîkariyê pir sînordar e û ji bo rakirina cenazeyan têrê nake. Tê gotin ku cenaze li ser hev hatine komkirin, lê agahiyên zelal der barê hejmara wan de tine ye. Piranî bijîşkên li nexweşxaneyê ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin. Hat ragihandin ku 3 bijîşkên ku hewl didan xwe bigihînin nexweşxaneyê ji aliyê çeteyan ve bi awayê sûîqestê hatin kuştin.

Di dîmenên ku gihîştine destê me de, tê dîtin ku hêj bi dehan cenaze di hundirê nexweşxaneyê de hene.
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SIWÊDAYÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Barrack: Hemû aliyên li Sûriyeyê li hev kirin
Nûçeya Pişt re Li Enqereyê polîsan êrîşî meşê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Timî li ser esasê perspektîfên Rêbertî têkoşîn kirin’

Gaziyên şer ên şehîd Hogir Amed û şehîd Serkêş Riha bi bîr anîn û gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Sakik: Çareserî nîne, tecrîda girankirî heye

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir ku pêşketineke ku demokratîkbûnê nîşan bide tune ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hesekê wê sibe 30 şehîd bên bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava xwendekar îro jî di nava çalakiyê de bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên li Qamişloyê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Destana berxwedanê ya li Tişrînê hate nivîsandin: Em ji mirinê mezintir in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?