Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gel bi girseyî çû serdana taziyeya birayên Koçer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Antalyayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Divê statuya Birêz Ocalan fermî bibe, gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Suwêda di nava bêdengiyê de cenazeyên xwe yên bênav vedişêre
Rojava

Suwêda di nava bêdengiyê de cenazeyên xwe yên bênav vedişêre

Li Suwêdayê ku di bin êrîşa çeteyên SMO, DAÎŞ û HTŞ’ê de ye, gel cenazeyên xwe bi bêdengî vedişêre. Bi dehan cenaze beriya ku nasnameya wan diyar bibe û agahî ji malbatên wan re bê dayin têne veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komkujiyên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ên li hemberî gelê Durzî yê li Suwêdayê dewam dikin. Li dû komkujiyê, xelkê Suwêdayê cenazeyên xwe di nava bêdengiyê de vedişêre. Ji ber hilweşîna ku di encama êrîşên hov ên çeteyan de rû da, cenaze li gorî şert û mercên tenduristiyê nikarin bêne veşartin.

Li gorî dîmenên hatin bidestxistin, bi dehan cenaze bi kîsên spî hatine pêçandin û bi rengekî komî li cihekî hatine danîn. Ev cenaze bêyî pîvanên bingehîn ên ewlekariyê û pênasekirinê têne veşartin. Li gorî agahiyên ji bajêr hatin ragihandin, cenaze bêyî ku nasnameya wan diyar bibe û agahî ji malbatên wan re bê dayin,  ji aliyê rayedarên xwecihî û Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê ve bi lez têne veşartin. Ev rewş jî dibe sedema tevlîhevî û zêdebûna gumanan.

Belge û dîmenên ku ji navendên tenduristiyê yên li Suwêdayê hatin wergirtin, radixin pêş çavan ku cenaze bêyî qeydkirin û çavdêriyekê têne veşartin. Niha jî karê veşartina cenazeyan a bi rengekî komî destpê kiriye.

Di dîmenan de tê dîtin, herî kêm 20 cenazeyên ku serê wan tine ye, dûrî pîvanên tenduristiyê û berevajî pîvanên hurmeta li miriyan hatine komkirin. Cenazeyên ku hatine komkirin li benda veşartinê ne.

Li gorî agahiyên ku me ji şêniyên bajêr wergirtin, li herêmê pisporên tenduristiyê nînin û ji ber vê yekê jî cenaze nikarin bêne qeydkirin, analîzên DNA’yê nikarin bêne kirin.

‘EV MIRINÊN XWEZAYÎ NÎNE’

Şahidekî ji Suwêdayê li ser komkirina cenazeyan a bi vî rengî û veşartina wan bi rengekî bênav, got “Ev mirinên xwezayî nîne, ev pêvajoyeke veşartinê ya xwezayî nîne. Ev yek tinekirina nasnameyê bi zanebûn e.”

Niha Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê karê veşartina cenazeyan dimeşîne. Xaça Sor cenazeyan bi konvoyan bêyî ku zanibe yên kê ne, kom dike. Li hin herêman cenaze bi komî û bênasname têne veşartin.

Divê mirov balê bikişînin ser rola Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê ya di vê pêvajoyê de. Ji ber ku têkildarî van operasyonan daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin, ti agahdarî nehate kirin bê çi hatiye kirin an jî bersiv ji sûcdariyan re nehatiye dayin.

Çavkaniyê me yê li Suwêdayê têkildarî bûyerên li Suwêdayê diqewimin ev agahî da: “Hîn jî cenaze li naverastê hene. Em nikarin wan veşêrin. Li bejahiya Suwêdayê li herêmên ku şer lê qewimîn jî hîn cesed hene ku nehatine pêçandin û nehatine veşartin. Hin cenaze bi rengekî komî hatin veşartin, lê belê hîn gelek cenaze li naverastê ne, li kêleka dîwaran e û li nava taxan e.”

Ji ber kaos, tevlîhevî û rewşa nediyar a li bajêr, nayê zanîn bê ev cenaze yên sivîlan in, yan jî yên girtî, yan jî yên komên çekdar in. Ev cesedên ku dikarin ji bo dadgehan bibin delîl têne parçekirin, nasnameyên li ser wan têne tinekirin û bi rengekî veşartî têne binaxkirin. Ev yek jî dibe sedem ku kiryarên wan neyên diyarkirin û aqûbeta wan nediyar bimîne.

Xelkê Suwêdayê dipirse, “Em tiştekî nepêkan naxwazin, tenê dixwazin rastiyê zanibin. Ev mirov kî bûn? Çima bênav in? Çima li gorên komî hatin veşartin?”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SUWÊDA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PJAK’ê şehîdên Berxwedana Qendîlê bi bîr anî
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Em bi hev re dikarin aştiyê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mehmet Nîmet Yilmaz piştî 31 salan hate berdan

Mehmet Nîmet Yilmaz ku piştî 31 salan hate berdan, li pêşiya girtîgehê ji aliyê xizm…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî lidar xistin

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê, ragihand ku li dijî tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyan wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were

Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

1’ê Mijdarê li Kobanê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji TEV-DEM û Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê daxuyaniya li ser Roja Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Piştgiriya ji bo Kobanê divê jinûve bê zindîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Kobanê ji zarokên min şirîntir bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?