Yekşem, 3 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan: Azadiya Abdullah Ocalan navenda xeta me ya têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3 rojên destpêkê yê Gulanê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şoreşa 19’ê Tîrmehê li navenda şoreşê hat pîrozkirin
Rojava

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li navenda şoreşê hat pîrozkirin

Li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê bi hezaran Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û Êzidî beşdarî pîrozbahiyên 13’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn. Di pîrozbahiyan de bal kişandin ser rihê şoreşê, aştî, azadî û avakirina civaka demokratîk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Bi boneya 13’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, bi beşdariya bi hezaran kesî li Kobanm, Qamişlo, Hesekêû Reqa û Tebqayê pîrozbahî hatin lidarxistin.

KOBANÊ

 

Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi coş û moraleke herî mezin tev li şahiya pîrozkirina salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn ku bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em bi hev re jiyaneke aştiyane û civakek demokratîk ava bikin” li qada Şehîd Egîd a li bajêr hate lidarxistin. 

Di sahiyê de wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîdên 19`ê Tîrmehê hatibûn daliqandin û bê navber şêniyên dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Berxwedan jiyane”,”Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa û cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl bi xêrhatina hemû kesên hazir kirin û 19`ê Tîrmehê li şehîdên azadiyê û hemû kesên welatparêz pîroz kirin.  

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid diyar kir ku şoreşa 19`ê li dijî her cûre desthilatdariyê destpêkeke nû ye û wiha got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê li bajarê Kobanê dest pê kir û li tevahî Cîhanê belav bû. Bi berxwedaniya gel û şervanên YPG û YPJ`ê desthilatdarî têk birin û azadî li tevahî li tevahî Cîhanê pêk hat û ew berxwedan heta kêliya îro berdewam e.”

Endamê Rêveberiya TEV-DEM`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cahîd Hesen desnîşan kir ku ew her tim ji bo Sûriyeke ne navendî û demokratîk her tim amadene û wiha got: “Divê em her tim ji bo Sûriyeke ne navandî têkoşîn bikin û li hember desthilatdarî û komkujiyan têkoşîna xwe xurtir bikin. Di vê em berwedana xwe hîna xurtir bikin û li hemberî desthilatdariyê li ber xwe bidin û têbikoşin.”

Fermandariya YPJ`ê ya Kantona Firatê Sariya Efrîn enî ziman ku ew wek YPJ`ê ew ê her tim ji bo azadiy gel û welatê xwe têkoşîna xwe xurtir bikin û wiha got: “Em ê her tim ji bo azadî û demokrasiyê li ber xwe bikin û tê bikoşin.”

Rêveberiya Desteya Tenduritî ya Kongra Star a Kantona Firatê Xûnav Xelîl diyar kir ku çirûsma Rojava ji bajarê Kobanê de dest pê kir û ev tişt anî ser ziman: “Berxwedana gel li dijî desthilatdariyê tevahî Cîhan hejand. Em vê roja pîroz li hevahî Cîhanê pîroz dikin.”  

Piştre gelek hunermendên Kobanê û Jalal Rojhilat stran pêşkêş kirin. Her wiha koma hunermendên Ermenî, hunermend Telan El Nazir bi zimanê Erebî, hunermend Dilo Doxan berhemên xwe pêşkêş kirin û şênî li ber govend gerandin.

QAMIŞLO

Bi boneya 13`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) li baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo pîrozbahiyek li dar xist.

Bi hezaran Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Êzidiyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê bi cil û bergên xwe yên floklorî di pîrozbahiyê de amade bûn.

Pîrozbahî bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em bi hev re jiyanekeke aram û civkeke azad û demokratîk ava dikin” hate lidarxistin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl salvager şoreşê li tevahî haziran pîroz kir, hemû şehîdên şoreşê bibîranî û silavên xwe ji Rêber Apo re şandin.

Aldar Xelîl diyar kir ku ev 13 sal bi ser destpêkirina şoreşê re derbasbû, destkeftiyên mezin hatin bidestxistin, berxwedan û ked hatin dayîn, xebat hatin meşandin û wiha anî ziman: “2011`an pir kesan digot tenê bila rêjîm hilweşe, lê bi saya fikr û ramanên Serok Apo Şoreşa Rojava ji bo pêşxistina netewa demokratîk a xwe dispêre rêxistinbûyîna civakê şoreş berdewam dike. Ev şoreş isbat dike ku wê têkoşîn bidome.”

Xelîl destnîşan kir ku hîn li Sûriyeyê ji bo aramî û demokrasiyê ti gav nehatiye avêtin, hîna li berava Sûriyeyê û Siwêda komkujî pêk tên û wiha dom kir: “Ev sal ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala serkeftina mezin e, êdî rengê Sûriyeyê wê bibe rengê netewa demokratîk, azadiya jin û civaka demokratîk. Em ê Sûriyeyeke wiha ava bikin, wê Şoreşa 19`ê Tîrmehê bibe şoreşa tevahî Sûriyeyê, Sûriyeke yekgirtî wê bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêkan be.”

Xelîl da zanîn ku pêşketinên ku niha çêdibin ne kêmî yên li Kurdistanê çê dibin, ji bo damezrandina civaka demokratîk bi însiyatîfa Rêber Apo têkoşînek tê meşandin, gelê Kurd ji asta isbata hebûna xwe derbasî bidestxistina destkeftiyan bûye, ew bi hêvî ne ku li tevahî Kurdistanê bibe sala serkeftinê.

Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî axivî û diyar kir ku ew îro weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin.

Bêrîvan wiha berdewam kir: “13 sal derbas bû gelê herêmê bê dudilî li ber xwe da, li qadan bûn û bi pêşengtiya jinên Kurd û hevgirtina jinên Ereb û Suryan şoreşa xwe pêş xistin û şoreşa xwe parastin. Ev mîrase bi saya şehîdên jin ên pêşeng, li herêmê, berava Sûriyeyê û Siwêdayê hate dîtin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Biho hemû şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anîn, salvegera li hemû gelan pîroz kir û destnîşan kir ku şoreş rêya rûmet û azadiyê ye. 

Piştî axaftinan Hunermed, Şehrîbana Kurdî, Şerîfê Omerî, Helbestvan Ferhad Merdê stran gotin. Koma Hêva ya stranan û Koma Govendê ya Yersûso ya Suryanî stran gotin û dîlan gerandin.

Şahî bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Gelan” û gerandina dîlanan bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin. Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yusif jî beşdarî şahiyê bû û tê de axivî.

Foza got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha ramanên Rêber Apo û bi beşdariya Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermenên li herêmê dest pê kir.”

Foza salvegera şoreşê li şehîdan pîroz kir û wiha domand: “Ev şoreşa şoreşa biratiya gelan û jinên azad e. Ji me dixwazin ku em dev ji destkeftiyên şoreşê berdin, lê ji bo ku em şoreşê bi ser bixin, me bi hezaran şehîd da. Me şerê DAÎŞ`ê û rêxistinên tundraw kir ên ku xwestin em xwe teslîm bikin, lê em teslîm nebûn, heta ku em jiyaneke azad û mafên xwe bi dest bixin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Foza diyar kir ku ew çanda yek ziman, yek netewe, yek al re dikin û dê pêkhateyên Sûriyeyê bi ziman, çand û nasnameya xwe tev li Sûriyeya siberojê bin.

Foza balkişand ser bûyerên li Siwêdayî û got: “Ew encama vê zihniyetê ye. Ji bo em vê nearamiyê bi dawî bikin divê em projeya neteweya demokratîk bi cih bînin. QSD`ê misogeriya rastîn a Sûriyeya demokratîk e û parastina gelê Sûriyeyê ye.”

Di dawiyê de Foza got: “Heke em mafên xwe di destûrê de dabîn nekin, wê demê em şertên li ser me tên ferzkirin qebûl nakin.”

Dûre hunermendê Kurd Şerîf Omerî stran pêşkêş kirin û şêniyan bi coşeke li ber stranên wî govend gerandin.

REQA

Li bajarê Reqayê ji bo salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê şahiyek hate lidarxistin. 
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê şahî orgenîze kir ku li qada stada beledî ya bajêr birêve çû. Bi sedan şêniyên kantonê tev li şahiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Mişleb El Turkmen axivî û balkişand ser şoreşê û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên gelên herêmê hatine bidestxistin.

El Turkmen got yekitiya gelê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de gelek girîng e, dewleta nenavendî çareseriya pêşxistina Sûriyeyê û misogerkirina mafên pêkhateyan e.

Dûre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Siwar Reqa axivî û îşaret bi rola hêzên leşkerî ji bo parastina şoreşê û destkeftiyên wê kir û di heman demê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo avakirina siberojeke ewle û aram û Sûriyeya demokratîk a nenavendî kir.

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbyayê jî endama koordînasyona kombûnê Cîhan Mihemed axivî û fedakariyên gelên herêmê, yên jinan ku cewhera şoreşê û giyanê wê bû, bi bîr anîn.

Di şahiyê de komên Hîlala Zêrîn, Koma Hêlîn Cûdî, Koma Palmîra berhemên xwe pêşandan, şêniyan jî li ber stranan dîlan gerand.

TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqa, koçberên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan qada navenda çandê ya li bajêr û tev li şahiya pîrozkirina salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn ku bi dirûşma “Bi giyanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin” hate lidarxistin.

Li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê Necah El Ehmed axivî û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê, kêliya zayîna nû ya nirxên azadiyê û demokrasiyê bû. Ji wir gelan dest bi parastina rûmeta xwe kir. Jin dilê berxwedanê, pêşengê têkoşîna çekdarî, avakirina saziyên civakî ye. Di şoreşê de îsbat bû ku jin ne mexdûr in lê belê rêberên guhertinê û çêkerên siberojê ne.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Saqir Cirniye axivî û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê rêgezên netewa demokratîk e. modela zindî ya yekitiya erdnîgariya Sûriyeyê, parastina rûmeta gelên wê ye. Ji bo tevahî dozên welêt, çareseriyeke nîştimanî pêşkêş kir.”

Di dawiya şahiyê de komên hunerî mîna Koma Çand û Hunerê, Durêt El Furat, Çiyayê Kurd, koma dîlanê, hunermend Fîras El Ewad, Sîmo, Raman, Welat berhemên xwe pêşandan ku yekitiya pêkhateyên herêmê rave dike û fedakariyên QSD`ê ji bo parastina ewlehiyê, xuya dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qeter wê zêdetir ceyranê bide Şamê
Nûçeya Pişt re Karkerekî zarok hat qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevseroka ESP’ê jî di nav de 34 kes hatin girtin

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş û Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara jî…

Ji aliyê Stêrk TV

YRK: Êrîş bi hevkariya PDK’ê û bi armanca jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd têne kirin

YRK’ê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Pêncwênê daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di mijara azadiya Rêber Apo de divê em bi biryartir bin’

Komîteya Azadiya Rêber Apo ya Başûrê Kurdistanê da diyarkirin ku naskirina derfeta birêveberina pêvajoya çareseriyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Li Rojava çalakiyên “zarokên me berdin”

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rêjeya nepejirandina Trump gihîşt asta rekorê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Sûdanê êrişa dronê: Ji malbata fermandarekî 9 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?