Cenazeyê Evrîm Amed (Ayşe Bayram) ku Mijdara 2019’an di bomberdumana li navçeya Elkê ya Şirnexê de tevî 9 hevrêyên xwe şehîd bû, 6 sal in radestî malbatê nayê kirin. Malbata Evrîm Amed piştî ku agahiya şehadetê di televîzyonê de hîn bûn, pêşî çûn Şirnexê piştre jî çûn Elkê û li vir rastî gef û heqeretê hatin. Malbat bi gefên çekê ji edliyeyê hatin derxistin û 6 sal ti serlêdanên wan encamê nagire. Ji endamên malbatê re ku herî dawî hefteya borî dîsa çûn Şirnexê, wiha hate gotin, “Belgeya mirinê pêwîst e. Li gel me sax dixuyê, bila Ayşe ji parêzerek re vekaletê bide.” Xwişka Ayşe Bayram, Miyaser Bayram bertek nîşanî rewşê da û wiha got, “Eger xwişka min sax be, li ku derê ye.”
HEMÛ SERLÊDAN BÊENCAM MAN
Ayşe Bayram ku di sala 2015’an de dema li zanîngehê dixwend tevlî PKK’ê bû, di 23’ê Mijdara 2019’an de şehîd bû. Bûyer di televîzyonê de bû nûçe. Miyaser Bayram anî ziman ku ji ber ku dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dane nekarîne DNA’yê bidin û ji ber vê yekê nekarîne cenazeyê bibînin. Bayram bilêv kir ku daxwaza vekirina gora dêbavê wan jî bêencam maye. Miyaser Bayram diyar kir ku tevî di rojname û televîzyonê de cih girtiye jî ji bo xwişka wê gotina, “sax e” bi kar anîne û bilêv kir ku ev hincet ne hiqûqî û ne jî mirovî ye. Bayram ku ji wê rojê ve têkoşîna wan a hiqûqî bêencam maye ev bang kir, “Eger qala aştiyê tê kirin, bila pêşî cenazeyên me bidin.”
‘PIŞTÎ KU GOTIN ‘CENAZE LI VIR E’ BERÊ ME DAN’
Bayram li ser bûyerê wiha got, “Xwişka min beriya 6 salan jiyana xwe ji dest da. Piştî ku me agahiyê girt, em bi malbatî çûn Şirnexê. Dema ku em gihiştin Elkê me ji dozgeriyê re got ku em ji bo wergirtina cenazeyê hatine. Ew jî gotin, ‘Erê cenazeyê Ayşe Bayram li vê derê ye.’ Lê piştre polîs pirsîn bê em ji ku derê hatine. Dema ku me got ji Pasûrê ji bo ku bi dozgeriyê re bişewirin ketin hundir. Ji me re gotin ew ê cenaze nîşanî me bikin, lê piştî ku dozgeriyê re hevdîtin kirin helwesta wan bi temamî guherî.”
Bayram diyar kir ku dozger bi heqeretan berê wan dane û wiha got, “Dozger bi parêzvanên xwe yên biçek re derket ji derve û got, “Derkevin ji vê derê li vir cenaze tune ye.’ Dema ku birayê min rabû ser piyan çek berê wî dan û xwestin em herin. Destê xwe kêliyek jî ji tetîkê nekêşan. Wê demê em bi malbatî rastî kiryarekî pir giran hatin.”
‘JI BER KU DNA TUNE YE CENAZEYÊ NADIN’
Miyaser Bayram bilêv kir ku ji bo ku cenazeyê xwişka xwe bigirin gelek caran serî li rêyên hiqûqî dane û got, “Ji ber ku dê û bavê me jiyana xwe ji dest dane, em nikarin nimuneyê DNA’yê bidin. Me ji bo vekirina gor û girtina xwînê daxwaz kir lê ev jî hate redkirin. Ji ber vê yekê em 6 sal in nikarin cenazeyê xwişka xwe bigirin.”
Bayram da zanîn ku ew beriya demeke ji bo serlêdaneke din çûne Şirnexê û vê carê jî bersivekî pir cuda ji rayedaran girtine û wiha got, “Dozgerî ji me re got, “Ayşe sax e, di sîstemê de mirî xuya nake. Yan vekaletê bînin yan jî belgeya mirinê.’ Wê demê ev nakokî çi ye? Yên ku wê rojê gotin, ‘cenaze li vir e’ niha jî dibêjin ‘Xwişka te sax e.’ Dibe ku bi rastî jî nizanin çi kirine, cenazeyê veşartine ku derê. Eger ku qala aştiyê tê kirin, bila pêşî cenazeyên me bidin. Em dixwazin gora xwişka me hebe. Heta ku ez sax bim ez ê dev ji vê dozê bernedim. Hestiyek jî be em dixwazin cenazeyê xwişka xwe bigirin. Eger dixwazin aştiyê bi vî gelî re bikin, bila pêşî cihê gorê nîşanî me bidin.”
Bayram bang li parlementer û parêzvanên mafên mirovan kir û wiha got, “Bila dewlet me bi van rewşan netirsîne. Em natirsin. Bila cenazeyê ku gotin, ‘heye’ bidin me. Bi salan in em rastî êşkenceyê tên.”