În, 19 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora têkildarî 9 girtîgehan: 12 girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Gurlek wê yasaya pêvajoyê di nava demeke kurt de were Meclîsê û bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê di nava CHP’ê de pêla îstîfayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê ceza li parêzer û xwendekaran birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Sîlîfkeyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Adalarê û 40 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Di muzakereyan de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kasim Erecî û Bafil Talebanî li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCDK-E: Hiqûqa Ewropayê mecbûr e ku rojnamevanan biparêze
Rojane

KCDK-E: Hiqûqa Ewropayê mecbûr e ku rojnamevanan biparêze

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, binçavkirin û dersînorkirina rojnamevan Serkan Demîrel a ji Elmanyayê weke binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê nirxand û destnîşan kir ku hiqûqa Ewropayê neçar e rojnamevanên penaber biparêze.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Her çend zextên li ser çalakvanên siyasî, rojnamevan û saziyên Kurd di demên dawî de li Elmanya zêde bûne jî, binçavkirina rojnamevan Serkan Demîrel li ser sînorê Elmanya û dersînorkirina wî ya bi zorê bo Swîsreyê ji aliyê Kurdên li Ewropayê dijîn ve rastî nerazîbûnan hat.

Ev kiryara polîsên Elman ji aliyê Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ve hate şermezarkirin û wekî “neqanûnî” bi nav kir. Zubeyde Zumrut, diyar kir ku zext ne tesadufî ne, beşek ji siyasetek sîstematîk a ku bi taybetî siyasetmedar û saziyên Kurd hedef digire ne.

Zubeyde Zumrut, da zanîn ku Demîrel bi salan e li Ewropayê rojnamevanî dike û diyar kir ku biryara binçavkirin û dersînorkirinê, azadiya îfadeyê û azadiya çapemeniyê binpê dike.

Zubeyde Zumrut got, “Li Elmanyayê, li dijî siyasetmedar, rojnamevan û xebatkarên saziyê polîtîkayeke sîstematîk a tepisandinê tê meşandin. Binçavkirina Demîrel û gefa dersînorkirinê jî parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Îro li Elmanyayê her kesên nasnameya Kurd diparêzin, di nava çapemeniya azad de dixebitin an jî siyaseta demokratîk dimeşînin, bûne hedefeke potansiyel. Di demên dawî de betalkirina pasaportan, zextên li ser nûnerên civaka sivîl, destwerdanên li saziyên Kurdan û girtin û binçavkirinên bêhiqûqî gelekî zêde bûne.”

Zubeyde Zumrut, bal kişand ser îdiayên ku hin hêmanên ewlehiyê yên bi eslê xwe Tirk di serdegirtina li Elmanya de roleke çalak lîstine û diyar kir ku ev yek bi prensîbên serdestiya hiqûqê re ne lihevhatî ye.

Zubeyde Zumrut, wiha domand, “Di demekê de ku PKK’ê xwe fesix kiribe û li Tirkiyeyê hêviyên aştiyê têne nîqaşkirin, gelo ev zextên Elmanya dikarin tesaduf bin? Dewleta Elmanya bi zextên xwe yên li ser siyasetmedarên Kurd çi armanc dike? Gelo ew li dijî pêvajoya çareseriya aştiyane ye? Ger Elmanya bi rastî piştgiriya çareseriyeke demokratîk û aştiyane dike, divê dawî li vê siyaseta krîmînalîzekirinê ya li dijî siyasetmedarên Kurd ên ku li Elmanya penaber in bîne. Rojnamevanî ne sûc e. Kurdbûn jî ne sûc e. Hemû Kurd, demokrat, parêzvanên mafên mirovan û dostên me dê li hember vê zexta li ser çapemeniya Kurd bêdeng nemînin.”

Zubeyde Zumrut, der barê zordariyên ku bi salane li Tirkiyê bi taybetî li ser rojnamevanên Kurd têne kirin de wiha got: “Girtin, binçavkirin û êşkence, di nav pirsgirêkên bingehîn de ne ku rojnamevanên Kurd pê re rû bi rû dimînin. Ji vê hawirê reviyan û xwe spartin Ewropayê. Lewre bawer dikirin ku li vir hiqûq û azadiya îfadekirinê heye. Hiqûqa Ewropayê ev ewlehî ji van mirovan re peyda kir. Mirov jî bi xweşbîniya vê ewlehiyê hewl dan pîşeyên xwe bi cih bînin. Bi heman awayî, siyasetmedarên ku ji ber ramanên xwe rastî zordariyê hatin jî xwe spartin Ewropayê. Niha divê Elmanya hiqûqa xwe li ser van mirovan bicih bîne. Di van demên dawî de, îdiayên ku hin polîsên bi eslê xwe Tirk van zordariyan organîze dikin jî divê bên berçavkirin. Binçavkirina rojnamevan Serkan Demîrel û gefxwariya dersînor kirinê, ji bo dewleteke hiqûqî ya wekî Elmanyayê hem metirsîdar e hem jî fikirîner e. Ev ne tenê gefeke takekesî ye, gefeke civakî ye jî. Hiqûqa Ewropayê bi parastina rojnamevanên ku xwe spartinê Ewropayê berpirsyar e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî xwest Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
Nûçeya Pişt re Careke din birînên me yên qemûşgirtî vedibin û xwîn ji wan dipijiqe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dibe ku Îran û Hîzbûllah ji ’24 heta 48 saetan’ li Îsraîlê bixin!

Li gorî malpera nûçeyan a Axiosê, DYE'yê îdîa kir ku Îran û Hîzbûllah dibe ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa bi dronê ya Hîzbûllah’ê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di êrîşa bi dronê ya li dijî baregeheke leşkerî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari: Ji bo serketina pêvajoyê divê ne tenê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rapora têkildarî 9 girtîgehan: 12 girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gorî Gurlek wê yasaya pêvajoyê di nava demeke kurt de were Meclîsê û bikeve meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Xezeyê tevî agirbestê jî zarok hîna jî tên kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê di nava CHP’ê de pêla îstîfayê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?