În, 3 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Çekdarên di destê hêzên Durzî de ne: Me talîmata Wezareta Sûriyeyê pêk anî
Rojava

Çekdarên di destê hêzên Durzî de ne: Me talîmata Wezareta Sûriyeyê pêk anî

Çekdarên ji aliyê hêzên Durzî ve hatin girtin, diyar kirin ku komkujî û kiryarên li bajarê Siwêdayê, li ser fermana Wezarata Parastinê ya Sûriyeyê pêk hatin û gotin: “Talîmata qirkirina Durziyan dan û me jî ev talîmat pêk anî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di 13’yê Tîrmehê de li bajarê Siwêyda êrîşên hêzên ewlekariyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir li dijî pêkhateya Durzî dest pê kir. Di wan êrîşan de gelek kiryarên dermirovî li dijî gelê Durzî pêk hatin. Li bajêr û gundewarên Siweydayê êrîşeke çekdarî û berfireh hate kirin. Di gelek belgeyan de eşkere bû ku yekemîn armanca çekdarên HTŞ’ê û DAÎŞ’ê ew bû ku li ser gelê Durzî qirkirinê pêk bînin.

 

Di encama wan êrîşan de gelek kes hatin qetilkirin, revandin, serjêkirin û malên wan talankirin. Yek ji wan komkujiyan roja 16’ê Tîrmehê ku li ser nexweş û hemşîreyên Nexweşxaneya El Wetanî pêk hat. Çekdarên ewlekariyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî bi hevkariya Artêşa Mîllî ya Sûrıyeyê (SMO) li nexweşxaneyê komkujiyeke dermirovî pêkanîn.

ANF’ê xwe gihand çekdarên ku ji aliyê Durziyan ve hatine girtin ku hin ji wan hîn di temenê zarokatiyê de ne. Çekdarên di destê Durziyan de, tekez kirin ku ev komkujî û kiryarên ku li ser gelê Durzî hatî kirin, li ser talîmata Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pêk hatine.

‘TALÎMATA QIRKIRINA DURZIYAN’ 

Endamê koma 62’an a girêdayî Mihemed Casim ”Ebû Amşa” Mihemed Ebdullah El-Elawî yê ku di sala 2007’an de ji dayik bûye, ev tişt gotin, “Seferberî hate îlankirin ku wê şer li Siwêdayê biqewime. Em hemû çekdar tevî tang, top û erebeyan komkirin û me ji Deraayê re derbasî Siwêdayê kirin. Nêzî bajarê Siwêdayê talîmat ji me re hat ku çi hat pêşiya me biçûk an mezin ferq nake em ê lêdin, em ê qirkirinekê bi temamî pêk bînin. Em derbasî Siwêdayê bûn û li kijan malê me kesek bidîta me dikuşt. Bi RPG û tangan li ber hinek malan disekinîn û lê didan, me mal û erebeyên sivîlan şewitandin. Piştî ku ez derbasî Siwêdayê bûm, hatim girtin.”

‘CÎHADA LI SER TINEKIRINA DURZIYAN’

Mehmûd Talal El-Matar ê ji Deraayê ye û di sala 2009’an de ji dayik bûye, di nava êrîşan de cih girt. Mehmûd ê ku niha di destê komên girêdayî Durziyan de ye, diyar kir ku piştî di mizgeftan de banga cîhadê kirin ew jî tevlî nav komên çekdar bû û got, “Li gundê me El-Sehwa di mizgeftan de û bi rêya erebeyên mezin di nav gund de bang kirin ku wê li dijî Durziyan cîhad were kirin. Em li cihên hêzên ewlekariya giştî kombûn û li wir çek li me belav kirin. Talîmatên ku li wir dane me bi vî awayî bûn ku em kî/ê bibînin, biçûk be yan mezin be ferq nake em ê serjêkin. Em gihîştin nêzî Siwêdayê ji me re gotin ku we çi dît hûn ê bişewitînin û xera bikin. Bi vî awayî me dest pê kir. Me talîmatên ku dabûn me pêk anîn û em heta navenda bajêr wisa çûn û li wir hatim girtin.”

‘JI ME RE GOTIN JINAN DÎL BIGRIN’

Bedir Mihemed El Kedam ê ku di sala 2008’an de ji dayik bûye, girêdayî Wezarata Parastinê ya Sûriyeyê bû û di koma Seyîda Zêneb a girdayî Ebû Hatim El Domanî de cih girtiye got, “Serfeberî îlan kirin û li ser vê bingehê me berê xwe da Siwêdayê. Dema em gihîştin Siwêdayê me kom kirin û talîmat dan me. Ji me re gotin ‘Hûn ê biçin bikujin, jinan dîl bigrin, malan bişewitînin û xera bikin. Hûn ê her kesî bikujin’. Em wisa meşiyan. Me talîmatên ji me re hatin gotin pêkanîn. Heta ku em gihîştin gundê Um El Zeytûnê, me sivîl hedefgirtin û her tişt şewitandin. Kesên li derve, li malan, li erebeyan û li her derê derdiketin pêşiya me, me wan gulebaran dikir û dikuşt.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SIWÊDA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Havîn, ji bo wan demsala ‘kedê ye’: di bin germa rojê de firingiyan hişk dikin
Nûçeya Pişt re Komîsyon wê li Dayikên Şemiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl guhdarî bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Li Xakurkê serdarek û 3 leşker hatin cezakirin

HPG'ê diyar kir ku li Xakurkê di çalakiya 2'ê Îlonê de serdar Osman Ayan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev meş dê azadiyê bîne!

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di 'Meşa Mezin a Azadiyê' de axivî û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Lammy: Sûdan bi xirabtirîn bobelata mirovî a cîhanê re rû bi rû ye

Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Lammy di daxuyaniyeke xwe ya forumeke Efrîqayê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Parêzgarê Hesekê û serokê Desteya Derî û Gumrikê serdana deriyê Nisêbînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîlançoya teqîna li Şamê: 7 kuştî û 22 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê teqîn çêbû: 4 kes mir û 10 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelo Xabûr bypass dibe û korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf tê avakirin?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?