Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Nabe ku li Amedê Kurd, li Enqereyê gur bî
Rojane

Bakirhan: Nabe ku li Amedê Kurd, li Enqereyê gur bî

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha got: “Nabe ku li Amedê weke Kurd, li Enqereyê jî weke gur meseleya Kurd çareser bikî. Navnîşana çareseriyê li Îmraliyê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiyê ya heftane de li Meclîsê axivî.

Bakirhan, got ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de partiya diyarker in û ev tişt anî ziman: “Her roj li ser televîzyon û deverên cuda kî devê xwe veke qala DEM Partiyê dike lê ji DEM’ê tu kes tune ye. Li ser navê me diaxivin û şîroveyan dikin. Hewl didin tercîhên me yên demokratîk bidin ber nîqaşan, eyarê bidin me û xeta me diyar bikin. Ew nizanin ku em di rêya gelê me diyarkirî de dimeşin. Bo me tu wateya hewldanên wan nîne. Yên ku DEM Partiyê ne weke partiyeke siyasî lê weke ‘depoya dengan’ dibînin, bila guhên xwe baş vekin û li me guhdar bin.”

Bakirhan, bal kişand ser perspektîfa Rêya Sêyemîn a DEM Partiyê û ev tişt anî ziman: “Em ê di hilbijartinê de Tirkiyeyê bi rengê DEM’ê bixemilînin. Li Tirkiyeyê lîstikek tê lîstin ku serlîstikvanên wan îktîdar û mxualefete. Hewl didin pirsgirêkên esasî yên gel bidin jibîrkirin. Xelk di dora nanê şevî de ji bo jiyanê têdikoşe û ciwan li ser rêyên koçberiyê li pêşeroja xwe digerin. Teqawid her roj birçî radizên. Li tu devera cîhanê karker ji patronan zêdetir bacê nadin. Lê li Tirkiyeyê didin. Li her derê feqirî û hejarî heye.”

Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser nîqaşên piştî DEM Partiyê Stenbol jî di nav de li gelek bajaran namzet derxistî derketîn û wiha pê de çû: “Nivîskarên ku qaşo muxalîf lê di esasê xwe de alîgir ên ku derheqê van de yek gotinê nakin, bi şev û roj heqaretê li DEM Partî û gelê kurd dikin. Nûnerên gelê kurd tên girtin û li şaredariyên wan qeyûm tên tayînkirin û deng ji van dernakeve. Tenê temaşe dikin. Di serî de Stenbol, me li her derê namzetên xwe bi raya giştî re parve kirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê li Stenbolê gelên me bi awayekî herî baş temsîl bikin. Piştî me namzetên Stenbolê diyar kirin, me dît ku kesên aqilê wan di tûrikê kesên din de ketin nava xofê. Di qunciknivîsên xwe de, li ser ekranan ketin nava şîrove û helwestên pûç û vala. Gelo we ji van kesan heta niha derheqê zem, xespkirina mafan, nelirêtî, qeyûm û neçareserkirina pirsgirêka kurd de yek gotin bihîstiye? Nexêr. Ji ber ku derdê van ew e ku li gel muxalefet û îktîdarê di sedsala 21’an de jî gelê kurd bi mêtingeriyê birêve bibin.

Dibêjin ku mafê we yê dengdayînê heye lê bidin namzetê me. Dibêjin ‘em wekhev in, xwişk û bira ne’ lê em vê nabînin. Em vî aqilê mêtingeriyê red dikin. Gelê kurd ê sedsaleke din weke mêtingeh neyê birêvebirin. Yên ku mûçeyên xwe ji kulûbên dewlemandan digirin û yên ji plazayan dernakevin, hewl didin rêyê nîşanî gelê kurd û DEM Partiyê bidin. Li gorî van kurd nikarin siyasetê bikin û ew kê namzet nîşan bidin divê dengê xwe bidin wî/ê. Lê divê bizanin ku ew zarokên me yên li pey otobûsên me yên hilbijartinê baz didin jî dikarin deh kesên mîna van ji berîka xwe derxînin. Bawer bikin ew zarokên hêja ji van kesên li ser ekranan şîroveyan dikin pir polîtîktir in.  

Dê ev kesên şîroveyên vala vala dikin biryarê nedin bê ka em ê çi bikin. Em bi xwe biryarên xwe didin û pêk tînin. Em biryarên xwe ji gel dipirsin, em gelê xwe weke kirde dibînin û di rêya wan nîşanî me dayî de dimeşin. Gelê kurd û DEM Partî li Tirkiyeyê kirdeya avaker a siyasetê ye. Duh jî wisa bû îro jî wisa ye. Lewma wiha êriş dikin. Tişta balkêş ew e ku dema em namzetan derdixînin dibêjin ji cihekî ferman girtine, dema em namzet nîşan nedin jî heman tiştan dibêjin. Lê ew jî bi qasî me bi rastiyê dizanin. Em fermanan ne ji qesrê lê ji gelên xwe digirin.

Derdê wan sindoq, meqam û rant e. Armanca me jî ew e ku di 1’ê nîsanê de aştî û demokrasiyê diyarî vî welatî bikin. Ew bazirganiya siyasî dikin lê em ji bo demokrasî û aştiyê hewl didin. Em ê dawî li van lîstikên Alî Cengîz bînin û ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, ji bo DEM’ê serdema Tirkiyeyê bidin destpêkirin. Em ê ji 31’ê adarê ve aştiyê bînin her bihostekê vî welatî. Rêya me ew nîne ku di navbera mitehit û rantxwiran de tercîhekê bikin. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Rêya Sêyemîn, rêya kedkar, kurdan, elewiyan û bindestan e.  

Yên di demên dawî de li ser klavyeyê rûdinin û gotinan ji me re dikin wiha dibêjim; me li gel partiyên pergalê tevlihev nekin. Em bi gavên bibiryar dimeşin û her gaveke me bi bedel hatiye avêtin. Ev têkoşîn li zindanan û her deverê didome.

Me li Kurdistanê pêşhilbijartin kir û namzetên xwe diyar kir. Em niha jî namzetên xwe yên li bajarên rojava eşkere dikin. Namzetên bajarên hêj nehatine eşkerekirin jî dê sibe heta dusibe bên eşkerekirin. Me namzetên xwe yên Stenbolê eşkere kirin. Dilê Tirkiyeyê li Stenbolê lê dide. Hevalek me ji kevneşopiya Terzî Fîkrî û yek jî ji ya Edîp Solmaz tê. Dê her du jî van kevneşopiyan li Stenbolê baş bi cih bînin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye; werin rêveberiyên herêmî bidin destên baş û van bajaran azad bikin û ji van rantxwiran rizgar bikin.  

Em amade ne ku Enqereyê ji pêşpirka di navbera du aliyên nîjadperest rizgar bikin. Em amade ne ku Antalyayê ji talankirina xwezayê rizgar bikin. Banga me ji bo hevalên me yên li Stenbolê û bajarên din ew e ku kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û têbikoşin.

Li 32 navendên ku em ê lê bikevin hilbijartinê hesabên zirav kirine. Bi qasî ku bikarin îradeya gelê me xesp bikin, hêzên ewlekariyê weke namzet hatine veguhestin. Dema mijar dibe hîle, ev îktîdar û serokkomar eslê xwe ji bîr dikin. Bajarên herî zêde niha xizanî lê heye bajarên kurdan e. Îcar ev jî têr nake û ji bo xespkirina îradeya wan jî hilbijêrên gerok vediguhêzin. Navê vî tiştî dizî ye, nelirêtî ye. Navê vê xespkirina vîna gelê kurd e. Lê ew derdorên serê sibehê heta êvarê derheqê me de diaxivin, li dijî vê bêdeng in. Heke hinek wijdana wan hebe, bila pirsa vê ji hikûmetê bikin. Di serî de jî muxalefeta ku dengên me ji bo xwe dihesibîne. Yên ku li dijî vê rewşê dernekevin, bila ji xwe re nebêjin demokrat û pêşverû.

îcar beriya ku şerm bikin çendek roj berê li Amedê digot; ‘rêya me vekin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin (Efkan Ala).’ Em li vir di hizûra we de bibêjin; bane ku hûn li Amedê kurd û li Enqereyê gur bin. Bi vî awayî hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Siyaseta we rê li ber şer û pevçûnan vedike. Heke îradeya we ya çareseriyê hebe, kerem bikin. Li wir dibin kurd û li vir siyaseta MHP’ê diparêzin.

Heke îradeya we ya çareseriyê hebe, navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê ye. Ma navnîşana ji vê zelaltir heye? Em ê bibînin bê ka îradeya wan a çareseriyê heye yan na. Heke îradeya wan hebe ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokrasiyê çareser bikin, bila vê bibêjin. Gelo derheqê zimanê kurdî, girtiyên siyasî, qeyûm, êrişên ser Rojava û Başûr de çi difikirin? Vaye bila derkevin û bibêjin. Da ku em jî fêm bikin. Em di hizûra we de soz didin, heke îradeya wan a çareseriyê hebe em amade ne ku piştgiriyê bidin wan. Lê heke nebe, em ê li ber xwe bidin. Dema mijar dibe çareserkirina pirsgirêka kurd, em bi her kesî re hevdîtinê dikni. Ji bo me ya girîng, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Pirsgirêka kurd, ji hilbijartinan girîngtir e.

Hûn tevek Meşa Mezin a Azadiyê dişopînin. Banga min ji bo we tevan ew e ku hûn lê guhdar bin û piştgiriyê bidin. Meşekî pir girîng e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek girîng e. Çendek roj berê li Mêrsînê tev li Nobeta Edaletê bûn. Daxwaza wan ew e ku li vî welatî êdî ciwan nemirin. Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û aştî pêk bê. Banga min ji bo îktîdar û muxalefetê ew e ku li dengê dayikan guhdar bin. Her wiha hevalên me yên li zindanan 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ew jî balê dikişînin ser navnîşana gavek berê min gotî û dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin.

15’ê Sibatê 25’êmîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan e. Çavkaniya neçaerserkirina pirsgirêkê di vê komployê de ye. Birêz Ocalan ev 25 sal in di tecrîdê de ye. Gelo ma vê yekê pirsgirêk çareser kir? Ma gelê kurd dev ji daxwazên mafên xwe berda? Na. Anku komploya navneteweyî tiştek bi Tirkiyeyê neda qezenckirin. Berevajî vê, tevahiya aborî û enerjiya Tirkiyeyê di çarçoveya vê komployê de vala vala xerc kirin. Lewma jî em vê komployê şermezar dikin.

Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê Tirkiye ji krîzan xelas nebe, dê derhiqûqtî bidomin. Çareserî ji bo başiya me tevan e. Dê firsend çêbibe ku 86 milyon kes bi xwişk-biratî bi hev re bijîn. Em ê Meşa Mezin a Azadiyê bi serkeftina 31’ê adarê tacîdar bikin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin, xwe bêhtir birêxistin bikin, mezin li ber xwe bidin û serkeftinên mezin bi dest bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komeleya Şêx Seîd: Polîtîkaya tunehesibandinê mîna ya sala 1925’an didome
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran çalakiyên Nobetên Edaletê didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tirbespiyê ji bo şehîd Sîpan Sîdar merasîma bîranînê hate lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPG'ê Sîpan Sîdar (Sîpan Mihyedîn Hesen) li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şerê taybet şerekî welê ye ku bi temamî li dijî civakê tê kirin’

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Serhed Rûken anî ziman ku divê haya dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî nîşaneya mayindebûna karê hevala Feraşîn e’

Endamê Meclîsa PJAK'ê Aryo Berzen destnîşan kir ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' di encama kar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?