Tîmên Heyva Sor duh bi şev li gundê Lahasa yê navçeya Siwêydayê cenazeyê 7 kesên yek jê jin bû û di Tîrmehê hatine qetilkirin, dîtin.
SOHR’ê ragihand ku hêzên hikûmeta veguhêz li Siwêydayê yek jê jin, pênc kes qetil kirin.
Li gorî SOHRê, hejmara Durziyên ku di bûyerên Siwêydayê de hatine qetilkirin gihîştiye hezar û 583 kesan.
Li gorî îstatîstîkên SOHR’ê ji 13’ê Tîrmehê vir ve di bûyerên Siwêydayê de 2 hezar û 38 kesan jiyana xwe ji dest dane.