Duşem, 4 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Amnesty: 13 kes di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtinên navbera Yewnanistan-Lîbyayê zêde bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP û TJA’yê daxuyaniya têkildarî ‘Tertele’yê: Îradeya berxwedanê hêz da gelê Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Amedsporê: Di serdegirtinan de 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirinên biguman nû nînin: Rejîmeke tundiyê hate avakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Dewlet çareseriyê li demê belav dike û kevneşopiya rizandinê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê kirin: Divê Zimanê Kurdî bi destûrî bê misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê şehîdên Enfalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê lêborîn bê xwestin, navê Dersimê lê bê vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jineke Êzidî piştî 12 salan gihîşte Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ tevlî pêngava ‘Em YPJ ne’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis demildest ‘mafê hêviyê’ têxe rojeva xwe 
Rojane

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis demildest ‘mafê hêviyê’ têxe rojeva xwe 

Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî biryara Konseya Wezîrên Ewropayê ya têkildarî mafê hêviyê daxuyand ku divê meclis demildest mafê hêviyê têxe rojeva xwe. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî biryara KW KE’yê daxuyanî da û xwest ku Meclis di çarçoveya biryarê de “mafê hêviyê” bixe rojeva xwe û ji bo bibe yasa xebatan bide destpêkirin. 

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ya der heqê “Mafê hêviyê” de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku KW KE’yê di biryara navberê ya de bal kişandiye ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û heta dawiya Hezîrana 2026’an dem hatiye dayin. 

Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

“Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di navbera 15-17’ê Îlonê de civiya. Di biryara xwe ya navberê de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û îşaret bi Hezîrana 2026’an kir. 

‘12 SAL IN PÊWÎSTIYÊN BIRYARÊ PÊK NEHATIYE’

Di serî de dixwazin destnîşan bikin ku; Komîteya Wezîran weke pêşniyareke çareseriyê, di biryara xwe de pêşniyar kiriye ku pêşniyarqanûnên di demên berê de ji hêla partiyên siyasî ve pêşkeşî TBMM’ê hatine kirin bên nirxandin. Em vê pêşniyarê girîng dibînin. Ji ber ku; miwekîlê me birêz Ocalan 27 sal in di şert û mercên tecrîda girankirî de ye û DMME’yê di şexsê miwekîlê me de ev yek weke ‘îşkence’ nirxandiye û biryara binpêkirinê daye. Lê ev 12 sal in pêwîstiyên vê biryarê nehatine cîbicîkirin. Dema ev xisûs li ber çavan tê girtin; nirxandina pêşniyarqanûnên ji TBMM’ê re hatine kirin, weke çareseriya herî pratîk û maqûl derdikeve pêş. Her wiha komîteyê ji bo venêrîna cezayê muebbeda girankirî zêdetirîn dem 25 sal destnîşan kir û ev jî girîng e. 

Li gel vê, Komîteyê careke din heta dawiya meha Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê û bi vê yekê re ji polîtîkaya vehêlandina meseleyê ya Tirkiyeyê ku ji sala 2014’an de bi kar tîne re zemîn çêkir. Birêz Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran re ya di 15’ê Îlonê de îşaret bi Komîteyê kir û got; ‘heke ji cidî û jidil bin dikarin di çareseriyê de rol bilîzin lê heke nebin, dê serî li rêbaza mijûlkirinê bidin.’ Dixwazin bibêjin ku ev tespîta birêz Ocalan jî di vê çarçoveyê de ye. 

Komîteyê, di biryara xwe ya navberê de îşaret bi pêvajoya li Tirkiyeyê didome û hêvî daye me tevan jî kir û bi vê yekê re qebûl kir ku Tirkiye ne ji hêla hiqûqî ve lê ji hêla siyasî ve nêzî mijarê dibe. Lê mixabin ku nêzikatiyeke li gorî vê tespîta xwe raber nekiriye. Em dixwazin bi dubareyî bibêjin ku mafê hêviyê, pirsgirêkeke hiqûqa Tirkiyeyê ye û bi hezaran girtiyan eleqedar dike. 

‘BIRYARA KOMÎTEYÊ CAREK DIN PIŞTRAST BÛ’ 

Komîteyê, komîsyona di bin sîwana TBMM’ê û di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de hatiye avakirin, girîng dîtiye. Bi biryara Komîteyê careke din piştrast bû ku mecbûriyeteke ku komîsyon li gorî vê girîngiya xwe tevbigere, xebatên xwe li ser vê zemînê bimeşîne û bilezûbez bikeve nava tevgerê. Dixwazin bibêjin ku; birêz Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kir ku pêvajo gihiştiye asta çareseriya hiqûqî, pêdivî bi yasayên serdema navberê heye. Girêdayî vê, di civînên komîsyona li Meclisê de jî akademîsyenan destnîşan kirin ku ji bo aştiya neyînî veguhere aştiya pozîtîf divê temînatên hiqûqî û yasayî hebin û ev yek dikare aştiyê mayinde bike. Ev tespît jî girîng in. 

 

Di çarçoveya van tespîtan de; divê gava ewil ew be ku di mijara mafê hêviyê de di qanûnan de sererastkirin bên kirin. Weke encam, hewceye TBMM pêşniyarqanûnên têkildarî mafê hêviyê bi lezgînî bigire rojeva xwe û bike yasa. Ev yek hem pêwîstiyeke li gorî biryara Komîteya Wezîran e hem jî dê ji bo pirsgirêkên di mewzûatên neteweyî yên Tirkiyeyê de bibe çareserî. Bêguman dê çareseriyeke bi vî rengî ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî sûdewer be.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Komîteya Wezîran divê serî li Îmraliyê bide’
Nûçeya Pişt re Gerîlayên YJA-Starê Doga Pîrdogan û Nûjiyan Sîncar li Şengalê hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê bi gavên şênber piştgirî ji îradeya çareseriyê re bê dayin’

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku diyar kir ku eger îradeya çareseriyê hebe divê gavên…

Ji aliyê Stêrk TV

Demîr ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin

Ramazan Demîr ê ku li Çewlîgê di Cotmeha 1994'an de hate girtin û cezayê girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Iraqê û Herêma Kurdistanê

Elî Baqir ku wekılê Wezîrê Karên Derve yê Îranê ye diyar kir ku wê biçe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Şaxê mirina gumanbar a jinekê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Elmanya banga diyalogê li DYE’yê kir: ‘Divê em biryaran zelal bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Ewropa û Kanadayê bo Trump peyama hevpar: ‘Em ne mecbûr in stû xwar bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?