În, 19 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Sîlîfkeyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Adalarê û 40 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îbrahîm Aksoy ê piştî 30 salan azad bû: Civak li benda gava şênber e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtî û xizmên wan li samîmiyeta dewletê ya têkildarî pêvajoyê dipirsin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên destnedayîna 12 parlamenteran li meclisê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kasim Erecî û Bafil Talebanî li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dayika Fatma Uyar: Her kes divê berpirsyarî bigire
Jin

Dayika Fatma Uyar: Her kes divê berpirsyarî bigire

Jin bi çîrokên xwe re ji bo aştiyê dimeşin Enqereyê. Dayika Fatma Uyar a li Silopiyayê hatî qetilkirin, Hatîce Uyar got, “Min nedikarî li mala xwe birûnim. Her kes divê ji bo aştî û jiyaneke wekhev berpirsyarî bigire ser xwe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meşa “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” ya ku Tevgera Jinên Azad (TJA) 1’ê Cotmehê da destpêkirin, dewam dike. Jinan 3 roj li pey xwe hiştin, piştî ku li Rihayê li gundê Rêber Apo Amarayê û navçeya Bêrecûkê meşiyan, derbasî Dîlokê bûn. Çalakvan li vir ji aliyê bi sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Jinan bi coşeke mezin meşa xwe domandin. Di meşê de dirûşme û tilîlî bêdeng nebûn. Jin di heman demê de bi çîrokên xwe re dimeşin.

Jin êşên xwe, berdêlên ku dane û çîrokên têkoşîna xwe jî girtine cem xwe û ber bi Enqereyê ve dimeşin. Bi 7 daxwazan ji bo aştî li welêt çêbibe, bajar bi bajar digerin.

Jinên ku ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dimeşin, sedemê tevlîbûna xwe ya meşê wiha vedibêjin: “Êşên ku me kişandine, bila ti kesên din jiyan nekin.”

Yek ji van kesan dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar e. Fatma Uyar 5’ê Çileya 2016’an di dema berxwedana rêveberiya xweser de li Silopiyayê bi Sêvê Demîr û Pakîze Nayir re ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

 

Hatîce Uyar anî ziman ku ji bo hîn zêdetir komkujî çênebin, ew beşdarî meşê bûye û bang kir ku dewlet di vê pêvajoyê de rû bi rûyê komkujiyên berê bimîne.

Hatîce Uyar got, “Yên berdêl dayîne û êş kişandine, pêwîste di vê pêvajoyê de çi ji destê wan were pêk bînin û berpirsyarî bigirin. Ev aştî ji bo me hemûyan şert e.”

AŞTÎ WÊ JI BO ME HEMÛYAN BAŞ BE

Hatîce Uyar diyar kir ku ew ti carî rûniştina li malê qebûl nake û ev tişt ragihand: “Aştî wê ji bo me hemûyan baş be. Em heya dawiyê piştgiriyê didin vê pêvajoya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî destpêkirin. Divê hemû gel dest bidin destê hev û ji bo avakirina aştiyê bêdeng nebin. Ev gel yan hate qetilkirin, yan hate girtin, yan jî hate sirgûnkirin. Divê ev êşkence bi dawî bibin, dewlet divê sûcên ku li dijî vî gelî pêk anîne bibîne û gavên samîmî bavêje.”

‘DIVÊ DAXWAZ BÊBERSIV NEMÎNIN’

Hatîce Uyar bilêv kir ku sala 2016’an keça wê hate qetilkirin û diyar kir ku ji bo kesên din heman êşan jiyan nekin, ew dimeşe. Uyar axaftina xwe wiha domand: “Em naxwazin ti kes bimire. Keça min hate qetilkirin, ez naxwazin keç yan jî kurê ti kesê were qetilkirin. Îro em evqasê aştiyê dixwazin, dewlet bi mehane ti gav neavêtiye. Divê daxwazên me bêbersiv nemînin, êdî divê dewlet gav bavêje.”

‘BAWERIYA AŞTIYÊ HÊZ DIDE MIN’

Hatîce Uyar anî ziman ku tevî hemû tiştên qewimîne jî ew dest ji daxwaza aştiyê bernade û ev bang li dayikên Tirk kir: “Eger ez tevî her tiştî îro li vir dibêjim aştî, dayika Tirk jî divê bêhincet vê bêje. Zêdetir rijandina xwînê, feyde nade ti kesê. Baweriya bi aştiyê hêz dide min. Ez bi vê baweriyê ji aliyekî welêt dimeşim aliyê din. Divê her kes vê gavê bavêje.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎLOK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo: Ger komîsyon were, ez ê pêvajoya muzakereya demokratîk bidim destpêkirin
Nûçeya Pişt re Endezyarê ku hatibû revandin, hate qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Erdogan piştî kongreya PKK’ê daxuyaniya yekem da

Serokê AKP’ê Erdogan piştî ragihandina 12’yemîn Kongreya PKK’ê, daxuyaniya yekem da.

Ji aliyê Stêrk TV

DFG: Meha Gulanê 3 rojnamevan hatin girtin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora li ser binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: HTŞ 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hate qewirandin

SOHR’ê têkildarî pêvçûnên zêde yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniyê çeteyên Heyet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?