Çarşem, 8 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meclîsa ÎSÎG’ê: Meha Îlonê herî kêm 206 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG û DFG: Gûrbetellî Ersoz bû dengê berxwedana jinê û wijdanê çapemeniya azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiye li ber biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aştiya ku li muxatabê xwe digere – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî: Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê ve!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Veguherîna demokratîk û avakirina civakî wê bibe bersiva herî bi wate a li dijî komployê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li kêleka xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînera 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengaliyan êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê 810 roj li pey xwe hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa TJA’yê ya Amed-Enqereyê li Meclîsê ye: Meşa me 26 sal berê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    RAJÊ: Em ê li ser xeta Gurbetellî û Nujiyan bibin dengê jinên Êzidî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ketin hundirê Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşvanên jin: Guh bidin pêşniyara Birêz Ocalan a ji bo siyaseta muzakere û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava mehekê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Navenda berxwedana çandî ya 34 salî: NÇM

    Ji aliyê Stêrk TV

    Suleyman Çarnewa: Di 25’ê Cotmehê de em bi milyonan re daxwaza aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Ciwanên Kurd wê şehîdan ji xwe re bikin mînak
Kurdistan

HPG-NRÇ: Ciwanên Kurd wê şehîdan ji xwe re bikin mînak

HPG-NRÇ'ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet bi bîr anî û got, "Em ê bîranîna wan a pîroz bikin hinceta têkoşîneke hîn xurt a li dijî komploya navneteweyî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 41 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariyê ya HPG’ê hevrêyê me Şivan Cîlo li gel hevrê Kerîm Avareş û Şervan Perwer di 16’ê Hezîrana 2023’an de; ji milîtanên pêşeng ên PKK’ê hevrêyê me Ronî Baz Gever jî 10’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Em hevrêyên xwe Şivan, Ronî, Kerîm û Şervan bi hurmet, hezkirin, hesret û minet bi bîr tînin ku ewladên leheng ên gelê me yê welatparêz bûn. Di şexsê hevrêw Şivan û Ronî de şehîdên ezîz hemûyan bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi wan re dubare dikin. Ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên pêşeng, ji gelê xwe yê Gever, Amed û Kobanê yê berxwedêr, ku bi welatparêzî û serhildana xwe bû sembol û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrê Şivan û Ronî bi çanda esîl a gelê me yê Geverê mezin bûn, weke ciwanên Kurd ên leheng tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û cihê xwe li nava refên PKK’ê girtin. Hevrê Şivan 30 salan bêrawestandin ji Zagrosan heta bi Soran, ji Erzîromê heta bi Qendîlê, ji Kobanê heta bi Şengalê, ji Xakurkê heta bi Zapê li her devera Kurdistanê têkoşiya. Ji şervaniyê destpê kir û heta bi fermandaryia tîm, taxim, yekîne, herêm, eyalet, qad û fermandariya sewk û îdareyê li gelek qedemeyên Hêzên me yên Parastina Gel de bi erk û wezîfeyê rabû. Koordîneyê Berxwedana Kobanê ya Dîrokî, Fermandarê Qada Şengalê, Endamê Fermandariya Sewk û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Şivan ku pratîsyen û taktîsyenekî xurt bû, gihîşt wê şeref û rûmetê ku bibe Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariyê ya HPG’ê.

Hevrê Ronî jî weke şoreşgerekî profesyonel 17 salan ji bajarên Bakurê Kurdistanê heta bi metropolên Tirkiyeyê, ji zindanan heta bi çiyayên Kurdistanê û li gelek qadên din bênavber têkoşiya. Weke ciwanekî Kurd ê rewşenbîr, zane û rêxistinbûyî kolan bi kolan, tax bi tax bi fedakarî xebitî. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi dilxwazî, hewldan û keda xwe bû rêberekî ciwanan. Hevrê Ronî demeke dirêj li Koordînasyona Komalên Ciwan bi berpirsyariye rabû, bi sekn û pratîka xwe li nava hevrêyan hemûyan bû cihê bawerî, hezkirin û hurmetê û weke endamekî Komîteya Navendî ya PKK’ê pêşengî kir. Weke rêveber, milîtanê fedaî û şoreşgerekî Apoyî ku di dilê gelê me û ciwanên Kurd de cih girt, di nava dîroka me ya têkoşînê de bi rola xwe rabû.

Hevrêyên me Kerîm û Şervan jî yek jê ji Amedê, yek jî ji Kobanê tevlî nava refên têkoşîna me bûn, hevrêyên me yên ciwan bûn. Herdu jî bi ruhê fedaî yê Apoyî beşdarî nava têkoşînê bûn. Hevrêyên dilpak, durust û wêrek bûn ku ji bo azadiya Rêberê me û gelê me şer kirin. Bi pratîk û jiyana xwe weke milîtanên ku Apogerî bi cih anîn, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.

Lehengên fedaî yên gelê me yê geverê û pêşengên partiya me PKK’ê hevrê Şivan û Ronî, hevrê Kerîm û Şervan bi dilsoziya xwe ya qewîn a bi Rêber Apo hatin naskirin. Di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, em van hevrêyên xwe yên esîl bi bîr tînin. Em ê bîranîna wan a pîroz bikin hinceta xwe ya têkoşîna hîn bi hêz a li dijî komploya navneteweyî û bikin hinceta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.Di serî de gelê welatparêz ê Gever, Colemêrg, Wan, Amed û Kobanê, em di wê baweriyê de ne ku tevahiya gelê me ku hevrêyên me Şivan, Ronî, Kerîm û Şervan ji bo wan ked dan, xwê dan, berdêl dan, bi rengekî hêja van lehengan pêşwazî bikin. Em dibêjin, divê ciwanên Kurd Şivan û Roniyan ji xwe re bikin mînak û xwedî li têkoşînê û wezîfeyên demê derkevin.

Li ser vê bingehê em dilsoziya bi şehîdan re careke din dubare dikin, şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin û destnîşan dikin ku em ê meşa xwe ya Rêbertiya Azad Kurdistana Azad teqez bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Şivan Cîlo Gever
Nav paşnav: Yûnûs Demîr
Cihê jidayikbûnê: Şemzînan
Dayik-Bav: Ayşe-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ronî Baz Gever
Nav paşnav: Cûmhûr Korkmaz
Cihê jidayikbûnê: Gever
Dayik-Bav: Fatma-Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Kerîm Avareş
Nav paşnav: Demhat Baytar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nazîme-Vahît
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şervan Perwer
Nav paşnav: Fadil Abdî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Sewlî-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ŞIVAN CÎLO GEVER

Hevrêyê me Şivan li gundê Meleyan ê Şemzînanê ji dayik bû. Li gundê Alekan ê Geverê mezin bû. Di demekê de ku bêdengiya mirinê li Kurdistanê serwer bû, bi avabûna partiya me PKK’ê re gelê Kurd li cewhera xwe vegeriya. Vejîna neteweyî ya Kurdan, parçekirina siyaseta înkar û îmhayê rê li ber serhildanên gel ên mezin û bandoreke xurt a li seranserê Kurdistanê vekir. Di demekê de ku gelê Kurd bi rengekî gelekî dijwar şerê rizgariya neteweyî dimeşand hevrêyê me Şivan kete bi bandora vê têkoşîna pîroz. Destpêkê weke mîlîs tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û karên cuda meşand. Di sala 1993’an de biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrê Şivan weke milîtanekî ciwan ku dilê xwe bi hezkirina gel û welêt tijî bû li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir. Gihîşt wê asta rûmetdariyê ku li çiyayên warê xwe gerîlatiyê bike. Bi kesayetiya xwe hestewar, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û bi hevrêtiya xwe ya rû li ken bi jiyana PKK’ê re bû yek. Ji şervaniyê heta bi fermandariya tîm, yekîne û herêmê bi gelek wezîfeyan rabû. Heta sala 1997’an li gelek qadên Zagrosan bi fedakariyeke mezin û wêrekiyeke bilind têkoşiya. Hevrê Şivan ku şerker û gerîlayekî leheng bû, tevlî bi dehan çalakiyan bû. Sala 1994’an li Geverê di çalakiyekê de ji sîng û lingê xwe bi fîşekê, sala 1995’an ji milê xwe bi fîşekê, sala 1996 û 1997’an di çalakiyan de du caran bi parçeyên şarapnelê bi birîndar bû. Di doza azadiyê ya gelê xwe de her birînek weke nîşaneya rûmetê ya şoreşgeriya bi rûmet dît. Piştî ku li Zagrosan tecrûbe û danheviyeke mezin ji pratîka dijwar wergirt derbasî herêma Soran bû û heta sala 2000’î li vê derê kar kir. Sala 1998’an beşdarî nava perwerdeya kadro bû. Ji bo rêgeha pratîka xwe ya têkoşînê bi rengekî rast diyar bike, ji bo bibe xwedî rê û rêbaza Apoyî her tim xwe perwerde kir. Her kêliya jiyana gerîla ji bo xwe weke perwerdeyê dît û bi vê têgihiştinê ji jiyanê tecrûbeyeke mezin bi dest xist.

Vekişîna gerîla ya li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ya 2’ê Tebaxa 1999’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve weke lawaziyekê hate şîrovekirin û li dijî gerîla bi hezaran êrîşên ji bo tinekirinê kir, bi sedan gerîla şehîd bûn. Hevrêyê me Şivan ku ev rewş dît, bi tecrûbeya xwe ya ji salan û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bi israr pêşniyar kir û sala 2000’î derbasî Eyaleta Erzîromê bû. Heta sala 2005’an li Bakur di nava şert û mercên zehmet û giran de pênc salan bi fedakariyeke mezin kar kir û piştre vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Şivan sala 2005’an beşdarî dewreya perwerdeyê ya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû, li vê derê li ser xeta Rêbertî û şehîdan pratîka xwe ya salan nirxand. Li ber ronahiya Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê di îdeolojiya Apoyî de xwe kûr kir, li ser parêznameya ‘Parastina gelekî’ ya Rêber Apo xwe bi xurtî kûr kir. Bi qasî ku xwe kûr kir, her wiha hevrêyên xwe jî kûr kir û ji bo wan perwede bike çi ji destê wî hat, kir. Piştî ku pêvajoya perwerdeyê qedand, li ser bingeha pêwîstiyan ji bo Rojhilatê Kurdistanê li Qendîlê salên dûr û dirêj kar kir.

Hevrê Şivan ku xwe bi hişmendiyeke dîrokî û çanda kûr xemiland, ji felsefeya Rêbertî bixe meriyetê her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Li qadên ku lê wezîfe dikir neçareserî ti carî qebûl nekir, bi kesayetiya xwe ya afirîner û pratîkvan berê xwe da serketinê û ev yek timî ji xwe re kir esas. Di nava her şert û mercî de bû parêzvanê qewîn û xeta Apoyî û weke fedaiyekî ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne bi dil û can xebitî, ked da. Hevrê Şivan bi sekn û pratîka xwe ya şoreşgerî hewl da derdora xwe perwerde bike, hevrêyên xwe xurt bike. Bi vî rengî di nava têkoşîna me de ji bo gihandina bi sedan gerîla û fermandaran ked da. Sala 2014’an li Akademiya Hakî Karer bi berpirsyariya perwerdeyê ya akademiyê rabû û tevlî perwerdeyê bû. Bi tecrûbeya xwe ya ji salan hem xwe hem jî hevrêyên xwe perwerde kir. Ev salên ku HPG’ê xwe jinûve birêxistin dikir, bi dîsîplîneke mezin, cidiyet û hesta berpirsyariyê pêşwazî kir û hewl da ya ji dest tê bike.

Weke ku tê zanîn çeteyên DAÎŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrîşa qirkirinê bir ser gelê me yê Êzidî yê li Şengalê, di Îlona 2014’an de jî êrîşa qirkirinê bir ser gelê me yê Kobanê. Di demeke welê de ku hejmara DAÎŞ’iyan gelekî zêde û di asta herî bilind de bû, fedaiyên Apoyî destwerdaneke dîrokî kirin û ji bo Kobanê û Şengalê biparêzin têkoşîneke bi bandor meşandin. Ev têkoşîna dîrokî û destanî ku kete dilê raya giştî ya cîhanê û gelan hemûyan, mirovahî ji belayê DAÎŞ’ê rizgar kir. Her kes ji vê sekna hêja û pîroz a fedaiyên Apoyî bi bandor bû û jinên Kurd ên azad ji aliyê tevahiya cîhanê ve weke mînak hatin dîtin û naskirin. Di vê dema dîrokî de hevrê Şivan Gever rahişt çeka xwe û di payîza 2014’an de berê xwe da Kobanê û li Kobanê bi wezîfeya koordîneya şer rabû. Di Berxwedana Kobanê de taktîka şer a encamgir zelal kir, ji bo rêbaza gerîla bê rûniştandin ked da. Tîma wî fermandariyê ya xurt a ji fermandarên fedaî yên Apoyî, ku her yek ji yê din bêhtir bi tecrûbe bûn û di şerê li çiyayên Kurdistanê de şareza bûbûn, milîtanê bi ruhê fedaî û welatparêzên me yên bi seferberiyê bi wêrekî tevlî vê berxwedanê bûn, DAÎŞ têk birin. Fermandar û koordîneya vê serketina destanî hevrêyê me Şivan Gever bû ku ev hemû hêz di nava ahengiyê de da şerkirin û DAÎŞ li Kobanê têk bir.

Hevrê Şivan heta sala 2017’an li Kobanê, Minbic, Tebqayê bi ruhê fedaî yê Apoyî li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Di sala 2017’an de derbasî Şengalê bû û ji fermandarê me yê fedaî yê nemir Egîd Civyan-Vahdettîn Karay wezîfeya Fermandariya Herêma Şengalê wergirt. Hevrê Şivan li vê derê fermandarî ji hêzên gerîla re kir û di heman demê de tecrûbeyên xwe bi hêza xweparastinê ya gelê me yê Êzidî YBŞ’ê re parve kir. Bi sekn, tevlîbûn û pratîka xwe ya li Şengalê fermandariya Apoyî bi rengekî hêja temsîl kir û di dilê gelê me yê Êzidî de cih girt. Hêzên meyên HPG û YJA Starê wezîfeya xwe ya dîrokî ya li Şengalê bi rûyekî spî û serbilindî temam kirin, wezîfeya parastina Şengalê radestî YBŞ û YJŞ’ê kirin û di Nîsana 2018’an de xwe ji Şengalê vekişandin. Hevrêyê me Şivan jî weke fermandarê hêzên gerîla yên vekişiyan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me Şivan ku rewşa heyî ya şer û êrîşên dagirkeriyê yên dijmin dît, ji bo tecrûbeya xwe ya dîrokî ya ji Rêber Apo û hevrêyên şehîd wergirtî bixe xizmeta têkoşîna me, bi lez tevlî pratîka li çiyê bû. Beşdarî Fermandariya Sewk Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û weke endamekî vê fermandariya me bi berpirsyarî rabû. Careke din gihîştibû çiyayên Zagrosê ku lê ji dayik bû, mezin bû, lê tevlî nava refên gerîla bû, tecrûbeya xwe ya destpêkê li wê derê bi dest xist, lê bû fermandar û bi eşq dilsozê wê bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, bi fedakarî û israra xwe ya li ser serketinê kar û şerê parastinê xurt kir. Bû yek ji fermandarên me ku pêşwazî li êrîşên dijmin kir ku dijmin bi îdîayeke gelekî mezin, bi konsepteke navneteweyî û piştgiriya hêzên noker ên xwecihî di salên 2020, 2021 û 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Bû kedkarê wê pêvajoyê ku li Xakurkê, Avaşîn û Zapê derbên herî giran li artêşa dagirker xist. Berxwedana Zapê ya 2022’an ku di dema nêz de mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist, li gel hevrê Alan Milazgîr-Ender Budancer koordîne kir. Li vê derê rola xwe ya fermandariya dîrokî bi serketî bi cih anî.

Hevrêyê me Şivan ku meşa xwe ya şoreşê ya ji Geverê da destpêkirin li Zagros, Soran, Erzîrom, Şaho, Qendîl, Kobanê, Şengal û herî dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihand asta herî bilind, weke derwêşekî hemdem di nava 30 salên têkoşîna xwe de mohra xw danîn binê serketinên mezin. Hevrêyê me Şivan di 16’ê Hezîrana 2023’an de şehîd bû. Em soz didin ku nirxên pîroz ên ku hevrêyê me Şivan di oxira wan de canê xwe feda kir, mezin bikin û têkoşîna wî teqez bi serketinê tacîdar bikin. Em careke din ji malbata hêja ya şehîdê xwe re sersaxiyê dixwazin ku fermandarekî bijarte û leheng mezin kir.

RONÎ BAZ GEVER

Hevrêyê me Ronî li navçeya Gever a Colemêrgê li nava malbateke ji eşîra Ertûşî ji dayik bû. Li nava malbat û derdoreke bi hestên xurt ên welatparêziyê mezin bû. Yekemcar li dibistana navîn navê PKK’ê bihîst. Di dema xwendina lîseyê de bi rengekî rêxistinî tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Bi hestewarî ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bandor bû û beşdarî serhildanan û kar bû. Di heman demê de PKK xwend û ji aliyê îdeolojîk ve dest bi fêhmkirina wê kir. Tevlîbûna li nava refên gerîla ji xwe re kir armanc. Hevrêyê me Ronî ku ciwanekî karker, jîr û têgihiştî bû, heta lîseyê li Geverê xwend. Di sala 2006’an de mafê xwendina zanîngehê bi dest xist û çû Stenbolê. Li Zanîngehê û metropolan dema ku rastiya modernîteya kapîtalîst dît û pê re rû bi rû ma, nebû yek ji wan ciwanan ku cewhera xwe ji bîr kir û li ber bayê wê ket. Berevajî vê yekê esîltiya kesayetiya xwe, cewher, ziman û çanda xwe parast. Ya herî girîng jî baş zanîbû ku ji nava rastiya gelekî çawa hatiye, ji ber ku ji gelekî di bin zexta qirkirinê de tê, berpirsyariya xwe çi ye. Hevrêyê me Ronî ku xwedî çandeke civaka polîtîk a exlaqî ya xurt bû, ji ber vê yekê di dema xwendina zanîngehê de yekser tevlî karên xwecihî bû. Di sala 2007’an de li hemberî êrîşên fîzîkî yên li ser Rêber Apo yên li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê û bi pêngava ‘Êdî bes e’ ya tevgera me re biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava PKK’ê bû.

Ji lehengê pêşeng ê tevgera me ya ciwanan a şoreşger welatparêz hevalê Ozgur Ronî – Dervîş Koşker îlham wergirt û navê xwe kir Ronî ku ji sekn û hevrêtiya wî gelekî bi bandor bûbû. Hevrê Ronî piştî ku tevlî bû perwerdeya rêxistinî wergirt û ji bo xebatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate wezîfedarkirin. Ji sala 2007’an heta 2012’an bi rengekî çalak di asta rêveberiyê de beşdarî karên ciwanên şoreşger welatparêz bû û pêşengî kir. Di vê demê de gelek caran li zexta dijmin rast hat, bi qasî sê salan li zindanên dewleta Tirk dîl hate girtin. Lê belê her zexta dijmin daxwaza têkoşînê ya hevrêyê me Ronî mezintir kir, îradeya wî tûj kir û biryardariya wî zêde kir. Sala 2012’an piştî ku ji zindanê derket hat çiyayên Kurdistanê. Piştî ku demekê li çiyê ma, ji bo careke din pêşengiyê ji ciwanên li nava civakê bike berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Heta sala 2014’an li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê pêşengî ji karên civakî û ciwanan re kir û pratîk meşand.

Hevrê Ronî li nava Komalên Ciwan di astên cuda de tevlî perwerdeyê bû, timî xwe bi pêş ve bir, nû kir û meşa xwe ya li ser xeta Apoyî xurt kir. Di sala 2015’an de li Ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz di asta herî bilind de beşdarî perwerdeya rêxistinî bû. Bi dersên li vê derê dît, bi kûrbûn û nîqaşên xwe re ji bo peydakirina çareseriyê ji pirsgirêkên rêxistinî îdeolojîk re, gihîşt asteke girîng. Li ser bingeha paradîgmaya Apoyî mejî û kesayetiya xwe nû kir, hêz û moraleke mezin wergirt û perwerdeya xwe temam kir. Piştî perwerdeyê jinûve û bi biryardariyeke hîn mezin beşdarî Koordînasyona Komalên Ciwan bû û dest bi kar kir. Ji bo azadiya Rêber Apo û pêwîstiyên têkoşîna me her cûre kar li nava Komalên Ciwan bi fedakariyeke mezin kir. Hevrê Ronî ku evîndarê mezin ê gelê Kurd, welatparêzê rasteqîn û rêberekî ciwanan ê rasteqîn bû, bi hişmendiya xwe ya şoreşgerî, îradeya xwe ya xurt, sekna xwe ya qewîn, hevrêtiya xwe ya ji dil û kesayetiya xwe ya bi moral ronahî derdora xwe ronî kir. Li her cihê ku lê bû û di nava gel de bi hêsanî têkilî bi ciwan, extiyar bandor li her kesên ji her temenî dikir, xwe gihand wê asta profesyonelî û performansê ku mirov di dilê xwe de hîs dikir, ji pirsgirêkên wan re dibû çareserî.

Hevrê Ronî ku şoreşgerekî gelekî dilnizm bû, li kolan û taxan ji çalakiyên herî biçûk ên ciwanan destpê kir û heta bi rêxistiniya ciwanên rewşenbîr li zanîngehan, bilezkirina serhildanan, avakirina yekîneyên xweparastinê, tevlîkirina ciwanên Kurd li nava refên têkoşînê û Endamekî û Berdevkiya Koordînasyona Komalên Ciwan di her astê de kar kir. Di têkoşîna Apoyî de bi hişmendî, ked û têkoşînê xwe afirand. Hevrêyê me Ronî di nava Komalên Ciwan de bû xwedî tecrûbeyeke civakî, pêşengiya gel û rêveberiya kûr, ji sala 2016’an û pê ve bi rêk û pêk beşdarî civînên asta herî bilind ên partiya me PKK’ê bû ku bi  periyotên diyarkirî dihatin lidarxistin. Endametiya xwe ya fermî nebe jî wezîfeyên di asta endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê de meşand û ev wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Pêşengek bû ku di civînên Komîteya Rêveber a PKK’ê de bi rengekî çalak beşdarî nîqaşan dibû, nêrîna xwe zelal bû, ne tenê li ser pirsgirêkên ciwanan di heman demê de li ser pirsgirêkên giştî yên şoreşê kûr dibû, paşeroja xwe ronî û tevlîbûna xwe jî şareza bû. Di temenê xwe yê ciwan de berpirsyariya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di asta herî bilind de hilda ser milê xwe û bi hewldana bicihanîna pêwîstiyên vê yekê re bersiv da bendewariyên hevrêyên xwe. Demekê li Komîteya Perwerdeyê ya PKK’ê tevlî kar bû, li qadên îdeolojîk, teorîk û rêxistinî xwe kûr kir. Bi tevlîbûna xwe ya cewherî lêkolîn kir, xwend, nîqaş kir, hîn bû, hîn kir û ji bo xeta Apoyî serwer bibe têkoşîna xeta rêxistinî meşand. Piştre jî li deverên cuda berpirsyariya qada civakî û rêxistinî wergirt û têkoşîna xwe dewam kir.

Hevrê Ronî heta 20’ê Tîrmeha 2023’an ku şehîd bû, bi rêbaza xwe ya afirîner, tempoya bilind û eşqeke mezin ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me têkoşiya. Di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya profesyonel a 16 salan de mohra xwe danî binê serketinên mezin, cihê xwe di dilê bi hezaran ciwanan û gelê me de girt, di temenê ciwan de gihîşt wê asta rûmetê ku weke Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê pêşengiyê bike û bi vî rengî navê xwe li dîroka têkoşîna me nivîsand. Bîranîna nemir a hevrê Ronî wê di têkoşîna ciwanên Kurd de mezin bibe, Roniyek wê bibe hezar Ronî û doza azadiyê ya ku wî hebûna xwe di oxira wê de feda kir, bi serketinê bê tacîdarkirin. Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û gelê Geverê yê welatparêz re dixwazin.

KERÎM AVAREŞ

Hevrêyê me Kerîm Avareş li dilê Kurdistanê Amedê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Weke ferdê malbateke welatparêz û cewherî yê ji navçeya Dêrik a Mêrdînê mezin bû. Apê hevrêyê me Kerîm hevrê Cemîl – Kerîm Baytar sala 1977’an tevlî nava Tevgera Apoyî bû, yek ji gerîlayên Apoyî bû ku perwerdeya destpêkê ya gerîla dît, vegeriya welêt û şer kir, di pêvajoya pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a dîrokî de li Botanê tevlî kar bû. Hevrê Cemîl – Kerîm Baytar di 22’ê Îlona 1984’an de li gundê Spîvyan ê Gabarê şehîd bû û vê yekê kir ku ew bibe şehîdekî mezin ê Kurdistanê, bandor li gelê me bi temamî û li malbata wî kir. https://sehidjiyane.com/ku/2023/08/25/cemil-kerim-baytar/ Hevrêyê me Kerîm jî li gel ku apê xwe bi fîzîkî nedîtibû lê belê navê wî timî dibihîst û bi bîranînên wî mezin bû, kesayetiya xwe bi taybetmendiyên apê xwe şehîd Cemîl ava kir. Ruhê nemir ê şehîd Cemîl û nirxên wî yên şoreşgerî karakterê hevrêyê me Kerîm diyar kir û jê re bû rêyek ku piştre li ser bimeşe. Li dibistanên dewleta Tirk 12 salan xwend, ji ber ku ciwanekî gelekî jîr û jêhatî bû di asteke girîng de serketin bi dest xist. Lê belê çav, guh û dilê hevrêyê me Kerîm timî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bû. Bi bandora atmosfera şoreşgerî ya li Amedê zû tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Bi coş û eşqeke mezin di vî karî de ked da. Çalak bû, bi pêş ket û gihîşt wê biryardariyê ku di asteke hîn bilind de têbikoşe. Ji zarokatiyê ve dixwest bibe Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê, navê apê xwe hevrê Şehîd Cemîl – Kerîm Baytar li xwe bike, rahêje çeka wî û xwedî li bîranîna wî derkeve. Li ser vê bingehê di rojeke gelekî bi wate de, di 14’ê Tîrmeha 2014’an de ji Amedê tevlî nava PKK’ê bû. Gotinek heye ku dibêje, destpêk encamê diyar dike, gava destpêkê bandorê li gavên din dike. Di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de û ji Amedê tevlî bû. Ev yek gava destpêkê û ispata wê yekê bû ku hevrêyê me Kerîm wê li ser xeta bexwedanê ya hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bêteredût bimeşe.

Hevrê Kerîm ji hevrêyên xwe yên li Eyaleta Amedê perwerdeya destpêkê ya gerîla wergirt. Piştre jî derbasî Heftanînê bû û firsend dît ku beşdarî perwerdeyeke hîn berfireh bibe. Hevrê Kerîm ku xwedî kesayetiyeke têgihiştî, terbiyeya malbatê ya xurt, çanda welatparêziyê û hişmendiya rêxistinî bû, zû hînî jiyana kolektîf a komunal a gerîla bû. Bi coşa şoreşgerî ya di dilê xwe de zû tevlî pratîkê bû û tecrûbe wergirt. Bi jîr û jêhatîbûna xwe ziraviya jiyana gerîla û tecrûbeyên mezin ên gerîla pejirand, di kesayetiya xwe de bi cih anî. Hevrê Kerîm ku di nava gerîla de profesyonelbûyîn ji xwe re kir armanca bingehîn, di sala 2015’an de li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî perwerde dît û bû pispor. Piştî ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir û gerîlayên Apoyî jî dest lê werdan, di sala 2015’an de li Rojhilata Navîn li dijî DAÎŞ’ê pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kir. Hevrêyê me Kerîm jî ji bo tevlî vê berxwedana dîrokî bibe, gelê me yê Êzidî yê li Şengalê biparêze û azadiya Şengalê pêk bîne, derbasî Şengalê bû. Li Şengalê di nava yekîneyên leşkerî û kar de berpirsyariya xwe bi daxwaz û hewldaneke mezin bi cih anî. Di nava karên girîng de ku pêwîstî bi baldarî û hesasiyetê hebû bi berpirsyarî rabû. Weke gerîlayekî ku piştgirî, hêz û moral dida hevrêyên xwe, rola xwe pêk anî. Bi rûyê xwe yê li ken, bi henekên xwe, bi sohbetên xwe yên heneko û hevrêtiya xwe ya germ û ji dil bandor li her kesî kir. Hevrêyê me Kerîm rola xwe ya li Şengalê bi rengekî hêja bi cih anî, mîsyona xwe pêk anî û piştî ku hêzên HPG’ê sala 2018’an xwe vekişand, hat Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrê Kerîm ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê yekser hînî pratîkê bû, hînî taktîka gerîla ya dema nû û rêbaza çalakiyê bû. Ji fermandarî û gerîlatiya kûr a hevrêyê me Şivan Gever tecrûbeyên mezin wergirt ku demeke dirêj pê re ma û kar kir. Bi hevrê Şivan re bû hevrê, hewl da wî temam bike, di heman demê de tiştên jê hîn dibû hewl dida di kesayetiya xwe de şênber bike û bixe pratîkê. Hevrê Şivan û Kerîm nîşan da ku di nava PKK’ê de temenê mirov çi dibe bila bibe dikare bibe hevrêyên hev, dikarin ji hev hîn bibin û hînî hev bikin. Têkiliya navbera hevrê Şivan û Kerîm ji têkiliya navbera fermandar û şervan wêdetir, mînaka têkiliya hevrêtiyê bû ku milîtaniya bi ruhê fedaî yê Apoyî hev bi wate dikir, mezin dikir, hêz dida hev û hevdu temam dikir. Hevrêyê me Kerîm bi hevalê Şivan re ji Xakurkê heta bi Qendîlê, ji Avaşînê heta bi Zapê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir. Hevrêyê me Şivan sala 2022’an dema ku Berxwedana Zapê ya dîrokî koordîne dikir, hevrêyê me Kerîm jî li gel wî di nava karên biryargehê de bû. Bi wêrekî û ruhê xwe yê têkoşînê yê bilind tempo tevlî kar kir.

Hevrêyê me Kerîm weke apê xwe hevrêyê me Cemîl – Kerîm Baytar di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bû xwedî cihekî diyar, bi sekn, tevlîbûn, hevrêtî û şervaniya xwe navê xwe li dîrokê nivîsî, li gel hevrêyên xwe bû xwedî cihekî taybet û li gel fermandarê xwe yê ku gelekî jê hez dikir bi hevrê Şivan re 16’ê Hezîrana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hevrê Kerîm û Şivan bi salan li gel hev man, têkoşiyan, bi hev re şehîd bûn û bi vê yekê nîşanî her kesî dan ku hevrêtiya fedaî ya Apoyî mayinde û rasteqîn e. Em soz didin ku hevrêtiya wan a bi wate, bedew û heqîqî ji xwe re bikin mînak, hewl bidin bibin hevrêyên rast ên Rêber Apo û şehîdan û armancên wan bi ser bixînin.

ŞERVAN PERWER

Hevrêyê me Şervan li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya qedîm a li Kobanê ji dayik bû, ku bi berxwedana ji bo mirovahiyê navê xwe li dîrokê nivîsî. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz hîn di salên destpêkê de têkoşîna me ya azadiyê nas dikir û xwedî hişmendiyeke xurt a welatparêziyê bû, hîn di zarokatiyê de Tevgera Apoyî nsa kir. Piştî ku xalê wî hevrêyê me Rifat Hesen sala 2002’an şehîd bû, bala wî ya ji bo têkoşînê hîn mezin bû, bi guhdarîkirina li çîrokên lehengiyê yên gerîla her tim hişmendiya xwe teze kir. Piştî ku sala 2012’an Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, hevrêyê me Şervan pê hesiya ku di jiyana wî de êdî demeke nû destpê kiriye û ji dil bawer kir ku ev pêvajo wê bi azadiya gelê me tacîdar bibe. Ji ber vê yekê beşdarî nava karên şoreşê bû û hewl da wezîfeyên xwe yên ji bo gelê me bi cih bîne. Di vê pêvajoyê de felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hîn bî ku afirînerê şoreşê ye û her ku hêviya azadiyê ya gelan Rêber Apo nas kir hîn bêhtir xwe li têkoşînê girt. Her wiha di vê pêvajoyê de gelek milîtanên Apoyî nas kir, ji sekna wan, têkiliya wan a hevrêtiyê û fedakariya wan a ji bo azadiya gelê me bi bandor bû û ew milîtan ji xwe re kir mînak.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş bir ser Kobanê hevrêyê me Şervan li Kobanê bû û li vê derê bû yek ji hevrêyên me ku bi rengekî fedaî li ber xwe da. Li gel êrîşên derveyî mirovahiyê yên çeteyan û piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re, hevrêyê me bi îadeya Apoyî ya di dilê xwe de û hêza manewî ya ji hevrêyên xwe yên şehîd wergirtî, ji bo Kobanê nekeve fedakariyeke bêhempa kir. Hevrêyê me ti carî ji bîr nekir ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava di heman demê de şoreşa gelê Kurdistanê bi temamî ye, lewma ji kombûna gelê me ya li dora Kobanê gelekî bi bandor bû. Piştre hevrêyê me Gelhat Gabar – Ercan Kaya nas kir ku ji bo têkbirina çeteyan û azadiya gelê me ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Kobanê û derfet dît ku li gel wî têkoşînê bimeşîne. Hevrêyê me Şervan ji kesayetiya şehîd Gelhat gelekî bi bandor bû. Bi taybetî taktîkên hevrêyê me Gelhat ku çete têk bir, bû sedem ku hevrêyê me Şervan hîn bêhtir pê ve bê girêdan. Şehadeta hevrêyê me Gelhat bandoreke mezin li hevrêyê me Şervan kir. Hevrêyê me Şervan zanîbû ku dilsoziya bi şehîdan bi serxistina têkoşîna wan dibe. Li ser vê bingehê di serî de ji bo hevrêyê me Gelhat ji bo hêjayî şehîdên me hemûyan bibe biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike û hîn bi çalak beşdarî nava têkoşînê bû.

Hevrêyê me Şervan piştre li gelek herêmên cuda yên Rojava û karên girîng de xebitî, baweriya hevrêyên xwe vala dernexist. Bi saya kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar ji bo hevrêyên xwe yên ku pê re têkoşîn meşand bû mînak. Hevrêyê me ku di dilê wî yê durust de ji bilî azadiya gelê me armanceke din tine bû, bû milîtanekî Apoyî ku xwe bi temamî da gelê me. Hevrêyê me Şervan li gorî vê sekn û rêbaza xwe ya tevlîbûnê xwe ji azadiya tevahiya gelê Kurdistanê berpirsyar dît, zanîbû ku ji bo vê jî divê sînorên têkoşîna xwe berfireh bike. Li ser bedewiya çiyê ji malbat û hevrêyên xwe gelek çîrok bihîst, li gelek bîranîna guhdarî kir. Weke şervanê şehîd Gelhat gihîşt wê biryardariyê ku li çiyayên ew lê têkoşiya û wî ked da, têkoşînê dewam bike. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û yek ji armancên xwe yên mezin pêk anî.

Hevrêyê me Şervan ku bû heyranê heybeta çiyayên Kurdistanê, li ber xwe diket ji ber ku berê tevlî nava refên gerîla nebû bû. Lê belê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû, zû rengê xwe da jiyanê. Hevrêyê me ku ji aliyê leşkerî ve xwe xwedî tecrûbeyan bû, giranî da ser dersên îdeolojîk. Her ku dîroka me ya gel û têkoşînê hîn dibû, hîn bêhtir xwe nas dikir û fêhm dikir. Hevrêyê me di kesayetiya xwe de guherînên girîng kir û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî pejirand. Her çend ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbe jî bû bala xwe li ser taktîkên şer ên gerîla bû û li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger hevrêyên me yên li tunelên şer û di nava tîmên bi tevger de şer dikirin, ji xwe re kir mînak. Di mijara van herdu rêbazên şer de xwe bi pêş xist. Hevrêyê me hunerên nû li kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar zêde kir û weke gerîlayekî azadiyê yê pispor berê xwe da karên pratîkî.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo derbasî qadên ji şerê giran bibe israr kir û gihîşt vê armanca xwe. Hevrêyê me Şervan ku hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk xist pratîkê, bi wêrekî û derbên ku li dijmin dixist ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me şer û têkoşîna li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser xaka pîroz a Kurdistanê ji xwe re weke payeya rûmetê dît, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û afirandina siberojên azad ji gelê me re ji xwe re kir armanca bingehîn. Hevrêyê me Şervan ji bo vê armancê bi gavekê jî ji têkoşînê venegeriya û bû milîtanek ku divê ciwanên Kurdistanê ji xwe re bikin mînak. Hevrêyê me Şervan 16’ê Hezîrana 2023’an di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku armancên hevrêyê xwe Şervan bikin hinceta têkoşînê ya bingehîn û di şexsê wî de hêjayî şehîdên xwe yên pîroz bin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike
Nûçeya Pişt re KJK: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi gotinên Ramon Mantovanî rojên Ocalan ên li Romayê – 2

“Heke îro li cîhanê rêberekî rasteqîn ku hevsengî Nelson Mandela be, ew jî Serok Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li Lubnanê zêdeyî 100 doktor û xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Lubnanê di nava salekê de di…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Destkefiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 13'emîn a Şoreşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Veguherîna demokratîk û avakirina civakî wê bibe bersiva herî bi wate a li dijî komployê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li kêleka xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê semînera 9’ê Cotmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?