Malpera Dengê Binçavkiriyan Kurd û Rojhilatê Kurdistanê têkildarî sirgûnkirina girtiyeke jin ya siyasî daxuyaniyek da.
Li gorî malperê girtiyeke siyasî ya jin ji Girtîgeha Qerçek sirgûnî Girtîgeha Evîn hatiye kirin.
Hate ragihandin ku ne navê wê girtiyê û ne jî sedemê wê nehate zanîn.
Hate destnîşan kirin ku bi mehan in agahî ji girtiya jin nayê girtin û rewşa wê ya tenduristiyê xirab e.
Piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evîn, 70 girtiyên siyasî yên jin ji ber nebûna xizmetgûzarî, nebûna pêwîstiyên tenduristî, bê avî û qawîşên pêwîst, sirgûnî Girtîgeha Qerçek hatibûn kirin.