Ji 6’ê Cotmehê ve hikumeta demkî ya Sûriyeyê nahêle madeyên avahîsaziyê û sotemenî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bibin. Ji ber vê yekê qada avahîsaziyê hema bêje sekiniye.
Peymankarekî înşaetê li taxa Şêxmeqsûd nexwest navê wî were aşkerakirin, diyar kir ku ku dorpêçkirinê projeyên avahîsazî rawestandine û bûye sedema kêmbûna dahata bi sedan karkeran.
Her wiha destnîşan kir ku xebata heyî jî bi mîqdarên madeyên ku beriya dorpêçê werin danîn, tê kirin û hişyarî da eger dorpêç berdewam bike dê felaketeke aborî û zêdebûna bêkariyê çêbe.

