Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’
Jin

Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad diyar kir ku komîteya aboriya jinan yek ji komîteyên sereke yên girêdayî Kongra Starê re û anî ziman ku ev kar ji bo piştgirîdayîna hemû jinan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad derbarê kar û xebatê aboriya jinê ji ANF’ê re axivî.

Gulistan Murad diyar kir ku aboriya jinê di sala 2025’an de hate avakirin û yek ji komîteyên sereke yên girêdayî Kongra Starê ye û wiha got: “Armanca aboriya jin a sereke avakirina derfetên kar ji bo her jinekê ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin e. Kar û xebatê aboriya jin a sereke li ser koperatîf û avakirina projeyan tê meşandin. Ev jî li gorî sîstema netewa demokratik e da ku her kes xebatê ku dide meşandin girêdayî xwe bibîne û bi awayekî wekhev tê de kar were kirin û encam girtin. Ji ber di dema rêjîma Baas de sîstemek bi vê awayî nebû û bi taybet ji bo jinê. Jin nikaribûn cihê xwe di derekî de bigirin. Lê bi Şoreşa Rojava re derfet ji bo jinan hatin avakirin û niha jin di hemû saziyên Rêveberîya Xweser de cihê xwe wek hevserok digrin. Jinên di nav aboriya jin de jî cihê xwe digirin bi xwe biryara

‘ALIYÊ MANEWÎ YA ABORIYA JINÊ JÎ HEYE’

Gulîstan Murad got ku ku ji ber sîstema ku li ser jin hatîye ferzkirin, divê piştgiriya herî mezin a ji bo jinan di warê fikir de be û wiha got, “Li ser hemû jinan hişmendiya baviksalarî hatiye ferzkirin, ji bo wê jî hemû jin birçiyê îdeolojiyê ne. Ji ber vê yekê xebata aboriya jinê ne tenê madî ye, jin azadiya xwe tenê li ser serxwebûna madî nagire, her wiha divê jin xwe nas bike. Ji ber vê li kêleka xebata aboriyê, li kêleka jinan disekinin. Em ji ber xebata xwe divê her tim bizanibin ku pêwîstiya civakê bi çi heye û em piştgiriyê bidin civaka xwe.”

‘HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DI NAV XEBATA ABORIYA JINÊ DE CIH DIGRIN’

Gulîstan anî ziman ku sal bi sal kar û xebatê aboriya jinê berfirehtir dibe û wiha pê de çû, ‘’Kar û xebatê aboriya jinê ji salan 2015’an û heta niha bi derfet û rewşên pir zehmet heta roja îro berdewam dike. Her wiha sal bi sal xebat berfiretir dibe, sal bi sal hewildanên me ji bo derbas kirina kêmasîyên salên derbasbûyî tim li pêş e û bingehên ku lewaz hatine avakirin em xurtir bikin. Jii ber ku em aboriya komînal a civakî ne, hemû jin, hemû beşên civakê hemû pêkhate di nav kar û xebata aboriya jinê de cih digrin. Ji ber em wekî aboriya jin hewil didin ku bibin bersiv ji bo hemû jinên civakê. Ji ber em jî beşek ji Sûriyeyê ne, rewşa li Sûriyeyê rû dide bandor li ser xebata me jî dike. Ambargo, rewşa şer, êrîşên li ser binesazîya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ev hemû ji bo xebata aboriya jin weke zehmetî bûn.’’

‘EM Ê DI HER ALIYÊ DE PIŞTGIRÎ BIDIN JINAN’

Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de qala jinên ku ji Şehba û ji herêmên Sûriyeyê koçber bûne kir û got, ‘’Bi geşedanên ku di Sûriyeyê de derketine pêş re, bi rûxandina rêjîma Baas, her wiha bi hatina Hikumeta Şamê a Veguhêz û hişmendîya ku careke din hatiye ferzkirin re, rola jinê tê tunekirin. Her wiha li aliyek din koçberî jî çêbû û bi taybet koçberîya duyemîn a gele Efrînê ji herêma Şehba. Me piştgiriya ji bo koçberan weke erkekî sereke dît ku em di her aliyê de piştgiriyê bidin jinan. Ji bo ku em bikaribin ji wan re bibin piştgir, me karê xwe di her aliyê de berfirehtir kir. Gelê Efrîn bi pisporiya xwe a çandiniyê tên naskirin, ji bo wê me gelek projeyên çandiniyê vekirin, li kêleka wê projeyên me yên dirûtinê jî çêbûn. Her wiha piştî demek kurt me dît ku çawa li ser pêkhateya Elewî, Durzî û gelek pêkhatên Sûriyeyê kiryar û qirkirin hatin kirin û di asta yekê de jin tê de li pêş bû, ji bo wê gelek xelkên wan herêman berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me jî xwest em xwe bigihînin wan jinan. Niha hejmarek jinên ku ji wan herêman hatine, cihê xwe di nav xebatên me de digrin.’’

Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad di dawiya axaftina xwe de kar û xebatên ku di vê deme de têne meşandin kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî,  “Sala borî ji ber rewşa hawayê, me gelek zirar dît, ji bo wê me gelekî girîngî da çandiniyê. Her wiha da ku pirsgirêkên salên derbas bûyî careke din neyên jiyîn me gelek bîrên avê kolan, him jî projeyên enerjîyê hatin kirin. Di warê çandinî û tovan de gelek perwerde hatin dîtin. Gelek kargehên me yên dirûtinê li Kobanê, Amûdê hatin vekirin. Her wiha projeya me a kargeha Trîko, li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn kargeha Trîko ye. Her wiha gelek projeyên me yên dest ên cuda cuda hene.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Mexmûrê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê rewşa ewlehiyê nirxand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongreya Îslama Demokratîk serdana berxwedêrên Girkê Legê kir

Şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk a Meclisa Bajarê Girkê Legê serdana parêzvanên taxan kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Guzel piştî 33 salan, Guneş jî piştî 32 salan hatin berdan

Denîz Guzel piştî 33 salan, Bulent Guneş jî piştî 32 salên dîlgirtinê hatin berdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber dirûşmeya “Şehîd namirin” 10 meh cezayê girtîgehê dan Mîthat Yilmaz

Bi hinceta ku di dema şîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de dirûşma “Şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?