Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’yê rojnamevan Seyît Evran bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê rojnamevan Seyîd Evran cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Manîsayê êrişa çekdarî li ser dibistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrka sor Stenbolê: Egîd Tolhildan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna li biryara MEB’ê ya têkildarî Zazakî: Armanc afirandina dudilî û polemîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Bînbîr: Biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nobeda azadiyê’ ya li Mexmûrê bi koma 221’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kurkçu: Pêvajo êdî bi temamî derbasî aliyê hikûmetê bûye
Rojane

Kurkçu: Pêvajo êdî bi temamî derbasî aliyê hikûmetê bûye

Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertuğrul Kurkçu got: "Pêvajo bi temamî ketiye qada hikûmetê" û diyar kir ku dive bi lez gavên şênbêr ên ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê û azadiya Rêber Apo bên avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu têkildarî hevsengiyên siyasî yên nû ku piştî vekişîna komên gerîla ji Tirkiyeyê ya qonaxa duyemîn a pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo ve hat destpêkirin, ji ANF’ê re nirxand.

 

Kurkçu destnîşan kir ku pêvajo ya ku dihat pêşbînîkirin ji demek dirêj re hatiye hiştin û anî ziman ku ev derengketin rê li ber nerazîbûnan vekir. Kurkçu got, “Pêvajo bi tevahî derbasî aliyê hikûmetê bûye.” Kurkçu bal kişand ser lezgîniya gavên berbiçav ên ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û azadiya Rêber Apo bêne avêtin.

Kurkçu destnîşan kir ku deklarasyona 27’ê Sibatê hişt ku her kes bibe xwedî fikrên zelal û got, “Ez ji aliyê xwe ve bêjim ku heta ku min deklarasyon xwend di rewşa çevdêriyê de bûm, lê min fêm kir ku ev tenê ne pêvajoyek e. Beriya vê pêvajoyê serdemeke lihevkirinê. Yanî berî ku were eşkerekirin, heta beriya ku Abdullah Ocalan bi DEM Partî, şandeyê, yên din an bi parêzeran re têkilî dayne, tê famkirin ku serdemeke hevdîtinê hebû. Ez fêm dikim ku hin mijar hatine nirxandin û hin biryarên rêgezî hatine girtin. Divê em pêvajoyê bi vî rengî bixwînin.”

Kurkçu diyar kir ku bi xwendina pêvajoyê re rûberî du tiştan hatiye û destnîşan kir ku ya yekem ew e ku geşedanên dihat pêşbînîkirin ji demek dirêj re hatiye hiştin û wiha domand: “Piştî serdema salên 2013 û 2015’an yan jî heta sala 2025’an, serdema zilm û zoradariya 10 salan, di nava raya giştî de bendewariya başbûnek bileztir hebû.”

Kurkçu anî ziman ku derengketina pêvajoyê di nav raya giştî de bêhêvîbûn çêkiriye û diyar kir ku piraniya bar ketiye ser milê Tevgera Azadiya Kurd û wiha pêde çû: “Dema ku derengketin dest pê kir, bêhêvîbûn û dilşikestin jî pê re dest pê kir. Ji ber vê yekê dîsa berpirsyariya jiholêrakirina vê bêhêvîtî û dilşikestinê kete ser milê tevgera Kurd. Yanî xuya ye ku barê vê pêvajoyê gelê Kurd, şoreşgeran hilgirtine ser xwe.”

Kurkçu destnîşan kir ku bertekên piştî vê gavê erênî bûn lê qels bûn û got, “Heta ku tevahiya Tirkiyeyê bi pêşketinên ku nirx û çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo pêşerojeke baş bên bikaranîn neyê îqnakirin, wê ev gav lawaz bimîne. Ji ber vê yekê, ev pêvajoya demokratîkbûnê ya giştî wê wekî pirsgirêka sereke bimîne.”

HELWESTA ÎNÎSIYATÎFÊ Û SIYASIYA HEVPAR

Kurkçu beşdarbûna CHP’ê ya nava komîsyonê û ji bilî ÎYÎ Partiyê partiyên din bûne hevparê çareseriyê wekî “ji ber ku pêvajoya çareseriyê ya gelek hevkaran aniye rojevê, ev rewşeke erênî ye” bi nav kir. Kurkçu anî ziman ku tiştên esasî di destên Tifaqa Cûmhûr de ne û wiha domand: “Rola komîsyonê kêmtir e. AKP û MHP jixwe piraniya komîsyonê pêk tînin. Para mezin a van her du partiyan e. Ji ber vê yekê, heta ku her tişt ji hêla rayedarên MHP û AKP’ê ve nehatiye fikirîn, pêş amadekariya wê nehatibe kirin, divê were zanîn ku wê bi tena serê xwe ji komîsyonê derbas nebe. Ji ber vê yekê înîsiyatîfa rastîn di destê hikûmetê de ye. Em dixwazin gavên wan ên pratîkî bibînin.”

Kurkçu bi bîr xist ku di navbera Tifaqa Cûmhûr û Tevgera Azadiyê de diyalog heye, lê ji bo partiyên din beşdar bibin, divê ji pêşketinên erênî sûd werbigirin. Kurkçu diyar kir ku muxalefeta sereke CHP di bin êrîşeke neheq de ye û got: “Wekî ku tevgerê gotî, di rastiyê de hikûmet bi tevahî li dijî pêvajoya aştiyê rêyekê dişopîne. Ji ber ku hikûmet an jî qesr li ser hevsengiya ewlehiyê nêzîkî hevsengiya azadiyê dibin. Ew ne piralî û hemûgir in, lê ji aliyê yekane û teng lêdinêrin. Ev yek nahêle ku pêvajo bibe pêngava azadiyê, ev yek  pêşiya pevajoyê digire û mirovan dûr dixe.”

PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ NEBE NABE

Kurkçu anî ziman ku ji bo pêkanîna daxwazên Kurdan di pratîkê de nîşaneyek piçûk jî tineye. Kurkçu bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û wiha berdewam kir: “Her çiqasî hemû daxwazên din werin misogerkirin jî, perwerdehiya bi zimanê dayikê, azadiya zimanê dayikê ji bo Kurdan di asta nebe nabe de ye. Ji ber ku heta perwerdehiya bi zimanê dayikê nebe û zimanê dayikê neyê misogerkirin, ne pêkan e ku nasname û hebûna xwe biparêze. Mînak ji dibistanan seretayî heta pola dawî ya dibistana amadeyî bêyî şert û mercan divê li her derê rê li ber zimanê Kurdî were vekirin û şert e ku divê bêpere be.”

Kurkçu diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya weşana bi zimanê zikmakî werin rakirin û di rêveberiyên xwecihî de bi zimanê Kurdî xizmetê bikin. Kurkçu bi bîr xist ku ew li bendê ne ku hemû mafên ku beriya 2016’an hatine bidestxistin û di dema rewşa awarte de hatine betalkirin divê ji hêla hikûmetê ve paşve bên vegerandin. Kurkçu got ku DEM Partî divê rê li ber seferberiya zimanê zikmakî veke da ku van pirsgirêkan bîne rojeva raya giştî.

POZÎSYON Û AZADIYA RÊBER APO

Kurkçu destnîşan kir ku daxwaza azadiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd bi qasî “daxwaza hemû gelên cîhanê ya azadiya rêberê xwe xwezayî ye” û bingeha mirovî û siyasî ya vê daxwazê ​​jî wiha nirxand: “Ger xalek werçerxê hatibe, girîng e ku ew kesên ku bedelên herî giran dane kefaretê bidin wan, yanî şert e ku azadiya wan bidin wan. Mirovahî vê yekê ji me hêvî dike. Divê bihêlin ku Ocalan bi civakê, cîhanê û rûspiyên civakê re têkiliyê deyne.”

Kurkçu da zanîn ku bidawîbûna şerê çekdarî pêşketineke girîng e û divê hêza ku vê yekê kiriye wekî rêberê siyasî were qebûlkirin û got, “Ocalan di vê pêvajoyê de, piştî kesên ku dewletê birêve dibin, lîderî siyasî yê herî girîng ê Tirkiyeyê ye. Wê gavê wê hewceyî bi muzakerekirina Komîsyona meclisê ku gelo em bi Ocalan re hevdîtinê bikin an nekin, namîne. Berevajî vê, ew ê hewce bike ku beşdarî hewldan û rewatiya Ocalan bibe.”

GIRÎNGIYA MEŞA LI KOLNÊ

Kurkçu  banga beşdarbûna meş û mîtînga 8’ê Mijdarê ya ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Kolnê were lidarxistin, li her kesî kir.

Kurkçu axaftina xwe wiha domand: “Heta ku bindest xwe rizgar neke wê ti kes nikaribe wan rizgar bike. Lê destnîşankirina rêya vê yekê mafê wan bû. Gelê Kurd wê mafê xwe yê rewa yê civîn û xwepêşandanan, li gorî daxwazên civakê û di rêya aştiyane, diyalog û civaka demokratîk de bîne ziman.”

Kurkçu bal kişand ser pêwîstiya ragihandina daxwazên ku di meşa Kolnê de hatine raberkirin ragihînin du platformên siyasî yên girîng, Parlamentoya Ewropayê û Konseya Ewropayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em derbarê girtiyên nexweş de ti xebatê nabînin. Em derbarê şewitandin cezayan de jî ti xebatê nabînin. Azadiya Ocalan li ku ma? Ji ber vê yekê, gel di vê mijarê de înîsiyatîfê bigire hem maf û hem jî erka wê ye. Ji wan pêvtir ti kes nikare vê yekê bi cih bîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Bi ferzkirina wesayîta rîngê ya tîpa qefesê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG-NRÇ: Bahoz Zerdeşt fermandarekî fedayî yê Apoyî bû

HPG-NRÇ’ê nasnameya Bahoz Zerdeşt ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, eşkere kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

Li Şirnexê di pêvajoya doza Apro Dîrîl de, yê ku di lêpirsîna derbarê Şimoni Dîrîl…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Operasyonên sîstematîk, provokasyon in

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî operasyonên sîstematîk ên li dijî mafê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bagera Dujuanê li Japonyayê bû sedema mirina herî kêm 4 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’yê rojnamevan Seyît Evran bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRA’yê rojnamevan Seyîd Evran cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?