Dayika şehîd Halîde Kartal anî ziman ku zarokên wê nîne ku neketibe girtîgehê, êşkence nedîtibe û diyar kir ku ew bi kurê xwe yê şehîd re serbilind e. Halîde Kartal got, “Qet serî netewand. Carna e jî di çalakiyan de, di hevdîtinên li girtîgehan de dibêjim, Ez dayika Kemal im, serî li ber kesî natewînim.”
Halîde Kartal yek ji wan kesan e ku di salên 1990’î de tundiya dewletê dît, gerîla nas kir û girîngiya destketiyên bi têkoşînê fêhm kir. Halîde Kartal ku ji aştiyê bawer dike û ji bo wê têdikoşe, dayika Kemal Pîr (Kayhan Kartal) e ku piştî têkoşîna gerîlatiyê ya 11 salan di 21’ê Hezîrana 2022’an de di êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Dayika Halîde ji ANF’ê re qala têkoşîna xwe kir:
KOÇA JI NEÇARÎ YA JI QEREYAZIYÊ BER BI STENBOLÊ VE
“Em ji Qereyazi ya Erzîromê ne. Kurê min li gel kurê birayê hevserê min di sala 1991’ê de tevlî nava refên gerîla bû. Leşkerên Tirk ji bo wî dihatin. Leşker her cara dihatin êşkence li hevser û birayê wî dikirin. Xwarina me dirijandin. Leşkeran ewqasî êşkence dikirin ku dema ew diçûn hevserê min û birayê wî nikaribûn li ser piyan bisekinin. Me çend salan li hemberî vê êşkenceyê li ber xwe dan. Vê carê jî kurê min ê mezin hate girtin. 11 mehan girtî ma. Ji ber vê yekê jî min biryar da ku ji gund biçin. Ji bo zarokên xwe em ji gund hatin Stenbolê. Kurê min wê demê diçû dibistana navîn. Piştî ku dibistana wî ya navîn qediya ew jî hat. Li lîseyê dest bi xwendinê kir. Hingî 13 salî bû. Li lîseyê bêguman di nava karên rêxistinî de bû. Piştî ku lîse qedand wê biçûya zanîngehê, lê belê hate binçavkirin. 11 mehan girtî ma. Li wê derê gelek êşkence lê kirin. Hate berdan. Piştî du, sê mehan digot polîs timî li pey wî ne. Carna jî polîsan ew digirt û lê dixistin. Ji ber vê jî digot, êdî nikare li vê derê bimîne. Ji bo xwendinê çû Amedê.
PIŞTÎ GIRTÎGEHÊ GOT ‘NIKARIM BIMÎNIM’
Me bihîst ku hatiye binçavkirin. Kurê min ê mezin çû Amedê. Bêguman piştre dadgeha wî çêbû. Nêzî sê salan li girtîgehê ragirtî hiştin. Parêzer geriyan û gotin, hatiye berdan. Bi wekîl Faysal Sariyildiz re li heman koxûşê bû. Di çend hevdîtinan de em bi wî re jî axivî bûn. Sê rojan li wir ma. Piştre geriya û got, ez ê bêm dîtina we. Me bilêta wî birî. Bi balafirê hat. 5 rojan li malê ma. Got, min biryara xwe da; nikarim êdî li vir rûnêm. Bavê wî xwest, hinekî din bisekine. Got, hevalên min li benda min e, divê biçim. Me jî hurmet nîşanî biryara wî da. Me bilêta wî kirî û ew bir balafirgehê. Piştre ji Amedê geriya, got, dayê mafê xwe helal bike. Min mafê xwe helal kir. Demekê negeriya.
CAREKÊ SILAV ŞAND
Rojekê min karê partiyê dikir. Wê demê Selahattîn Demîrtaş namzetê Serokkomariyê bû. Li nava malan digeriyam ji bo karên hilbijartinê. Di çalakiyekê de di êrişa polîsan de ketim erdê, milê min şikestibû. Jinan ji min dipirsîn bê bi milê şikestî çima karên hilbijartinê dikim. Piştî karên hilbijartinê vegeriyam malê. Li min geriyabû, ji ber telefon girtî bû negihîştin. Ji ber ku nekarî bigihêje min li xwişka min a mezin geriya bû. Silav şandibû. Piştre me qet agahî jê negirt, heta ku agahiya şehadeta wî hat. Me konê sersaxiyê danî. Serê me pê bilind e. Yên bi wî re têkoşîn meşandin û şehîd ketin zarokên me ne. Yên di vê oxirê de êşkence dîtin zarokên me ne.
SERÊ MIN TI CARÎ NETEWIYA
Kemal yekî gelekî baş bû. Di zarokatiyê de jî ji bo hevalên xwe, cîranên xw,e malbata xwe dilsoz bû, gelekî baş bû. Çar kurên min hene, du jê mezintir in. Di nava kurên min de ê herî zêde li pêş bû. Bi dengê xwe, bi kenê xwe, bi karê xwe cuda bû. Parvekar bû. Gelekî hez ji hevalên xwe dikir. Niha carna hevalên wî yên zarokatiyê dema min dibînin tên gel min. Dibêjin em hevalên Kemal bûn. Qala wî dikin. Wêrek bû. Bi tena serê xwe radibû diçû. Haya bavê wî jê nebû, min ew dişopand. Li nava kolanan têkoşîn dikir. Hate binçavkirin û 11 rojan êşkence dît, lê belê serê xwe netewand. Serê me bilind kir. Îro ji ber vê yekê serê me bilind e.
EZ DIBÊJIM KU DAYIKA KEMAL IM
Carna di çalakiyan de, di hevdîtinên girtîgehan de dibêjim; Ez dayika Kemal im, serî li ber kesî natewînim. Timî êrişî min dikin, berî çend rojan ez binçav kirin. Me li hemberî Komploya Navneteweyî çalakî dikir, ez girtin. 9 jin hatin girtin. Heta sibehê em hiştin. Xwarin anîn me nexwar, av anîn me venexwar. Dema ku ji pişt ve destên me kelepçe kirin min got, ‘Gelo edalet ev e, dewlet ev e; destên jineke 70 salî ji pişt ve hûn kelepçe dikin’. Min ji fermandarên wan re got.
ZAROKÊN MIN ÊN GIRTÎGEH Û ÊŞKENCE NEDÎTINE NÎNE
Zarokên min ên girtîgeh, êşkence nedîtine nîne. Kurê min ê mezin kete girtîgehê, hinekî hate hiştin û hate berdan, lê careke din ceza lê hate birîn, 5 sal û nîvan girtî ma. Kurê min ê din 7 mehan ma û hate bedan, 2 salan ceza lê hate birîn. 3 salan îmze avêt. Kurê min ê din girtin, du sal û nîvan girtî ma. Piştre bi şert hate berdan. Roja ku Selahattîn Demîrtaş hate girtin bi êşkenceyê hate binçavkirin. 11 rojan li qereqolê hate ragirtin. Dema ku em çûn dîtina wî me dît ku pêlavên wî nîne, ser çavên wî werimî ye, piştre hate girtin. 11 mehan li girtîgehê ma. Kurê min ê biçûk dema dixwend hate binçavkirin. Bi rojan li qereqolê hate hiştin. Dadgehê 5 sal ceza lê birî. Bi şert hate berdan. Bİ vî rengî karîbû dibistanê biqedîne. Timî diavêtin ser mala me. Bİ rengekî nebaş nêzî zarokên me yên biçûk jî dibûn. Gelek caran ez jî zarokên min jî hatin binçavkirin. Rojekê me paşve gav neavêt.
HETA KU RÊBER APO AZAD NEBE EM AZAD NABIN
Em dixwazin aştî bibe. Dewletên hemû gelan hene lê ya me nîne. Zarokên me, extiyarên me timî li zindanan e. Serok Apo 27 sal in li zindanê ye. Ew lîderê me ye. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin; heta ku Serok Apo azad nebe em azad nabin. Heta ku ew azad nebe em nikarin azad bibin. Êş ketiye dilê gelek dayikan, dayik bi rojan, bi salan çavên wa li rê man. Hîn jî çavên wan li rê ne. Dayikan gelek rondik barandin. Li gel vê jî em aştiyê dixwazin. Bila destpêkê Serok Apo azad bibe, piştre yên li girtîgehana zad bibin. Hemû êedî extiyar bûn, nexweş in. Bila êdî derkevin û bigihêjin malbatên xwe. Em ji wan zêde tiştekî naxwazin. Bila aştî bibe. Serokê me 27 sal in li zindanê ye, em dixwazin azad bibe.”

