Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di hefteya dawî de ji 5 qadên li eyaleta Bakurê Kordofan 36.825 kes reviyan.
Piştî ku Hêzên Piştevaniya Bilez (HDK) kelha artêşa mezin a dawî bajarê El-Faşir a li Darfurê bi dest xist, şer belavî herêma Bakurê Kordofan bû.
Niştecihên herêmê ragihandin ku di navbera artêş û HDK’ê de li derdora paytexta eyaletê El-Obeid pevçûnên tund qewimîn.

