Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordû, serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest ku rewşa Hayatî Denîz Kaytan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê ragirtin di zûtirîn demê de were lêkolînkirin û ji bo tedawiyê were berdan.
‘DERFETÊN TENDURISTIYÊ YÊN LI BOLUYÊ JI BO VÊ TEDAWİYÊ KÊRHATÎ NÎN IN’
Ayten Kordû diyar kir ku Hayatî Denîz Kaytan girtiyekî nexweş e ku ji sedî 60 astengdar e, piştî tûmora mêjî bi nexweşiya epîlepsiyê dijî, du kîst di mêjiyê wî de hene û gelek pirsgirêkên wî yên giran ên tenduristiyê hene û wiha got:
“Di sala 2009’an de li Enqereyê emeliyata tûmora mêjî derbas kiriye, tevna tûmorê ya piştî emeliyatê mayî bi radyoterapiyê hatiye ziwa kirin, lê di pêvajoyê de nexweşiya epîlepsiyê pêş ketiye. Di krîza xwe ya epîleptîk a dawî de stûyê wî bi giranî birîndar bûye, di vekolînên hatine kirin de hat tespîtkirin ku di movikên stûyê wî de fitiq heye. Her wiha hat diyarkirin ku di bin guhê rastê û paş çeneyê de tûmor di nav xwîsyê de heye û divê eger ev tûmor mezin bibe, were emeliyatkirin. Pêwîst e di bin kontrola rêkûpêk de be û bi periyodîk li nexweşxaneyê were şopandin.
Kaytan, di heman demê de ji ber nexweşiya ortopedîk a lingê çepê, demeke dirêj e êşên giran dikişîne û daxwaza tedawiya bi şaneya kokê an jî veguhastina tevnê dike. Tevî ku ji Çileya 2024’an ve raporeke desteya tenduristiyê wergirtiye û serlêdanên cuda yên sewqkirinê kiriye, lê daxwazên wî yên sewqkirinê her tim hatine redkirin. Şert û mercên tenduristiyê yên heyî yên li Boluyê ji bo pêkanîna vê tedawiyê ne guncaw in.
Ev rewş ne tenê kêmasiyeke îdarî ye, di heman demê de binpêkirineke giran a mafê jiyanê û rûmeta mirov e. Li gorî xala 3. ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ‘kes nikare rastî îşkence, kiryareke nemirovane ye. Her wiha xala 17. ya Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, mafê jiyanê û parastina hebûna madî û manewî misoger dike. Li ser dewletê erk e ku jiyana her kesê/a ku di girtîgehan de tê ragirtin biparêze û gihandina wî/ê ya xizmetên tenduristiyê pêk bîne.”
‘HEM JI ALIYÊ HIQÛQÎ VE HEM JÎ JI ALIYÊ WIJDANÎ VE REWŞEKE NAYÊ QEBÛLKIRIN E’
Kordû destnîşan kir ku rewşa tenduristî ya Hayatî Denîz Kaytan ji bo berdewamkirina jiyana wî di şert û mercên girtîgehê de ne guncaw e û got, “Eger destwerdanên tibî yên pêwîst neyên kirin, rîska pêşketina nexweşiyên wî û encamên bêveger hene. Di van şert û mercan de hebûna wî di girtîgehê de hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê wijdanî ve rewşeke nayê qebûlkirin e.”
DAXWAZA BERDANA WÎ KIR
Ayten Kordû bal kişand ser wê yekê ku divê mafê jiyanê yê Hayatî Denîz Kaytan were parastin, rewşa tenduristiya wî di zûtirîn demê de ji aliyê desteyên tenduristiyê yên serbixwe ve were lêkolînkirin, sewqkirina wî ya nexweşxaneyeke tam-pêşkêşî ku dikare tedawiya wî ya tibî ya guncaw bike, demildest were dabînkirin û wekî girtiyekî nexweş were berdan.
Kordû anî ziman ku ji bo rewşa Hayatî Denîz Kaytan, girîng e ku Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) li cihê xwe lêkolîn bike û tedbîrên pêwîst bi lez bigire û got, “Girtiyê nexweş Hayatî Denîz Kaytan daxwaz dike ku ji bo tedawiya wî were sewqkirin ji Saziya Înfaza Cezayê ya Qirxlar a li parêzgeha Îzmîrê ku navendên tenduristiyê yên neqla hucreya kokê lê zêde ne. Di vê wateyê de, saziyên înfaza cezayê yên alternatîf jî di bin agahiya Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan de ne.”
					
							
			
                                
                             
