Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di 30’yê Cotmehê de li dijî xwekuştina di nav civaka Êzidî de, bi taybet jî jin û xortên ciwan, pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermaneke’ ragihandibû.
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da pêngava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ).
Daxuyaniya Fermandariya YJŞ’ê bi vî rengî ye:
“Em wek artêşa jinên azad, Yêkineyên Jinên Şengal’ê (YJŞ) di serî de gelê xwe yê Ezidî silav dikin. Em bi vê daxuyaniyê didin diyar kirin ku; wek hêzên leşkerî em piştgiriya pêngava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya; ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermaneke’ dikin.
Li Şengalê demên dawî, di nava civaka me ya Êzîdiyan de di serî de li ser jin û ciwanan û bi giştî li ser civaka me tundiyek dijwar tê dîtin. Bê guman ev tundî ji pêkhateya şerê taybet û ji ya şerê derûnî cuda nîne. Çi di hêla derûnî de, çi di hêla çandî de, heya di hêla fizîkî de û her wiha bi gelek cureyê tundiyê ve jin û ciwan rû bi rû dimînin. Dîsa bi êrîşên nîjadperest, olperest û zayendperest jî dibe bingeha tund û tujiyê. Di encamê de gelek jin û ciwan tundî dibînin û hinek ji wan jî xwe dikujin.
Bê guman civaka me ya Ezîdî bi bîr, bawerî, ol, çand û zimanê xwe ve heta van rojan hatiye. Gelê Êzîdî ji dîrokê heta niha ji gelek jenosîdan re derbas bûye. Lê bi feraset û çalakiyên xwe parastin re heta van rojan hebûna xwe mayînde kiriye. Gava em rastiya îro dinêrin, em bi tund û tujî, bi mijara xwe kuştinê ve bi destê xwe civaka xwe belav dikin û nexweş dikin. Û bi destê xwe fermana civakî ya fermana spî pêk tînin. Ev tund û tujî û xwe kuştin hemû di encama bê çaretî û bê hêvîtî de pêk tê. Gelekî ku bi berxwedaniya xwe heta van merheleyê hatibe gelo gengaz e ku bê çare bimîne? Hemberê ev dîroka ku bi xwîna hezaran Êzîdiyan hatiye avdan, çawa dikarin mirinek erzan ji xwe re bipejirînin? Pergala heyî pewîste rast were fêm kirin. Bi giştî di encama şerê taybet de, polîtikayên îmha, înkar û asîmîlasyonê de, ev kiryarê tund û tujî û xwe kuştin pêk tê. Ji xwe îro tişta herî xirap ew e ku civaka me bi van kiryaran re ji kok de birize. Di serî de jin, mêr û giştî ciwan jî dibin mexdurê êrîşan. Hemû êrîş û tiştên nebaş li ser serê wan de pêk tînin. Ev erîş jî dibin sedemên pirsgirêkên civakî. Dema bi xwe nikarin bibin hêza çareseriyê, wê demê çareserî di mirinê de tê dîtin. Lewma xwe kuştin zêde bûye, lê ev ne çareseriye! Em wek artêşek jin vê yekê rast nabînin û dijî vê ne. Ev rewş ji bo civaka Êzîdî pir xetere. Civak bi vî rengî ber bi tunebûnê ve dibe.
Di rastiya civaka me ya Êzdayêtiyê de xwedî derketina çand û civaka xwe heye. Li gorî baweriyên olî xwekuştin ji gunehên herî mezine. Di çanda Êzdayêtî de jiyanek wekhev, hevpar û komînal jiyîn heye, lê kiryarên tên jiyîn tu eleqeya xwe bi vê re nîne, ev ji rastiya xwe dûr ketineke.
Civaka me ne tenê ye. Em li pişt civaka xwe ne! Tu jin ne bi tenê ye, em li pişt tevahî jinan in!
Em wek Yêkineyên Jinên Şengalê bi her awayî ji pirsgirikên civakê re û ji pirsgirikê gelê xwe re, xwe berpirsiyar dibînin. Bila ne jin, ne mêr û tu kes bi destê xwe dawiya jiyana xwe neyne. Şûna wê bila xwe rêxistin bikin, xwe perwerde bikin, xwe zana bikin. Tu ferdek ji me mirinek erzan heq nake! Mirin pirsgirêkên heyî çareser nake, berovajiyê wê dijminê xwe, xêrnexwazan kêfxweş dike û bi ti awayî pirsgirêkan çareser nake. Em amade ne ku bi her şewazên pirsgirêkên heyî re bibin hêza çareseriyê. Ji ber em hêza xwe ji Rêber Apo digrin. Rêber Apo rastiya civakê, pirsgirikên civakê bi şêwazek hurgilî dinirxîne. Her ciwanek ango her kesê ku di jiyana xwe de xitimandinê dijî dikare bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ji wê taritiyê xilas bike û bigihêje ronahî yê.
Jiyan ne ji bo mirinê ye, jiyana bi rumet jiyana watedar bila bibe armanca me ya sereke. Bila hemû kes bizanibin ku çareseriya hemû pirsgirêkan heye. Mirov bi destê xwe pirsgirêk ava dike û ew ê bi destê mirovan jî ev pirsgirêk rabe. Ji bo pirsgirêk ji holê rabe hêza me ya leşkerî amade ye ku çi alikariya bê xwestin pêş bixîne û ji pirsgirêkan re bibe bersiv. Lewma em bang dikin ku; ev mijara tund û tujî, ew rastiya xwe kuştin em ji holê rakin. Em bi hevre bi fikrê Rêber Apo jiyanê watedar û mayînde bikin.”

