Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin
Rojane

Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

Dayikên Şemiyê di hefteya 1076'emîn a çalakiya xwe de, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Vê hefteyê ji bo Abdulkerîm Yurseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ku beriya 30 salan di bin çavan de hatin qetilkirin, edalet hate xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Berxwedana Dayikên Şemiyê ku çalakiya herî dirêj a Tirkiyeyê ye û ji bo daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin û darizandina sûcdaran hat destpêkirin, di hefteya 1076’emîn de jî berdewam kir. Malbatên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên ku li Qada Galatasarayê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Ji mirovên Şemiyê Setenay Yarici, daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Di hefteya 1076’an de Setenay Yarici diyar kir ku 30 sal in ji bo Abdulkerim Şemsettîn Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş edaletê dixwazin. Setenay Yariciyê wiha domand: “Di 27’ê Cotmeha 1995’an de, leşkerên Tabûra Komando ya Geverê, di bin fermandariya Serheng Mehmet Emin Yurdakul de, gihîştin gundê Agaçliyê yê Geverê. Gundî li qada gund hatin komkirin û kal û pîr bi erdê re hatin kaşkirin. Abdulkerîm Şemsettîn Yurtseven ê 73 salî ku di meşê de zehmetî dikişand, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Sarıtaş ê 13 salî hatin binçavkirin û bi wesayîteke leşkerî birin Tabûra Jendermeyan a Navçeya Geverê. Dema ku malbat çûn tabûrê da ku li rewşa wan bipirsin, Serheng Yurdakul got, ‘Ew ê 24 demjimêran werin binçavkirin.’ Lêbelê, dema ku heman malbat roja din vegeriyan, ji wan re hat gotin, ‘Me kes negirtiye, careke din neyên vir.’ Serlêdanên wan bê encam man û careke din ji her sê gundiyan agahî nehat girtin.”

Setenay Yariciyê diyar kir ku bûyer di qeydên Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê de wekî yekîneyeke di bin fermandariya Mehmet Emin Yurdakul de Şemsettin Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Sarıtaş lêxistin hatiye tomar kirin û Şemsettîn Yurtseven miriye. Setenay Yariciyê anî ziman ku Mehmet Emîn Yurdakul, şahidê bûyerê bûye, fermana kuştina du gundiyên din daye, bi baweriya ku ew ê şahidiyê bikin. Setenay Yariciyê bilêv kir ku her du gundî li qada perwerdehiyê ya tabûrê bi îşkenceyê hatine kuştin.

Setenay Yariciyê diyar kir ku doza  tevî îfade û îtîrafên şahidan hatiye vekirin, ji ber “delîlên ne bes” bi beraetê bi dawî bûye û got: “Îtîraza Dadgeha Bilind a Îstînafê jî di 2’ê Nîsana 2001’an de hat redkirin. Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di parastina xwe ya li hember DMME’yê de, hikûmeta AKP’ê binpêkirin qebûl kir, ‘xemgîniya’ xwe ji bo windabûna sê kesan anî ziman û soz da ku lêpirsîneke bi bandor bike.”

Setenay Yariciyê anî ziman ku ji bo dîtina windayan û darizandina sûcdaran tu gavên berbiçav nehatine avêtin û di salvegera 30’yemîn a windabûna wan de lêpirsînek bi bandor xwest. Setenay Yariciyê wiha berdewam kir: “Di derbarê îşkence û mirina sê gundiyên di bin çavan de û windabûna cenazeyên wan de pêvajoyek darizandina rastîn bidin destpêkirin.”

Piştî ku Dayikên Şemiyê ji bo windayên di bin çavan de qurnefîl li Qada Galatasarayê danîn, çalakî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li depoya parfuman şewat: 6 mirî, birîndarek
Nûçeya Pişt re Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jiyan û xwezaya gundê Elîreşê yê Binarê Qendîlê

Gundê Elîreşê gundekî kevnar ê Binarê Qendîlê ye. Herikîna jiyana komînal a gund li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê

Ji bo gerîlaya YJA Starê Încî Sumbul ku di 13'ê Kanûna 2021'ê de şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin

Xwediyên Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê yên 37'emîn diyar bûn. Herdu xelat ji Elahe û Elnaz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Greenlandê hişyariya sondajê da şîrketa petrolê ya girêdayî Trump

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şerê Ûkraynayê: Êriş dewam dikin, windahiya sivîlan zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Çînê hişyariya bagera Dolphinê: Bêhtirî hezar û 500 seferên balafiran hatin betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?