Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin
Çand û Hûner

Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

Di panelê de ku sernavê wê "Çîrokên Hevpar – Sînemaya Serbixwe" bû, bingeha sînemayê û rola sînemayê di belgekirina çîrokên herêmî û avakirina bîra dîtbarî de hatin nirxandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Îro di çarçoveya Festîvala Fîlman a Rojava de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, paneleke bi navê ‘Çîrokên Hevpar – Sînemaya Serbixwe’ hate lidarxistin.

Mêvanên panelê derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Haşim Aydemir, nivîskarê ji Rojava Xoşman Qado û nivîskara Elman Maren Green bûn. Her wiha gelek hunermend, rewşenbîr û sînemahez jî beşdarî panelê bûn.

Di panelê de, bal hate kişandin li ser bingehên teorîk ên sînemaya azad û hate tekezkirin ku divê bi metodolojiyeke dîtbarî ku li ser cih, zimanê dayikê û ezmûnên rojane ye, ji şêwazên bazirganî yên serdest dûr bê sekinandin. Her wiha rola jinan di vê cureya sînemayê de û zêdebûna beşdarbûna derhênerên jin, ji hêla beşdariya wan a di parastina nasname, bîr û nîşandana tundiya li ser bingeha zayendî de hate nirxandin.

Xoşman Qado bal kişand ser girîngiya azadiyê di çêkirina fîlman de û diyar kir ku hêzên serdest bandorê li mijarên sînemayê dikin. Qado got ku rola sînemayê ew e ku rastiyê eşkere bike û tiştên li ser rûyê erdê diqewimin eşkere bike, divê ew xizmeta berjewendiyên gel bike û rêya wan a ber bi azadiyê ve ronî bike.

Derhêner Haşim Aydemîr jî destnîşan kir ku vegotina devkî (çîrokbêjî) ji kamerayê kevintir e û gel ji bo ragihandina serpêhatiyên xwe serî li çîrokbêjiya devkî didin.

Aydemir da zanîn ku Şoreşa Rojava veguherîneke mezin çêkiriye, derfet daye Kurdan ku nasnameya xwe biparêzin û tevî êrîş û astengiyan jî serkeftinên girîng hatine bidestxistin. Her wiha diyar kir ku sazî ji bo parastina mafên hemû civakan dixebitin.

Maren Green, berî ku serpêhatiyên xwe yên li Rojava parve bike, behsa rewşa sînemaya li Elmanyayê û bandora wê ya li ser dîktatorî û avahiyên otorîter kir û di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev yekem car e ku ez beşdarî festîvalekê dibim û serdana Rojava dikim. Berxwedan û têkoşîna ku min li vir dît, ez pir bandor kirim. Ez dibînim ku tevî zehmetiyan jî mirov têkoşînê dikin; min ferq kir ku di fîlmên ku tên nîşandan de, rastî bi hemû eşkerehiya xwe têne belgekirin û ev ji bo min bûye çavkaniyeke îlhamê ya mezin.”

Hate destnîşankirin ku Festîvala Fîlman a Rojava ji bo pêşketina sînemaya azad û bilindkirina dengê civakên herêmî platformeke girîng e.

Çalakiyên festîvalê îşev bi nîşandana fîlman berdewam dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin
Nûçeya Pişt re Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî hikumeta veguhêz dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îranê cureyekî nû ya balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn

Hêzên Parastina Şoreşê yên Îranê cureyekî nû yê balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Atînayê bi hezaran kes ji bo Prosfygikayê daketin kolanan

Bi hezaran kes ji ber rewşa tenduristiya Chantzis ku 139 roj in di greva birçîbûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekaran daxwaza perwerdeya Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?