Li gorî çapemeniya Îsraîlê pergalên Arrow 3’yê yên ku tê plankirin werin kirîn, wê parastina menzîldirêj a Elmanyayê xurt bike û i heman demê de ji Hewldana Piştevaniya Asîmanên Ewropayê (ESSI) re were entegrekirin ku ESSI hewldana hevpar a parastina hewayî ya welatên Ewropayê ye.
Rêveberiya Berlînê vê pêngavê bi taybetî jî di serdema zêdebûna rîskên ewlhiyê yên ji ber Rûsyayê de hem ji ber ewlehiya xwe hem jî ji ber pêdiviya parastina hevalbendên xwe yên li Ewropayê diavêje.
Arrow 3 a ku ji aliyê Pîşesaziya Feza û Hewayî ya Îsraîlê ve li gel ajansa parastina moşekan a DYE’yê tê pêşxistin, pergaleke pêşketî ye ku dikare moşekên balîstîk ên derveyî atmosferê îmha bike. Ev teknolojî, dikare moşekên menzîldirêj ên dikarin serikên nukleerî, kîmyewî û biyolojîk hilgirin, bêyî ku bigihîjin armanca xwe wan rawestîne.
Arrow 3, di mîmariya parastina hewayî ya Elmanyayê de tebeqeya sêyem û ya herî derve pêk tîne; pergalên xwe yên IRIS-T û Patriot ên li hemberî gefên mezîlkurt û menzîlnavîn tên bikaranîn, temam dike.
Yekem lihevkirina têkildarî Arrow 3 ya di sala 2023’yan de hate îmzekirin, bi buhayê 3,5 û 4 milyar euroyan de bû û weke mezintirîn îxracata Îsraîlê ya parastinê ye. Têplankirin ku serikên yekem heya dawiya sala 2025’an werin teslîmkirin.
Hevdîtinên kirîna zêde ya ji aliyê Berlînê ve tê birêvebirin, armanc dike ku bi taybetî jî di rewşên êrîşên zêde de kapasîteya pergalê zêde bike û li hemberî gefên moşekên balîstîk ên navparzemînî parastineke xurttir dabîn bike.

