Sêşem, 13 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Êrîşa li Helebê êrîşa li dijî pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Enqereyê ne: Bila êriş bisekinin, Hakan Fîdan îstifa bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Kurdan rewş û qonaxeke nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran êrîşên ser Helebê hatin protestokirin, berxwedana Rojava hat silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Rûken: Perestgeha jinên çiyayî Kurdistan a bedew e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrmez: ‘Mafê Hêviyê’ wê rê li ber aştiya civakî veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogan: Li gel êrişan hemûyan jî gelê Kurd wê bibe xwedî statu

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Jinê: Divê hesabê sûcên hatine kirin bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr sûcên şer in!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hêzên Parastina Jinan wê tu caran gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Komên çete derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
Li Şêxmeqsûdê agirbesta qismî hat ragihandin
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Şîlan Kobanê bû mînaka jina serhildêr ku pergala desthilatdariyê ruxand’
Rojava

‘Şîlan Kobanê bû mînaka jina serhildêr ku pergala desthilatdariyê ruxand’

Malbatên Şehîd Şîlan Kobanê gotin ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîraseya şehîdan derkevin û xeta wan wê wan bigihînin serkeftinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Malbatên Şehîd Şîlan Kobanê di salvegera şehadeta wê de ji ANF’ê re axivîn û gotin ku vaye rejîma dîktator hat rûxandin, têk çû û xeta Şîlanan bi ser ket.

 

Dayika Şehîd Şîlan Kobanê Fatme Silêman Hebeş di salvegera şehadeta wê de axivî û got ku ew weke malbat soz didin ku wê heta dawiyê xwedî li mîraseya şehîdan, li xeta xwe ya Apoyî derkevin û wê heta dawiyê wê xetê bişopînin. Fatme wiha qala çîroka ji zaroketiya Şîlan Kobanê û heta sekna wê ya li hemberî fikra desthilatdariyê kir û got:” Şîlan di zarokatiya xwe de xwedî wê kesayeteke ku li hemberî her cure desthilatdariyê derket. Şîlan di refa yekê de ango di temenê xwe yê 6 salî li ber xwe da û zihniyeta paşverû qebûl nekir. Ew xwedî hêz bû.

‘DI 6 SALIYA XWE DE QALIBÊ EŞÎRTIYÊ ŞIKAND’

Keça min li bajarê Kobanê di refa yekem de diçû dibistanê, bavê wê jî ji ber tirsa lehiyê û hatina zivistanê ya bi hêz, ew her bi motorsiklêtê dibir dibistanê. Dûre ji ber rewşa me ya aborî, em neçar man ber bi Helebê ve ketin rê. Li wir bavê Şîlan digot ‘Ma kîjan keç diçe dibistanê’. Şîlan bi ya bavê xwe nekir û bi hêzeke gelekî xurt di dibistanê de her dibû ya yekem. Piştî salekê ji çûyîna dibistanê min bi dizî lênûsa malbatê dayê ji bo ku biçe xwe di dibistanê de fermî tomar bike. Di 6 saliya xwe de qalibê eşîrtiyê bi hêza xwe şikand.

 

‘ŞÎLAN BI HEZKIRIN BER BI WAN VE DIÇÛ’

Şîlan di temeneke biçûk de tevgera Apoyî nas kir, weke malbat me di sala 1982`an di meha Tîrmehê de nas kir. Cara ewil bi riya komeke şoreşgeran ku ji aliyê mamê Şîlanê ve ku wî ew grûp anîn mala me. Me got ‘Bila werin ba me’. Em hîna nizanin ku ew kî ne. Li ba me bûn û me malek a me bû û ya din jî ya mala mamê Şîlan bûn. Me got ‘Bila mamê Şîlan xaniyên xwe bide wan’. Wê demê me ew mal da wê grûpê û li wir dest bi perwerdeya xwe dikirin. Bi qasî 7 rojan li ba me man. Dûre gotin ku divê em hewşekê bigirin ji ber hîna heval tên û diçin. Ji wê demê de me malek ji wan re dît û ew derbasî wê malê bûn û ji wê demê Şîlan jî bi hezkirin ber bi wan ve diçû. Her dixwest li gel wan hevalan be. Min xwarin amade dikir, lê ji ber ewlehiya wan me dida Şîlan û xwîşkên wê. Şîlanê heta nedihîşt ku xwîşkên wê jî cihê hevalan nas bike. Ji ber wê çend kolanan şûn de xwişkên xwe disekinandin û ew bi tenê xwarin ji wan re dibir.”

‘CARA YEKEM JI BER NIVÎSA KURDÎ HAT GIRTIN’

Dayika Fatme wiha axaftina xwe berdewam kir û got ku Şîlan bi temenê xwe yê biçûk jî dest bi nivîsandin û fêrkirina xelkên li dora xwe ya bi zimanê Kurdî kir û got:” Hevalan jê pirsî ‘Şîlan tu dikarî zimanê Kurdî fêr bibî?’ Wê di cih de got erê û got ez dikarim li hevalên li dora xwe jî fêr bikim. Ji wê demê de ew fêrî zimanê Kurdî bû. Rojekê Şîlan bi zimanê Kurdî nameyek nivîsand, rêveberiya dibistanê jî ji ber nivîsandina bi zimanê Kurdî ewlekariya siyasî cara yekem dikevin dibistanê û Şîlan digirin. Di wê demê de xwişka Xeyrî Dûrmûş ya bi navê Jiyan ew bi hev re diçûn civînê û gel bi rêxistin dikirin.

Şîlan di wê demê de jî kete komên govend û dîlanê, lê bavê wê her digot biçe karekî din bike karê siyasî bike. Ji wê çaxê de karê siyasî dest pê kir û bi mehan di nava gel de bi tenê civîn birêxistin dikir. Wê demê Şîlan biçûk bû. Dayika bi navê Sûad bi qasî ku bi Şîlan bandor bû. Ew ji wê demê de ew soz dabû ku ew ê heta dawiya jiyana xwe di nava tevgerê de be.”

‘ŞÎLAN SOZA LI HEMBER DESTHILATDARIYÊ DA’

Dayika Fatme wiha qala girtina Şîlan kir û got: “Hevala Jiyan xwişek Xeyrî Dûrmûş ji Şîlan re got ku divê tu biçî akademiya Mahsûm Korkmaz û li wir du mehan çû. Di wê pêvajoyê de çend caran diçû û dihat akademiyê. Ew êdî bû refa 9`an û Şîlan careke din bi nivîsên Kurdî navên hevalên xwe nivîsî bû, hevalên xwe yên li dibistanê, careke din bi rêveberiya dibistanê re gotin û Şîlan û bavê xwe ketin zindanê. Sê rojan ew di zindanê de man û dûre jî bavê wê hat, wê jî bi vê tohmetê got ‘Mirovekî min li Bakurê Kurdistanê ye, min ev peyam ji bo wî nivîsand’. Dema ku bang li bavê Şîlan dikin. Bavê Şîlan dibêje ku ez wî nas nakim. Lê Şîlan li ser pereyan di berîka xwe de ji bavê xwe re dinivîse û dibêje ez vî kesî nas dikim. Di wê demê de jî herdu bera dan û wê demê de Şîlan li hemberî wê desthilatdariyê, soza xwe dide.

‘MIN NAVÊ ŞÎLAN LI KEÇA XWE KIR’

Ew ê bi grûpekê re derbasî Bakurê Kurdistanê biba. Ew ê di Kobanê de derbasî bajarê Bakurê Kurdistanê bibe û derbasî bajarê Pirsûsê bibe. Lê derfet pêk nayê û ew carek din vedigere Helebê. Di Pirsûsê re derbas nebû. Ew demekî derbasî Efrînê bû û li wir jî ew ê derbas biba, lê dîsa jî nikarîbû derbas biba ji ber grûp bi rê ketibû. Lê ew grûp bi destê Terzî Cemal şehîd bûn. Dûre keçikeke min çêbû û min navê Şîlan lê kir. Şîlan heta demekê wiha li Helebê ma. Dûre Serokatî ew xwestin û ew çûn Akademiyê li gel Rêber Apo. Dîsa jî li ser deriyê sînor a di navbera Libnanê û Sûriyeyê li gel şeş hevalên xwe, hatin girtin. Di wê demê de ew  du mehan di zindanê de ma.

‘BI TELÎMATA SEROKATIYÊ DERBASÎ WELAT BÛ’

Piştî ku derket got bila dayê bê akademiyê û li wir ez çûm. Beriya wê jî keçeke min di şahiyê de wefat kir. Ji bo şahî xirab nebe min keça xwe kir hembêza xwe û min keça xwe danî odeyê. Piştî ku şahî bi dawî bû. Her kesî sersaxî ji min xwest. Rêber Apo jî hat û sersaxî ji min xwest, min jê re got ‘Bila qurbana we be’. Ez sê rojan li wir mam. Dûre ez vegeriyam. Min kel û pelên wê amade kir û Şîlan di wê demê de ji min re got ez ê êdî derbasî çiyê bibim. Ew jî bi destê axeyên Iraqê bi telîmata Serokatiyê derbasî welat bû. Di wê demê de jî Şîlan xatir ji me xwest û piştî sê rojan agahî hat ku ew derbasî çiyê bûye.”

‘LEŞKERÊN SÛRIYEYÊ DIXWESTIN ŞÎLAN BIGIRIN’

Dayika Fatme anî ziman ku Şîlan gotiye ezê bêm û demekê li Helebê bimînim û wiha domand: “Bavê Şîlan got neyê li vir her kes beriya me dizane ku tuyê bêyî, li ser jiyana te xeterî heye. Piştî çend rojan telefonî me kir û got werin ez li filan cihî me ez ê we bibînim. Di wê demê de ez sê rojan li gel Şîlan mam. Di wê pêvajoyê de desthilata Sûriyeyê, her dixwestin ku Şîlan bigirin. Leşkerek diçû, deh dihatin, deh diçûn xwe weke dîwanan dikirin û li pêşiya deriyên me rûdiniştin. Ji ber wê jî me nedixwest careke din were girtin jî. Di wê demê de got ez ê êdî derbasî çiyê bibim. Ez û kurê xwe çûn û em rojekê li gel wê man. Di wê demê de rejîma Sûriyeyê, ew hatin me û gotin ku te û kurê xwe, we çû Şîlan dît û li wê derê jî ji min re got ku we li Heleba nû Şîlan dîtiye. Di wê demê de me got cihê xwe biguherin. Çûn gel malbatekê, bi şev derî hat lêxistin. Çawa heval Fûad dikeve malê, Şîlan dibêje zû em biçin. Di wê demê de ji ber ewlehiya herdûyan, ew destê hev digirin û derdikevin. Dinerin ku hemû kolan tijî leşkerên Sûrî dibin. Herdû em meşiyan me henek kirin û keniyan. Di wê çaxê de ew xwe li erebeyan dike û derbasî bajarê Qamişloyê bû.”

Dayika Fatme wiha berdewam kir: “Wê çaxê dilê min ji min re got êdî ez keça xwe nabînim. Di şeva şehadeta wê de, min ew di xew de dît, min di seet 5 û 5 deqeyan dema min çavê xwe vekiribû. Beriya wê min di xewde dît ku şîlana min hatiye pêşiya derî û ez dibezim pêşiya wê û ez dibêjim biçe, wê niha rêjîma Sûriyeyê bên. Şîlan di wê demê de pişta xwe da min û diçe. Di wê çaxê de jî Şîlan Şehîd dibe. Heta demekê min bi canê xwe hîs nedikir, dilê min eyan bû. Di kêliya şihadeta wê de weke ku ez felic bûme. Weke ku kezeba min jê bikeve, wê çaxê bavê Şîlan jî bi hestên cuda hîs dikir, ji min re digot ez nikarim biçim erebeya xwe bajom. Min jî got ku neçe, dengê mêvana ji derva tê û dibêje ma Fat digri ye. Dema hatin ketin hundir min ji wan pirsî we çima wiha got, wan jî got me negotiye wiha. Min got min Şîlan di xew de dît, wan jî got xewna te derketiye. Şîlan Şehîd bûye. Dewleta Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Îran bi destê wan keça min şehîd bû. Lê dîsa jî em serbilindin, em soz didin bi xwîna Şîlan ku em ê heta dawiyê xwedî li mîraseya Şehîdan û xeta Şehîdan, xeta Rêber Apo derbikevin û em ê bi wê bi ser bikevin.”

XWEDIYÊ FIKREKE AZAD Û BI HÊZ BÛ

Xwişka Şehîd Şîlan Kobanê Heyfa Baqî wiha behsa xwe û bîranîna Şîlan kir: “Şîlan a me ya herî mezin bû. Di nava malbatê de xwedî fikreyeke ji bo azadî û wekheviyê bû. Ew her ji bo jinê radibû, li dijî desthilatê û eşîrtiyê rabû. Wê neheqî li ser jinê nedipejirand. Di nava malbatê de pir dihat hezkirin. Di wê demê de min partî di zarokatiyê de nas kir. Şîlan kesayeta herî ku bi wan de girêdayî bû. Di cejna Newrozê ya ewil li Efrînê li gel mamên min beşdarî koma Agirî bû û Newroz bi stranên xwe geş kir.“

HERTIM DIXWEST BIÇE KAMPA MAHSÛM KORKMAZ

Heyfa Baqî anî ziman ku ew ji bo ewlehiya hevalan diparast, heta me nedihîştin ku em biçin cihê wan nas bikin, beriya çend kolanan, ew diçû em jî li wir diman û wiha got : “Tevlîbûna Şîlan di temenekî biçûk de bû, xwedî karektereke bi hêz û mînak bû di nava civakê de. Wê her digot ez dixwazim biçim kampa Mahsûm Korkmaz, ew keçika herî biçûk û ya yekem ku ji Helebê derbasî kampê bû. Di wê demê de dema vegeriya, di dibistanê de gelek caran hat girtin jî. Ez jî gelek caran ji bo Şîlan û Rêber Apo bi malbata xwe re ber bi kampê ve ketim rê. Min Rêber Apo dît, em du rojan li wir man. Min ji hevalekê pirsî, gelo wê Şîlan bê? Got dema karê xwe bidawî bike ew ê were. Em di şahiya 15`ê Tebaxê de çûn Akademiyê. Min Rêberê xwe li wir dît û hembêz kir.”

‘MIN EW KIR HEMBÊZA XWE MIN BAWER NEDIKIR YÊ DI NAVA DEST MIN DE ŞÎLAN E’

Heyfa wiha berdewam kir: “Ji ber germa havînê em li derve razeyî bûn. Di saet 2`yê şevê de deriyê me yê male lêket. Ez hişyar bûm. Min got ‘Kî li derî dixe’. Min dît dengê Şîlan e dibêje ‘Ez im’. Ez beziyam û min ew hembêz kir. Min bawer nedikir ku ew di hembêza min de ye û min ew hembêz kiriye. Dûre careke din Şîlan piştî 5 salan derbasî Sûriyeyê bû û ji çiyê hat. Ez û malbatê li berhevkirina zeytûnan de bûn. Di wê demê de Şîlanê agahî da me ku werin ez we bibînim. Me bi malbatê re got û em ji Efrînê hatin Helebê û dûre di sibehê de jî em çûn Şamê û me li wir careke din Şîlan dît. Min careke din ew bi hêz hembêz kir û em sê rojan li wir bi hev re man. Ez hîna bawer nakim ku ew ê were. Xwişka min Şîlan a biçûk li ber derî bû, me jê re got dema yek hat û dişibe te ew Şîlana me ya mezin e. Şîlana biçûk li ber derî dilîze. Ji wê de Şîlana mezin tê û dibêje ma tu ne Şîlana biçûk î, ew jî dibêje ma tu jî ne Şîlana mezin î. Ew herdu bi hêz hevdu hembêz kirin. Di wê demê de çand sal ketine, me hevdu nedidît. Ez wê rojê qet ji bîr nakim, ew ê heta hetayê di nava bîranînê me de bimîne.”

‘MIN BI HESTEKÎ CUDA HÎS KIR’

Heyfa di dawiyê de wiha qala şehadeta xwişka xwe kir: “Danê sibehê bû. Min jî di wê şevê de saet di 2’yê şevê de Şîlan di xew de dît. Şîlan di wê demê de hat û di şevê de xatir ji min xwest. Di wê şevê de heta sibehê ez ranezam, li ser telefonê bi hevjînê min re axivî û hevjînê min derket derve. Dema ku vegeriya ku dapîra te wefat kiriye. Dûre jî em ketin rê û çûn Şêxmeqsûdê. Dema ez ketim hindûr, min dît ku dapîra min li ber derî rûniştiye. Min kir qêrîn û min got ma kî ye, gotin Şîlan şehîd bûye. Min bi hestên cuda hîs kir di wê demê de. Lê dîsa em ê heta dawiyê xwedî li mîraseya şehîdan derkevin, em ê bi wê bigihêjin serketinê.”

‘MIN LEHENGIYA ŞÎLAN JI DAYIKA XWE GUHDAR DIKIR’

Birayê Şehîd Şîlan Kobanê Murad Baqî got ku ew dîktatorê Sûriyeyê yê ku her dem Şîlan dikir zindanê têk çû, Şîlan û hevrêyên xwe Şîlan bi ser ketin û bûn efsane û wiha got: “Dema ku Şîlan tevlê bû, temenê min biçûk bû. Dema ku nameyekî wê, ango wêneyekî wê dihat, min ew didît, ez di nava destên dayika xwe de lehengiya Şîlan di devê dayika xwe guhdar dikir. Bavê min jî her çîrokên Şîlan ji me re digotin. Bavê min digot wê Şîlan bê Sûriyeyê. Bavê min her di nava metirsiya ku Şîlan careke din bê girtin de bû. Rojekê telefon ji bavê min re hat û got ez ê we bibînim. “

REJÎMA SÛRIYEYÊ BI BIN KET Û XETA ŞÎLAN Û HEVRÊYÊN WÊ BI SER KET

Murad anî ziman ku rejîma Sûriyeyê gav bi gav li pey Şîlan bû û wiha anî ziman: “Piştî demekê Şîlan derbasî Sûriyeyê bû û got ez ê we bibînim. Her ji me dipirsîn gelo we Şîlan dît. Min ew dît û ew hembêz kir, wê demê min ji çavên xwe bawer nedikir, ew rojek ji jiyanê yê herî xweş ku min jiyan kir. Bi hemû cureyan rêbazan dihatin digotin divê hûn ji me re bêjin ku Şîlan li kuderê ye: Me jî got em nizanim li ku derê ye. Agahiya şehadeta wê di danê sibehê de bû, du kes ji malbatên şehîdan bûn hatin û ji me re gotin ku Şîlan şehîd bûye. Min bawer nedikir, min nizanî bû ku rast şehîd bûye. Lê xeta Şîlan wê ji me re bibe wesîleya serketinê. Vaye ew rejîma Sûriyeyê ya ku li Şîlan û hevrêyên wê digeriyan bin ketin û tiştekî wan nema. Vaye xeta Şîlan û ya Apoyî bi ser ket û em ê heta dawiyê jî xwedî li mîraseya şehîdan derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
Nûçeya Pişt re Di êrîşa li Humsê de kesek mir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

4’ê Nîsanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin

Bi boneya nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakiyên çandî hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê şehîd Arîn Marînos bi bîr anî

HPG'ê gerîla Arîn Marînos (Esma Tekîn) bi bîr anî ku Tebaxa 2022'an li Herêmên Parastinê…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Di nava rojekê de 16 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de li herêmên di bin desthilatdariya Şamê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Zarokê ku di êrîşa li ser nexweşxaneyê de birîndar bûbû, şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê kantona Cizîrê bi yek dengî bang kir: Berxwedan Jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî li Hesekê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çete bi doçkayan êrîşî malên Dêr Hafirê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?