Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdar Hecî ku di heman demê de endama Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Muzakereyên bi Şamê re ye, rewş û bûyerên di nava salekê de li Sûriyeyê qewimîn ji ANF’ê re nirxand.
Sozdar Hecî diyar kir ku li Sûriyeyê di nava salekê de gelek bûyer bi lez qewimîn û got, “Pergala Baasê ku zêdeyî 60 salan li Sûriyeyê li ser hikum bû, têk çû. Vê yekê hevsengî hemû guhert. Sûriye ji aliyê erdnîgarî ve cihekî stratejîk e û bi gelek dewletan re cîran e. Lewma vê guhertinê bandoreke mezin li herêmê kir. Dewletên cîran her tim serweriya xwe li ser pegala heyî ferz kirin. Hilweşîna pergala heyî feydeyeke mezin ji bo gelan hebû. Lê belê yê ku ket şûna wê pergalê eger demokratîk bûya wê tiştên gelekî baş biafiriya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke hêz û pergal em karên xwe yên siyasî û rêveberiyê li ser demokrasiya civakî ve dimeşînin. Zêdeyî deh sal in em li ser vê pergalê dimeşin. Guhertinan bandor li me jî kirin û li ser têkiliyên bi Sûriyeyê re jî kir. Îran û Rûsya bi Sûriyeyê re xwedî têkiliyên xurt bûn. Bi taybetî jî Rûsya ku heta niha jî têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re hene. Lê piştî hilweşîna pergala heyî û pergala ku kete dewsa wê, di aliyê fikrê Baasî ve guhertin çênekir. Ev guhertin ji bo Sûriyeyê û tevahiya herêmê guhertinên dîrokî ne.”
HILWEŞÎNA REJÎMA BAASÊ
Di dewama axaftina xwe de Fermedar Sozdar Hecî li ser pêvajoya hilweşîna rejîma Baasê û bandora wê ya li ser Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Sozdar Hecî got, “Di 27’ê Mijdara 2024’an de ji herêmên ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam de operasyonek li Sûriyeyê hate destpêkirin. Ev di despêkê de weke planeke berfireh nedixûya, lê piştre diyar bû ku bi lihevkirinê re ku piştre HTŞ’ê jî anî ziman, rê li ber Heyet Tehrîr El Şam hatibû vekirin ku tevahiya Sûrîyeyê bigire. Ev jî tê wateya ku êdî wê bi rejîma Baas re nemeşin û li gorî tifaqên ku çêkirine rejîma Baas xizmeta dewletên mezin û cîran nedikir. Lê hilweşîna dewleteke ewqas bi kok, xwedî artêş û rêxistin a di nava 12 rojan de karê hêzên ji derve ye, ango ne yê hêzên hundirîn e. Yek ji komên ku êriş pêk anî jî HTŞ bû, ku çûne heta Şamê. Lê ji Helebê û heta Şamê şerekî rû bi rû çênebû û Şam bi destê wan hate girtin.”
ÊRÎŞÊN LI SER HELEB, TIL RIFAT Û ŞEHBAYÊ
Sozdar Hecî her wiha anî ziman ku li herêmên ku ew lê ne û herêma Şehbayê ku gelê Efrînê xwe lê girtibû, li gel Helebê rastî êrişên giran ên komên çete yên ser bi dewleta Tirk hatin. Sozdar Hecî got, “Weke gava destpêkê, êriş li ser Til Rifat, Şehba û heta li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin kirin ku hîn jî dema firsendê dibînin êrişan dikin. Li navçeyên Şêrewa, Til Rifat û herêma Şehbayê bixwe berxwedaneke mezin li hember wan koman hate kirin. Ji ber ku wê gelê me di qetlîamê re derbas bûbûya, wekî fermendariyên QSD û YP’Jê me rewş nirxand û rastiya ku me anî ziman pir li ber bi çav bû. Ji bo wê berî ku ew kom êrişên xwe destpê bikin pêwîstiya me bi cihkirineke baş hebû ku gel biparêzin, heta ku biryarek din tê girtin.”
BERXWEDANA GEL Û ZAROKÊN GEL LI BENDAVA TIŞRÎNÊ
Fermandar Sozdar Hecî qala berxwedana li xeta Bendava Tişrîn û Qereqozaxê kir û got, “Piştî wê şer li Minbic, Qereqozax û Bendava Tişrînê û heta Dêr Hafir belav bû. Di wan xetan de şer û berxwedaneke pir mezin hate raber kirin. Berxwedan li herêmên ku berê me dixwest em ji pergala berê ya Baasê rizgar bikin û gelên wan deran ji komên çete û DAÎŞ’ê biparêzin jî belav bû. Me xwe heta bi Dêr Hafir û gundê Meskenê, xeta Etreya û heta bi Dêra Zorê li hember komên çete bi cih kir. Ji ber ku nêzîkatiya van koman li dijî me heman nêzîkatiya ku bi salane didin meşandine. Ji ber ku zihniyeta wan ne ew e ku Sûriyeyê ji rejîma Baasê rizgar bikin û şoreşeke azadiyê ya gelan rizgar bike bû. Şerê wan li hember pergala demokrasiyê û xwe bi xwe birêvebirinê bû. Êrîşên ku li ser hêzên me dihatin kirin hemû bi teknîk û alîkariya dewleta duyemîn a NATO’yê bûn. Lê li hember wê ciwanên herêmê ji hemû pêkhateyan bi taktîkên şerê demê berxwedaneke mezin bi pêş xistin. Di vî alî de li Bendava Tişrînê de gel û zarokên gel bi hemû pêkhateyên xwe berxwedaneke bi mehan ji bo parastina bendavê meşandin û bûn temsîla civaka demokratîk ku çawa xwe û şervanên xwe biparêze.”
‘QSD RÊ LI PÊŞ HEWLDANÊN JINÛVE ZINDÎBÛNA DAÎŞ’Ê GIRT’
Fermendar Sozdar Hecî anî ziman ku QSD rê li pêş hewldanên DAÎŞ’ê yên jinûve zindîbûnê girt û dewam kir, “Ji ber vî şerê ku hate kirin, valahiyeke ewlehî çêbû û DAÎŞ cardin dixwest ku ji vê zemînê sûd werbigire û bi awayekî xurt vegere herêmê. Derbasbûna hêzên QSD’ê ya bajarê Dêra Zorê, Meyadîn û El Bû Kemal pêşî li vê yekê hat girtin. Her wiha berê li wan herêman, li hember me û herêmên me, êrîşên xwe bi navê Dîfaa El Watanî û eşîrên ku dostanî bi rêjîma Baasê re dikirin ve û yê herî esasî jî bi rêya DAÎŞ’ê pêk dianîn. Gava ku QSD’ê di Dêra Zorê de avêt, pêşî li xewn û xeyalên DAÎŞ’ê girt. Derbasbûna QSD’ê ya van herêman bi awayekî bi ewle bû. Her wiha bi awayekî bi ewle jî herêm derbasî hikumeta Sûriyê ya demkî hate kirin. Ev yek jî bi armanca ku em heman welatî temsîl dikin û temahiyeke me ya cuda tune ye hat kirin. Bi vî awayî gavên pir serketî li hember DAÎŞ’ê hatin avêtin. DAÎŞ niha kengî derfetekî dibîne, dixwaze xwe li herêmê bi cih bike. Di hundir salê de jî bi dehan êrişên ku DAÎŞ dixwestin li hember me pêk bîne hebûn û li hember wê jî operesyonên QSD’ê bi hevkariya Koalîsyona navdewletî re li dijî DAÎŞ’ê hatin lidarxistin û serketî bûn.”
‘BANGA RÊBER APO DI CIH Û ZEMANÊ XWE DE BÛ’
Sozdar Hecî li ser bandora banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk jî axivî û anî zimank u vê bangê bandoreke erênî û mezin li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkir û got: “Di nav salê de banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin. Ev bang weke dermanekî bû ji bo li hember şeran were sekinandin. Di pêvajoyeke ku tê de hev kuştin û ferzkirina desthilatdariyeke ku li ser hemû nirxên civakê dihate kirin de û bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk ve ku her tim me weke xeterî didîtin de, ev bang hate kirin. Ev bang di dema xwe de bû. Rêber Apo di pêvajoyeke ewqas hesas de banga sekinandina şer kir ku pirsgirêk bi rêya diyalogan werin çareserkirin. Pêwîste ku ev danûstandin bi rengek azad û demokratîk bin. Bandora banga Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser tevahî Sûriyeyê hebû. Piştî banga Rêber Apo hevpeymanek hat çêkirin. Ji bo wê jî banga Rêber Apo bangeke di cih de bû û cihê manewiyatê yê pir mezin bû. Ji ber ku bi vê bangê bawerkirin heye.”
‘HEVPEYMANA 10’Ê ADARÊ PÊŞÎ LI QIRKIRINA CIVAKÊ GIRT’
Endama Fermandariya Giştî ya QSD-YPJ’ê Sozdar Hecî di axaftina xwe de qala hevpeymana 10’ê Adarê ya di navbera QSDê û Hikumeta Veguhêz a Şamê de jî kir û got: “Di 10’ê Adara 2025’an de hevpeymanek hate îmzekirin. Hevpeymaneke di cih de bû û bersiva banga Rêber Apo bû. Ji ber hevpeymana 10’ê Adarê pêşî li qirkirina civakê hate girtin û bû derfetek ku hemû hêz xwe di ber çavan re derbas bikin ka çawa dikarin bi hev re danûstandinê bikin. Her wiha xalên hevpeymanê girîng in û pêwîste ku li ser werin sekinandin da ku gel neyê tunekirin û bûyerên ku berê qewimîn careke din dubare nebin. Ji ber ku me bi armanca avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê têkoşînek daye meşandin û bi hezaran şehîd dane. Ji bo wê em nikarin wek berê bijîn. Ev hevpeymana ku hate îmzekirin bûyer û tiştên berê dihatin kirin qebûl nake. Bersiveke ji bo hemû civakan û bi taybetî jî ji bo gelê Kurd. Gelê Kurd di vê hevpeymanê de xwedî hebûne ku wekî welatiyekî hemû welatan bikaribe bijî û xizmeta welatê xwe bike. Her civakek wekî xwe, bi nasname, ziman û çanda xwe bijî. Heta niha yek ji xalên wê hevpeymanê nehatine pêkanîn. Tenê xala ku hatiye pêkanîn a bê şer bûyîn e û li gel wê jî li tevahî Sûriyeyê her tim şer hebû.”
Wê dewam bike…

