Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayika Aştiyê Hediye Dûman hate veşartin
Rojane

Dayika Aştiyê Hediye Dûman hate veşartin

Dayika Aştiyê Hediye Dûman ku doh jiyana xwe jid est da, li Mîdyadê bi gotina "Oxir be ji te re dayika lehengan" hate veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Cenazeyê endama Meclisa Dayikên Aştiyê ku duh li Stenbolê wefat kir, ew ji Stenbolê anîn Mêrdînê. Karwanê cenaze ku nîvro gihîşt navçeya Artûklû ya Mêrdînê, ji aliyê komeke ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di nav de bûn ve hat pêşwazîkirin û dû re ji bo veşartinê ber bi Midyadê ve hat birêkirin. Karwanê cenaze ku li Midyadê ji aliyê girseyeke mezin ve hat pêşwazîkirin, ber bi gundê Kêferzê ku gundê malbata Duman e, ve çû.

Komeke mezin ku malbata Dûman, Dayikên Aştiyê û nûnerên Komeleya Alîkarî, Piştgirî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYADER) di nav de, bi wêneyê Hediye Dûmanê heya goristana gund meşiya. Li goristanê, Dayikên Aştiyê darbesta Hediye Dûmanê li ser milên xwe hilgirtin û bi tilîliyan ber bi cihê ku lê hat veşartin ve çûn.

Piştî pêkanîna rêûresmên olî, merasîma cenazeyê Hediye Dûmanê bi gotinên “Oxir be, dêya lehengan. Oxir be dayika şehîdan” pêk hat. Li kêlika gora Hediye Dûmanê laçik hat girêdan û piştî duayan axaftin hat kirin.

Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Turkan Durçê di merasîma cenaze de axivî û got: “Dayika Hediye, dayikeke aştiyê bû. Ji sala 1992’yan vir ve di nav Dayikên Aştiyê de bû. Ji bo aştiyê li her derê geriya. Ji ber zilm û zorê gundê xwe terk kir. Lê têkoşîna xwe bi xwe re bir. Heta îro, wê her tim aştî dixwest. Wê yek ji zarokên xwe winda kir. Wê dixwest keça xwe sax û silamet bibîne; lê bêyî bigihê vê daxwaza xwe, koça dawî kir. Em hêvî dikin ku aştî were ser van axan û dayik û zarokên xwe bigihên hev. Cihê wê cinet be.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz mafê axaftinê girt û bal kişand ser têkoşîna Hediye Dûman û diyar kir ku wê jiyana xwe ji bo têkoşîna aştiyê terxan kiriye. Salîha Aydenîzê destnîşan kir ku Hediye Dûman û bi hezaran dayikên din ên mîna wê ji bo azadiya Kurdistanê û azadiya Kurdan têkoşiyane û got: “Ger Rêberê Gelan, îro hevdîtinê dike ü pövajoyekö bı rö ve dıbe, ev encama bedelên wan e.”

Salîha Aydenîzê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku ew ê bi dayikên ku ji bo serkeftina pêvajoyê têdikoşin, têkoşîna aştiyê bidomînin.

Di dawiyê de, Emîne Dûman, xizma Hediye Dûmanê, diyar kir ku têkoşîn ji bo her kesî ye û ew heta îro ji bo aştiyê têdikoşin.

Piştî merasîma cenaze, girse ber bi cihê şînê yê ji bo Hediye Dûmanê li navenda navçeya Midyadê hat danîn ve çû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto di roja 8’an de ne: Herî kêm 17 kes hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re ‘Bi êrîşên li ser Elewiyan û propagandaya reş re hewl didin QSD’ê bikşînin nav şer’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li girtiyê bêdest û bêling êşkenceya ‘hucreya yekkesî’

Girtiyê bêdest û bêling Şaban Kaygusuz di hucreya yekkesî de tê girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya çekdarî kirin

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku wan li dijî êrîşên li ser Rojava, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya endamên PE’yê û parêzerên Fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin

Şandeya endamên PE’yê û parêzerên Fransî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî: Myanmarê li dijî Rohingan sûcê qirkirinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?