Çarşem, 8 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîşî protestoyên Civîna NATO’yê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Gurkan Turkoglu hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sempozyuma Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê de hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karakaya: Aştiya mayinde bi aştiya gelan dibe
Rojane

Karakaya: Aştiya mayinde bi aştiya gelan dibe

Alîkarê Serokê ABF'ê Îbrahîm Karakaya nerazîbûn nîşanî helwesta desthilatdariyê ya li hemberî komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê û gefên li ser Rojava da û got, "Aştiya dewletan ji xwe li ser berjewendiyan e. Aştiya mayinde tenê bi aştiya gelan dibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Alîkarê Serokê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Îbrahîm Karakaya ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin şerekî mezhebî nîne, lê polîtîkaya hevpar a hêzên emperyalîst û rêxistinên selefî ye.

Îbrahîm Karakaya anî ziman ku guhertina desthilatdariya li Sûriyeyê di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de li gorî berjewendiyên hêzên emperyalîst bi rengê destwerdanê pêk hat û got, “Destwerdana hêzên emperyalîst a li herêmê bi Bihara Ereb re li Tûnisê destpê kir. Fas, Tûnis, Lîbya û dor hat Sûriyeyê. Di guhertina ku xwestin li Fas û Tûnisê bikin de serketî bûn, lê belê li Lîbyayê şer hîn jî dewam dike. Li Sûriyeyê jî di sala 2011’an de ceribandin lê xitimîn. Di dema vê destwerdanê de gelên Sûriyeyê ji zorê ji welatê xwe neçar man koç bikin.”

‘REJÎMA ESAD NE ELEWÎ BÛ LÊ REJÎMEKE BAAS A NETEWEPERESTIIYA EREB BÛ’

Karakaya nerazîbûn nîşanî wê nêzîkatiyê da ku hewl dide rejîma Esad bi Elewiyan re weke hev bê nîşandan û got, “Rejîma Esad rejîmeke Elewî nîne, rejîmeke Baasê ya neteweperestiya Ereb e. Nasnameya Elewî ya şexsî ya Esad nayê wê wateyê ku li Sûriyeyê rêveberiyeke Elewî heye. Di nava rêveberiya Esad de Sûnî hîn zêdetir bûn. Farûk eş Şara ku siyasetmedarekî girîng ê rejîma Esad bû, xizmê Ahmed eş Şara ye ku em jê re Colanî dibêjin.”

Karakaya diyar kir ku hilweşîna Beşar Esad a Kanûna 2024’an di encama lihevkirinê d bû û got, “Weke ku tê zanîn Esad bêyî ku li ber xwe bide bi malbata xwe re li Rûsyayê bi cih bû û li Sûriyeyê rêveberî di nava rojekê de guherî, rêxistinên selefî yên cîhadîst bi navê HTŞ’ê kirin desthilatdar. Ev rêxistinî ew kom in ku bi rengê herî baş xizmetê ji emperyalîstan re bikin. Li Sûriyeyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li pey parekê ye. Deshilatdariya Erdogan a li Tirkiyeyê ji xwe li pey wergirtina parek ji Sûriyeyê ye. Xwedî wê ferasetê ye ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad, HTŞ’ê xwedî dike, piştgiriyê dide wan. Ji xwe hiştî ku HTŞ’ê rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist Wezîrê Karên Deve û Musteşarê MÎT’ê li Mizgefta Emewî nimêj kir ku ev yek nîşaneya herî şênber a vê piştgiriyê ye. Nimêja li vê mizgeftê ku serê Îmam Huseyîn hatibû nîşandan di heman demê de nîşaneya nêzîkatiyeke mezhebî bû. Desthilatdariya li Tirkiyeyê piştgiriyê dide tifaqa Sûnî ku selefiyan xwedî dike.”

‘MODELA RÊVEBERIYA PIR ÇANDÎ YA LI ROJAVA TIRKIYEYÊ ACIZ DIKE’

Karakaya diyar kir ku di heman demê de ji sala 2011’an û pê ve Kurdan xwe li Rojava bi rêxistin kirin, modeleke rêveberiyê ya pir çandî ya ji nasnameyên cuda ava kirin û vê yekê Tirkiye aciz kir.

Karakaya anî ziman ku Tirkiye naxwaze Kurdên li Rojava bibin xwedî statu û got, “Li Sûriyeyê piştî ku HTŞ bû desthilatdar li hemberû Durzî, Elewî û Kurdan şer hatiye ragihandin. Durzî ji ber ku bi rêxistin in û Îsraîl piştgiriya wan dike, nekarî zêde tiştekî bi wan bike. QSD jî ji ber ku hêzeke leşkerî ye, hêza wan têra QSD’ê nake. Tenê Elewî li holê dimînin. Ji ber vê yekê jî Elewî bi rengekî rêxistinbûyî ji aliyê komên cîhadîst ve têne kuştin. Di heman demê de ji warê xwe têne kirin û hewl tê dayin ku demografiya herêmên wan bê guhertin. Piştevaniyê herî mezin ê vê polîtîkayê mixabin desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê ye. Ev nayê qebûlkirin.”

Karakaya destnîşan kir ku êrişên li hemberî Elewiyan di heman demê de gefeke li ser Sûniyên alîgirê jiyana sekuler in û diyar kir ku ji ber vê yekê divê ev derdora Sûnî ya sekuler jî nerazîbûneke xurt nîşan bidin.

‘KURD NE CIHÊKAR IN, YÊN LI CIHÊKARIYÊ RAST TÊN KURD IN’

Karakaya bi dewamî got, “Gelek, yanî Kurd û cografya Kurdistanê di şerê parvekirinê yê yekemîn de bi çar parçeyan hate parçekirin. Lewma berevajî îdîayên desthilatdariyê Kurd cihêkar nînin, ji ber ku ew bi xwe hatine parçekirin. Astengkirina statuya Kurdan neheqî ye. Sînor li nava gelekî, li nava welatê wan hatiye danîn. Kurd li çar welatên ku lê hatine parçekirin bi jiyaneke mêtingeriyê re rû bi rû têne hiştin. Tirkiye naxwaze ku Kurd li ti parçeyî mafên xwe bi dest bixin. Aştî ne teiştekî welê ye. Bi dîtina min, desthilatdariya ku li Sûriyeyê tengav bû ji bo pêvajoyê ber bi aliyê xwe ve bîne li dora maseya aştiyê rûnişt. Û niha bi gefxwarina li Rojava hewl dide DEM Partiyê û bi giştî tevgera Kurd bitirsîne. Ji xwe aştiya dewletan li ser berjewendiyan ava dibe. Aştiyeke mayinde tenê bi aştiya gelan dibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalkan: Em hîmên sedsaleke nû datînin
Nûçeya Pişt re JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê cejn pîroz kir û spasiya gelan kir

Hevserokên DEM Partiyê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin, "Em spasiya gelên xwe dikin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Delegasyona Jinên Sloven serdana JIN TV’yê kirin

Delegasyona Jinên Sloven ku ji 14 de kesan pêk dihat serdana televîzyona JİN Tv’yê kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 8’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?