Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin
Jin

Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn careke din li hemberî hovîtiya şerê faşîzma dewlet û terorê, “berxwedana jin û gelên Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re wek nimûneyeke rûmetê” nîşan da û silav kir û banga parastina Rojava û Rojhilatê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tora Jinên Pêşerojê Dihûnin ji Abya Yala daxuyanî dan û serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û berxwedana li taxên Kurdan a li Helebê silav kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi gelên li berxwe didin re, bi Rojava û Rojhilat re em bi hev re ne!

Em ji Abya Yala piştgiriya xwe ji serhildana gelên li Rojhilat û Îranê re radigihînin û piştgiriya xwe ji berxwedana gelê li Helebê re pêşkêş dikin!

Em Rojava biparêzin! Em Rojhilat biparêzin!

Em wek jinên ‘Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn’ li dijî her cure êrîşên li ser jiyan, ax û civakên me dengê xwe bilind dikin. Em beşdarî meş û berxwedana jin û gelan dibin ku bi cesaret û berxwedana xwe li ser asta cîhanê rêya azadiyê didomînin. Em ji Abya Yala wek jin, berxwedana jin û gelên Kurdistanê yên bi bedena xwe ax û civakên xwe diparêzin û xwedî lê derdikevin.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an û vir ve, li Rojhilatê Kurdistanê ya di nav sînorên rejîma Îranê de, pêlek protestoyan dîsa kolan, bajarok û bajarên herêmê hejandin. Ji roja yekem ve grev û protesto ji aliyê Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî ve hatine piştgirîkirin; sendîka di daxuyaniya xwe ya yekem de eşkere got ku ev serhildana gel li dijî xizaniyê, enflasyona bilind, hilweşîna aborî, siyaseta dîktatoriyê, zordariya li ser gel û tundiya li ser jinê ye. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku, “heta ku em ji zalimên welêt xilas bibin, têkoşîna me dê bidome.” Ji bo me zelal e ku ev serhildana îro li Îranê, berdewamiya şoreşa civakî ya “Jin, Jiyan, Azadî” ye û piştî qetilkirina keça ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku di Îlona 2022’an de destpê kiribû ye.

Di çarçoveya protestoyan de 2217’an zêdetir kes hatine binçavkirin, ji 47’an zêdetir xwepêşandar hatine qetilkirin. Di hefteya duyemîn a serhildanê de ji 27’an zêdetir bajar û 88 navçe tevlî protestoyan bûne, gelek bajarên Rojhilat hatine rizgarkirin. Bûyer heta Tahranê gihîştine, li wir şer û pevçûn bi polîs û hêzên leşkerî re çêbûne. Li zîndana Evîn a Tahranê, girtiyên Kurd Zênyep Celaliyan û Werîşe Muradî, ji bo piştgiriya protestoyên gel, greva birçîbûnê ya jinên girtî dimeşînin.

Em rejîma Îranê ya ku zêdetirî 40 sale bi siyaseta dîktatoriyê ya bi tirs û zordariyê, gelên Îranê di bin zordestiyê de dihêle, êşkence dike û qetil dike, şermezar dikin!

Bi heman awayî, li bajarê Helebê, taxên Kurd ên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, ji ber ambargoya ku ji aliyê komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê û hikûmeta Sûriyeya Serdest ve tê meşandin, bi krîzeke mirovahî ya giran re rû bi rû ne. Gel zêdetirî 4 mehane di nava birçîbûn, neçûna derman û krîza enerjiyê ya kûr de dijî. Ji 6’ê Çileyê û vir ve, komên çekdar ên cîhadî êrîşeke leşkerî li ser van taxan destpê kirine. Ev şerê tunekirinê ye ku li dijî gelê Kurd tê meşandin. Artêşa Sûriyê, bi komên çete re û bi piştgiriya Tirkiyê, bi çekên giran û bombebaranê êrîşî gelê Kurd dike. Nexweşxane û cihên sivîl tên bombebarankirin, jin û zarok ji aliyê çeteyan ve tên revandin. Di nav vê şerê li dijî mirovahiyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Helebê li dijî qirkirineke nû ya li ser gelê Kurd radiwestin, ji bo rawestandina vê şerê ferzkirî û peydakirina rêyên diyalog û aştiyê têdikoşin.

Di şert û mercên şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku tevahiya cîhanê dihejîne de, jin û gel dê li dijî qirkirinê û ji bo jiyana azad têbikoşin!

Li Venezuela, Filistîn, Sûdan an jî Kurdistanê! 

Em careke din li hemberî teror, faşîzma dewletê û hovîtiya şer, berxwedana jin û gelên Kurdistanê yên ku ji bo cîhanê mînakeke rûmetê didin, silav dikin.

Biji berxwedana gelê Rojava, gelê Rojhilat û gelê Îranê!

DERBASBÛN TUNE!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şêxmeqsûdê berxwedan didome
Nûçeya Pişt re Gaziyên şer li ser banga seferberiyê ber bi Helebê ve bi rê ketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Meclîsê Nobeta Edaletê: Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş serdana Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar kir û bal…

Ji aliyê Stêrk TV

Dengê berxwedan û serhildanê: Hozan Dilgeş

“Li Mêrdînê li Bagokê” û "Axa me zêr û zengîn e" ev awaz di salên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sûriye ji bazirganan re bûye qada talanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?