Rojnamevan Diyako Hisên ku dixwest çalakiyê bişopîne, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin.
Derbarê mijarê de, birayê rojnamevan Diyako Hisên, Diyar Hisên ji ajansa Rojnewsê re axivî. Diyar Hisên got; “Birayê min îro ji bo şopandina çalakiya Hizba Komunîst çû ber derê Encûmena Wezîran a ku çalakî li ber dihat kirin. Lê ji aliyê hêzên asayîşê ve, hate binçavkirin û heya niha jî em çarenûsa wî nizanin.”