Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Divê statuya Birêz Ocalan fermî bibe, gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!’
Rojane

‘Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!’

Sebahat Tuncel, di nirxandina xwe ya li ser lihevkirina li Sûriyê de, balkişand ser girîngiya agirbestê û got ku têkoşîna esas ew e ku azadiya gelan bên mîsogerkirin û yekîtiya navbera Kurdan veguherîne hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li ser pêvajoyê siyasetmedar Sebahat Tuncel nirxandinan kir û wiha got: “Pêkhatina lihevkirinê û agirbest pir girîng e. Lê belê tiştê esas ew e ku divê azadî bê mîsogerkirin, Kurd, Elewî, Dirûzî, Ereb û hemû gelan, jin, jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava bikin; ev pêvajoyek berdewam e.”

Li ser lihevkirina di navbera QSD û Şamê de nirxandinên siyasetmedar û rojnamevanan didomin. Tê pêşbînîkirin ku pêkanîna xalên lihevkirinê dê demeke dirêj bigire, tevî biryara agirbestê jî dorpêça li ser Kobanê didome. Siyasetmedar dibêjin ev lihevkirin erênî ye û ji bo parastina mafê jiyanê yê gelan girîng e, bang li domandina zemîna diyalogê dikin.

Siyasetmedar û çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel di axaftina xwe ya ajansa me de bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê ya li hemberî êrîşan zêde bûye û ruhê yekîtiya netewî yê derket holê û wiha got: “Divê em yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan pêk bînin û vê yekîtiyê li Rojhilata Navîn veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk; ev jî berpirsiyariyeke girîng e.”

‘PRATÎKA LIHEVKIRINÊ DÊ Dİ PÊVAJOYA PÊŞ DE XWE NÎŞAN BİDE’

Tuncel bal kişand ser pêvajoya destpêkê di 6’ê Çile de bi êrîşa Helebê dest pê kiriye û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan vê wek komployeke nû ya 15’ê Sibatê bi nav kir.” Piştî êrîşan gelê Kurd li hemû cîhanê derket qadan. Tuncel got ku lihevkirina hatî çêkirin bi berxwedana gelê Kurd pêk hatiye û wiha domand: “Gelê Kurd niha xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye û bi gelên ku pê re dijî re li ser bingeha hemwelatiyeke wekhev û azad mafê jiyaneke hevpar heye. Divê ev berxwedan neyê jibîrkirin. Bi rastî êrîşeke berfireh hebû. Ev êrîş bi berxwedana jin û gelê Kurd re bû bingeha lihevkirina îro. Lê belê divê em bala xwe bidinê: Pratîka vê lihevkirinê, avakirina rejîmeke demokratîk li Sûriyê, mîsogerkirina azadî û ewlehiya gelê Kurd, peydakirina mafên ziman, nasname û çandê yên Kurdan dê di pêvajoya pêş de were dîtin. Yanî heta ev neyên pêkanîn têkoşîn dê bidome.”

‘EM Ê FIKRA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK DI SERDEMA PÊŞ DE ZÊDETIR NÎQAŞ BIKIN’

Tuncel bal kişand ku divê ev hevgirtin domdar be û di Rojhilata Navîn a ku ne diyar e çi bibe de perspektîfa çareseriyê ya avakirina jiyaneke demokratîk ew e ku destwerdana emperyalîst bi dawî bibe û wiha got: “Li vir divê em di demeke pêş de perspektîfa birêz Ocalan a entegrasyona demokratîk, Komara demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk bêtir biaxivin. Gel wê hem ziman, nasname û çanda xwe bi azadî bijîn û hem jî bi gelên ku pê re dijîn re sîstemeke azadîxwaz û demokratîk ava bikin.”

Tuncel wiha domand: “Her wiha dê di navbera gelên Rojhilata Navîn de hevgirtinê pêş bixe. Ev pir girîng e. Li hemberî yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn zihniyeta DAÎŞ, El Qaîde û hwd… ku dijminê jinê û mêrserwer in, li hemberî avakirina rejîmê paradîgmaya Rojava ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ku li Rojhilata Navîn xwe bi awayekî civakî rêxistin bike gelekî bi qîmet e. Yanî divê em di demeke pêş de fikra Rojhilata Navîn a demokratîk bêtir nîqaş bikin û vê pêvajoyê ji aliyê gelan ve ava bikin.”

‘ISRARA TÊKOŞÎNA JINÊ DÎSA DERKET HOLÊ’

Tuncel ji aliyê jinê ve jî pêvajoyê nirxand û bal kişand ser êrîşên li ser îradeya jinê û temsiliyeta jinê ya li ser masê gelekî girîng û bi qîmet e.

Tuncel wiha got: “Li Helebê bedeneke jin a berxwedêr ji avahiyekê hate avêtin, piştre porê jineke berxwedêr hate birîn û wek ganîmet ji hevalekî re hate dayîn; ev êrîşeke li dijî xeta azadiya jinê ya DAÎŞ’ê nîşan dide û jinên li dijî vê gelekî nerazî ne. Ji ber vê yekê berxwedana jinê di pêşveçûna vê pêvajoyê de roleke girîng lîst. Xeta azadiya jinê li hemberî faşîzmê helwesteke zelal nîşan da û divê ev rast were fêmkirin. Ev ji bo têkoşîna jinê û israra li ser xeta azadiya jinê xalek girîng bû. Di heman demê de ji bo têkoşîna jinê jî girîng bû.”

‘BI MÎSOGERKIRINA MAFAN PÊVAJO DIDOME’

Tuncel balkişand ku ev pêvajoyek e û rewşa hişyarî didome û wiha got: “Ew lihevkirin pêk were û agirbest were danîn pir girîng e. Lê belê tiştê esas ew e ku azadî bê mîsogerkirin, Kurd, Elewî, Dirûzî, Ereb û hemû gel, jin, jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava bikin. Divê em vê pêvajoyê bi hevgirtin, têkoşîn û yekîtiyê re derbas bikin.”

‘DIVÊ RÛHÊ YEKITIYÊ WERE BIRÊXISTINKIRIN’

Tuncel di dawiyê de li ser ruhê yekîtiya netewî yê di navbera gelê Kurd de derket holê wiha got: “Ev ji bo têkoşîna azadiya Kurdan xalek girîng e. Ji ber ku di dîrokê de Kurd her caran parçe-parçe winda kirine. Cara yekem e ku bi yekîtiyê bi ser ketin. Divê em ruhê vê yekîtiyê rêxistin bikin, yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan pêk bînin û vê yekîtiyê li Rojhilata Navîn veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk; ev jî berpirsiyariyeke girîng e.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

Komîngeha Şehîd Suweyda Pîran a Hunera Destê Jin a girêdayî Weqfa Jin a Şehîd Şervîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li Bendava Tişrînê qediya

Gel li Bendava Tişrînê dîrokeke nû nivîsand, dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Tişrînê: Konvoyeke din a gel berê xwe da qada berxwedanê

Nobeda berxwedanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji TEV-DEM û Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê daxuyaniya li ser Roja Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Piştgiriya ji bo Kobanê divê jinûve bê zindîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?