Xelkê Qamişloyê di çarçoveya qedexeya derve de hate birêxistin ku qedexe ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê ve hate ragihandin. Li kolanan tenê hêzên Asayîşê hene. Gel ji malên xwe derneket.
Li Qamişloyê dikandaran dikanên xwe venekirin, li kolanan liv û tevgera gel bi temamî sekinî.
Ji bo rewşa ewlekariyê ya li herêmê di bin kontrolê de bê hiştin, qedexeya derketina derve ya saet di 06:00 de destpê kir wê heta saet 18:00 dewam bike.

