Dema ku dorpêça komên HTŞ’ê yên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike li ser Rojava berdewam dikir, Kurdan bi berxwedana xwe pêşî li êrişeke mezin a qirkirinê girtin û planeke nû ya navnetewî vala derxistin.
Piştî êrişên ku çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê dan destpêkirin, bi taybetî li Tirkiyeyê hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê gelek derdoran ve, bi israr QSD û Kurd wekî “têkçûyî” hatin îthamkirin û kirin hedef. Di vê pêvajoyê de, li dijî faîlên bingehîn ên êrişan tu rexne û bertek nehatin nîşandan, lê bi israr hewildana afirandina têgihîştina “Kurd têk çûne” bû mijara nîqaşê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahit Kirkazak, êrişên li ser Rojava û geşedanên li Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.
‘KURDAN BI BERXWEDANÊ KOMKUJÎ RAWESTAND’
Kirkazak diyar kir ku dewletên herêmê û hêzên navnetewî dixwazin Kurdan tune bihesibînin û Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Kirkazak bal kişand ser parastina axa Kurdan û wiha got: “Di sê hefteyên dawî de li Rojava, em bûn şahidê hewildanên dewletên herêmê û hêzên navnetewî ku dixwestin statuya nû ya Rojhilata Navîn bi dest bixin û Kurdan tune bihesibînin; lê berxwedana Kurdan bû asteng. Tirkiyeyê bi helwesta xwe ya li dijî Kurdan, rê li ber Îsraîlê vekir ku di 6’ê Çileyê de bi Peymana Parîsê li Şamê bi cih bibe.”
Kirkazak destnîşan kir ku dema Îsraîl li Sûriyeyê bi cîranên xwe yên Durzî re têkiliyên baş datîne; Tirkiye cîranên xwe yên Kurd nas nake û ji bo peymana 4’ê Çileyê ya Kurdan a bi rêveberiya Şamê re xira bike, di 6’ê Çileyê de Şam teslîmî Îsraîlê kir û derî ji komkujiyeke giran a li ser Kurdan re vekir. Lê Kurdan bi berxwedana xwe ev komkujî rawestand.
Piştî sê hefteyan Kurdan axa xwe parast û bi mîsogeriya DYA û Fransayê, wekî aktorekî siyasî pêvajoya entegrasyona demokratîk bi Sûriyeyê re dan destpêkirin. Di dawiyê de Tirkiye bû windakerê vê pêvajoyê; hem helwesta wê ya dijî Kurd hat deşifrekirin, hem di navbera Kurdan û dewletê de qutbûneke hestî çêbû, hem jî serdestiya li Rojhilata Navîn ji dest da û da Îsraîlê.
‘KURDAN TU CARÎ DEST JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BERNEDAN’
Kirkazak bal kişand ser peymana dawî ya li Rojava û destnîşan kir ku berevajî gotinan, vîna Kurdan nayê şikandin. Kirkazak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev peymana li ser Rojava, berî her tiştî tê wateya qebûlkirina vê rastiyê; her çend hemû hêzên dijî Kurd bi hev re tevbigerin jî, vîna azadiyê ya Kurdan nayê şikandin. Di sedsala 20’an de bi parvekirina axa Kurdan re; ji aliyê Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê ve li dijî Kurdan ji Şêx Seîd heta Agirî, ji Dersim heta Mehabad û ji Helebçe heta Kobanê gelek caran hewildanên qirkirina fîzîkî û çandî çêbûn. Komkujiyên komî hatin kirin; lê Kurdan tu carî dest ji têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bernedan.
Peymana 30’ê Çileyê ya li Rojava, dikare wekî guhertineke paradîgmayî ya di nêzîkatiya têkoşîna azadiyê ya Kurdên Rojava de bê xwendin. Êdî rêveberiya Şamê li şûna ku têkoşîna Kurdan bi polîtîkayên ewlehî û tundiyê bitesîne, qebûl kiriye ku bi rêya diyalog û nêzîkatiya siyasî çareser bike. Ev yek tevî hemû helwestên neyînî yên Tirkiyeyê pêk hatiye. Divê Şam, DYA û Fransa berpirsyariyên xwe bînin cih û ev peyman di çarçoveyeke destûrî û qanûnî de bê mîsogerkirin.”
‘DIVÊ KURD ZEMÎNÊ ENTEGRASYONÊ YÊ KU BIRÊZ OCALAN PÊŞNIYAR KIRIYE AVA BIKIN’
Kirkazak bal kişand ser bandora vê pêvajoyê ya li ser Tirkiyeyê û wiha got: “Di dizayna nû ya herêmê de Kurd wê teqez bibin xwedî statu. Heke dewletên herêmê dev ji polîtîkayên înkarê berdin, Kurd dikarin li ser bingeha ‘civaka demokratîk’ a ku Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar kiriye, statuya xwe di çarçoveya entegrasyona demokratîk de ava bikin.
Lê heke Tirkiye bi polîtîkayên yekperest berdewam bike, wekî ku Birêz Ocalan gelek caran aniye ziman û herî dawî Serokê Giştî yê MHP’ê Bahçelî jî gotiye, wê dor were ser Tirkiyeyê jî. Naskirina statuya Kurdan bi rêbaza entegrasyona demokratîk, wê hem di berjewendiya gelan de hem jî di berjewendiya dewletan de be.
Bandora sosyolojîk jî ji bo gelê Kurd giran e. Helwesta dewleta Tirkiyeyê ya li dijî destkeftiyên Kurdan, di bîra kolektîf a Kurdan de gotina ‘bextê Romê tine’ û bêbaweriyeke kûr li dijî îradeya dewletê xurt kiriye. Piştgiriya ji bo êrişên HTŞ’ê û zimanê medyayê, şikestina di cîhana hestî ya Kurdan de kûrtir kiriye. Ev bandora sosyolojîk wê di avakirina paşerojê de bibe xaleke diyarker.”
‘KURDAN LI SÛRIYEYÊ BI SALAN E TÊKOŞÎNA AZADIYÊ MEŞANDIN’
Kirkazak bal kişand ser mijara qebûlkirina hebûn û mafên Kurdan ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve û destnîşan kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan dîrokî ye. Kirkazak wiha berdewam kir:
“Nirxandina ku dibêje ‘Sûriye Kurdan nas nake û wan wekî welatî qebûl nake’ nirxandineke kêm e. Têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasî û azadiyê li Sûriyeyê dîrokî ye. Piştî ku li Lozanê axa Kurdan bû çar parçe, Kurdan li dijî polîtîkayên yekperest ên Sûriyeyê têkoşîna xwe ya siyasî û çandî meşandin.
Bi taybetî di sala 1936’an de li herêma Cizîrê, Kurdan tevî pêkhateyên Ermen û Suryanî daxwaza xweseriyê kirin. Di sala 1957’an de Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê hat avakirin, lê di sala 1962’an de rejîma Baasê li herêma Hesekê 120 hezar Kurd ji welatîbûnê derxistin. Ji ber vê yekê, divê têkoşîna li Rojava wekî têkoşîna mafên kolektîf û demokrasiyê bê dîtin. Peymana 30’ê Çileyê paradîgmayeke nû ye; ango li şûna rêbazên ewlehî, hilbijartina rêbaza siyasî û diyalogê ye.
Lê belê her tişt bi dawî nebûye. Rîska ku Sûriye wekî sala 1936’an sozên xwe bixwe û tifaqa Kurdan ji hundir ve xira bike, hîn jî heye. Em vê rîskê hem ji polîtîkayên dîrokî yên Sûriyeyê hem jî ji sicîla Colanî ya 14 mehan dibînin. Tişta ku Tirkiyeyê ji pêvajoyên mîna Iraq, Sûriye û Îranê rizgar bike; naskirina mafên kolektîf ên Kurdan, mîsogerkirina statuya wan û pêkanîna pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku Birêz Ocalan pêşniyar kiriye ye.”
‘TIFAQA DIJ-KURD LI SER BERJEWENDIYAN HAT AVAKIRIN’
Cahit Kirkazak destnîşan kir ku hêzên dijî Kurd li ser bingeha berjewendiyan hatine cem hev û wiha got: “Dewlet di polîtîkaya derve de bi pragmatîgmaya ‘exlaqê dewletan nîn e, berjewendiyên wan hene’ tevdigerin. Em dibînin ku çar dewletên ji hev cuda (Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran), her çend hesabên wan ên cuda hebin jî, sed sal in di dijberiya Kurdan de dibin yek.
Dibe ku exlaqê dewletan tune be, lê di vê pêvajoyê de manebûna saziyên demokratîk, derdorên baweriyê û tevgerên çep di ezmûna exlaqî de cihê xemgîniyê ye. Helwesta van derdoran di nav Kurdan de bû sedema dilşikestineke mezin û hesta tenêbûnê, lê di heman demê de bû wesîleya yekîtiya netewî ya Kurdan.
Lê belê dijberiya Kurdan a di nav hinek derdorên ku xwe wekî muxalif dibînin de, rîskeke mezin ava dike. Manîpulekirina gelan bi hestên netewperestî, ne di berjewendiya Kurdan ne jî di berjewendiya gelên din de ye. Armanca kesên ku gel manîpule dikin ew e ku gelan ji hev dûr bixin û fersendan bidin rejîmên yekperest; divê ev rastî bê dîtin.”

