Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza Narin Guran heta 16’ê Nîsanê hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji MKG û DFG’ê daxuyaniya têkildarî ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encûmena Amêdiyê xwest rêya ku artêşa Tirk girtiye were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahir Mahmud: 4’ê Nîsanê jidayikbûna felsefeya hebûna Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide
Kurdistan

Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku li ser Şengalê pîlanên nû û qirêj di rojevê de ne û destnîşan kir ku civaka Êzidî ya ji ber fermanê birîndar bûye, nikare zilmeke nû rake. Ji ber vê jî bang li hikumeta Bexdayê kir ku helwesteke cidî nîşan bide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî gef û pîlanên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Bi guhertinên kûr û bi lez re ku îro herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, welatê me Şengal jî weke herêmeke stratejîk û hestiyar para xwe ji van guhartinan digire û careke din bi xeteriyên nû û metirsîdar re rû bi rû dimîne. Li gorî agahiyên di destê me de li dijî Şengalê pîlanên nû û qirêj di rojevê de ne. Ev pîlan çi bi rêya hêzên leşkerî yên derve be, çi jî bi rêya tevgerandina şaneyên razayî yên tundrew be, bi temamî aramiya herêmê û vîna gelê me dikin hedef. Ji ber van agahiyên girîng, em wekî erkeke exlaqî û mirovî dibînin ku civaka xwe, raya giştî ya cîhanê, nas û dostên civaka xwe li ser vê rewşa xeter agahdar bikin û dengê xwe bigihînin her kesî.”

Di daxuyaniyê de bi taybetî işaret bi gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan hate kirin û hate ragihandin ku li derdora Şengalê liv û tevgereke neasayî hatiye dîtin.

‘SIYASETA TINEKIRINÊ LI SER ÎRADEYA CIVAKA ME TÊ FERZKIRIN, EV YEK NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku hin kesayetên ku di bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk de ne bi her awayî hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin, fitneyê di navbera pêkhateyan de biçînin û bi vî rengî dewam kir: “Em weke Şengal, ku parçeyek ji axa Iraqê ne, bi bîr dixin ku di salên derbasbûyî de dema dewletê erka xwe ya parastina Êzidiyan pêkneanî û gelê me rastî fermaneke reş hat, gelê me bi rêya hêzên xwe yên parastinê ev erk girt ser milê xwe û axa xwe parast. Mixabin îro li şûna ku ev hêzên berxwedanê were naskirin, siyaseta tunekirinê li ser îradeya civaka me tê ferzkirin û ev yek nayê qebûlkirin.”

Rêveberiya Şengalê destnîşan kir ku ji ber vê rewşa bi guman ew peyaam xwe rasterast digihînin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bang li hikumetê kir ku li hemberî van hewldanên bi guman helwesteke zelal û cidî nîşan bide, ji ber ku her bûyereke leşkerî, siyasî yan jî civakî ya ku jiyana gelê Şengalê bike hedef wê karesateke mezin bi xwe re bîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civaka ku hîn birînên fermanê di dilê wê de ye wê nikaribe zilmeke nû rake û hate gotin, “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê, ku bi salan e ji bo vegera gelê xwe û jiyaneke azad bi hêzên xwe yên wekî YBŞ, YJŞ û Asayîşê bedelên giran didin, her tim amadehiya xwe ya ji bo diyalogê nîşan didin da ku pirsgirêk bi awayekî qanûnî werin çareserkirin. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ne ji bo ku hemû pirsgirikên heyî di çarçoveyên yasayî de çareser bikin.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi vî rengî bi dawî bû:

“Heta niha me her tim hewl daye ku civaka xwe û erdnîgariya Şengalê ji qadên şer dûr bixin, lê di rewşeke berevajî de û ji bo her guhartineke ku bi zorê were ferzkirin, em ê dewleta Iraqê weke berpirsyarê yekem bibînin. Em bang li hemû aliyên aştîxwaz û dijberên şer dikin ku li hemberî van pîlanan bibin xwedî helwest, her wiha bang li gelê xwe, hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî dikin ku ji bo parastina mafên gelê Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê, bi yekitiyeke xurt a neteweyî tevbigerin û rê nedin ku aliyên xêrnexwaz careke din Şengalê bikin qada şer û malwêraniyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eren Keskîn: Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine nikare bê darizandin û girtin
Nûçeya Pişt re Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-DEM’ê ji bo Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir

Endamên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê, li Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 26 kes mirin, bi dehan kes hatin revandin

Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya li dijî gundekî li bakurê rojavayê Nîjeryayê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrsînê qeza: 9 kes mirin, 30 kes birîndar bûn

Li navçeya Aydincik a Mêrsînê otobusa rêwiyan wergeriya, di encamê de 9 kesan jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encûmena Amêdiyê xwest rêya ku artêşa Tirk girtiye were vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bahir Mahmud: 4’ê Nîsanê jidayikbûna felsefeya hebûna Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?