Yekîtiya Mamosteyên Kurd bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ziman ne tenê amûrekî danûstendinê ye; ew bingeha hebûnê, gencîneya bîra civakî, koka çandê û nasnameya herî pîroz a her neteweyekê ye. Em wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK), 21’ê Sibatê; Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê Kurd û li hemû gelên ku ji bo parastina zimanê xwe têdikoşin, pîroz dikin.
Dîroka vê rojê bingeha xwe ji berxwedaneke bi rûmet digire. Di sala 1952’yan de li Bangladeşê, xwendekaran ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê (Bengalî) canê xwe dan. Ev berxwedana dîrokî bû sedem ku UNESCO di sala 1999’an de, 21’ê Sibatê wekî ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ qebûl bike. Ji wê rojê heta îro, ev roj li seranserê cîhanê wekî sembola parastina zimanên bindest û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tê pîrozkirin.
Zimanê Kurdî, tevî hemû hewlên asîmîlasyonkirinê û qedexeyên sedsalan, bi keda bêhempa ya dayikên Kurd û fedakariya mamoste û dilsozan, heta roja îro zindî maye. Lê belê, îro di sedsala 21’ê de, hê bi mîlyonan zarokên Kurd li ser xaka xwe ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in. Ev rewş, li dijî hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ye.
Weke mamoste û perwerdekar, em dizanin ku bingeha pêşketina hişmendî û kesayetiya zarokan di perwerdehiya zimanê dayikê re derbas dibe. Bi vê helkeftê em wekî YMK, banga xwe digehînin gelê xwe:
• Bila zimanê me yê rojane Kurdî be. Em di malên xwe de û bi hezkiriyên xwe re bi Kurdî biaxivin.
• Zimanê Kurdî di her qada jiyanê de, bi taybetî di perwerdehiyê de bibe xwedî statuyeke fermî.
• Kesên pispor û saziyên taybet di aliyê ziman de xwe bikin yek ji bo avakirina zimanê STANDARD.
• Hemû zanîngeh, xwendingeh, saziyên Kurdî û Kurdistanî, mamoste, nivîskar, rojnamevan, lêkolîner, siyasetmedar, hunermend û hwd zimanê Kurdî bi zimanê xwe yê yekê bizanin û nivîsînên xwe bi zimanê Kurdî belav bikin.
• Daxwazê ji hemû sazî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin ku xebatê bikin ji bo li Sûriyê zimanê Kurdî nebe zimanê bijarte, belku bibe zimanê sereke.
Em bi hev re dikarin xizmeta zimanê xwe bikin û ji hemû gefên nemanê biparêzin. Em ê li ser xizmetkirina zimanê xwe her berdewam bin. Divê em ji bîr nekin: ‘Zimanê me, hebûna me ye’.
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li we pîroz be!”

