Huckabee ku di sala 2025’an de ji hêla Donald Trump ve hatibû wezîfedarkirin, di daxuyaniyekê de ku li ser podcastek ji hêla şîrovekarê mûhafezekar ê DYE’y Tucker Carlson ve hatî weşandin, îdîa kir ku li gorî Tewratê, Îsraîl dikare daxwaza mafên xwe yên li ser “axa di navbera Nîl û Firatê de” bike.
Huckabee anî ziman ku hema hema ev herêm hemû Rojhilata Navîn digire nava xwe û got, “Hemû bigirin baş dibe, lê daxwazek bi vî rengî ya Îsraîlê nîne.”
Ev daxuyanî, rastî nerazîbûnan ji hêla Erebistana Siûdî, Urdun û Misrê ve hat. Erebistana Siûdî, vê daxuyaniyê wekî “bê berpirsyarî û xetere’ binav kir. Urdun, jî diyar kir ku ev yek li dijî serweriya welatên herêmê binpêkirina maf e. Wezareta Karûbarên Derve ya Misrê, jî destnîşan kir ku mafê Îsraîl ne li ser axên dagirkirî ya Îsraîlê heye û ne jî li ser herêmek a welatên Ereb.
Otorîteya Neteweyî ya Filistînê, diyar kir ku ev şîrove bi daxuyaniyên berê yên Trump ên dijî-îlhaqê re bi nakok in.
Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û nêzîkî 15 welatên din, digel Yekîtiya Ereban, ev daxuyanî şermezar kirin û xetere dîtin.
Daxuyanî di demekê de ku Îsraîl kontrola xwe li ser Şerîaya Rojava, ku ji sala 1967’an vir ve dagir kiriye berfireh dike, hat. Îsraîl berê Rojhilatê Qudsê û hin girên Golanê îlhaq kiribû.

