Saziya Azadî bi hevkariya Komîsyona ziman û Çandê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KNK) li Silêmaniyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê semînerek bi tevlîbûna Dr. Luqman Guldivê û Dr. Şêrko Heme Emîn da.
Dr. Luqman Guldivê bal kişand ser Erebkirina li Sûriyeyê û got: “Hikûmeta heyî hewl dide zimanê Kurdî tine bike. Şoreşa Rojava di warê perwerdeyê de xwedî destkeftiyên mezine. Niha jî hewl didin ku di warê destûrî de fermî bike.”
Têkildarî Rewşa Bakurê Kurdistanê jî Dr. Luqman Guldivê anî ziman ku di dîrokê de qedexeya li ser ziman û navên Kurdî berdewam kiriye û wiha domand: “Piştî têkoşîna bi salan niha dema wê hatiye ku hemû aliyên siyasî ji bo zimanê Kurdî di detûrê de fermî bê qebûlkirin yekgirtî bin.”
Piştre jî Dr. Şêrko Heme Emîn qala dîroka destûra zimanê Kurdî kir û got: “Piştî rûxana rejîma Baasê û şûnde zimanê Kurdî li Madeya 4 ya Destûra Iraqê de hatiye qebûlkirin.”
Şêrko Heme Emîn rexne li rejîma Îranê kir ku ewqasî pir netew û gel li xwe dihewîne, tenê zimanê Farisî tê ferzkirin rê nade zimanên neteweyên din.
Dr. Şêrko Heme Emîn rexne li aliyê siyasî kir ku bûne sedem ku medya bê ku guh bide pîvan û yasayên ziman bikar tîne û got ku ev jî ziyanê dide zimanê Kurdî.
Herî dawî Şêrko Heme Emîn anî ziman ku divê saziyên akademîk û hikûmet pilanên taybet ji bo parastina ziman hebin.

