Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya dawî ya hejmara zarokên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê Îranê ve hatine qetilkirin û binçavkirin belav kir.
Li gorî raporê, ji destpêka xwepêşandanên gelan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 7 hezar û 15 kes hatine qetilkirin. Her wiha 53 hezar û 777 xwepêşander hatine binçavkirin û 25 hezar û 846 xwepêşander jî birîndar bûne.
HRANA da zanîn ku di nava hejmara kesên hatîn qetilkirin de 6 hezar û 488 xwepêşander, 236 zarok û 76 welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyî bûn. Li gel vê 207 jê endamên hêzên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê bûn.
Her wiha di nav hejmara kesên hatîn binçavkirin de; 555 zarokên dibin temenê 18 salî de bûn û 147 jê xwendekarên zanîngehê bûn.
Rêxistina HRANA diyar kir ku 11 hezar û 53 kes ji bo lêpirsînê hatine bangkirin, her wiha mikûrhatinên bi darê zorê ya 369 xwepêşanderan hatine qeydkirin.

