Çarşem, 29 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredara Uskudarê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozdemîr: Qanûna çarçoveyê divê ne tenê ji bo bêdengkirina çekan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Piştî qanûna çarçoveyê divê Kurd di destûra bingehîn de bêne naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sedema binçavkirina rojnamevan: Te çima nûçe çêkir?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilatê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê Iraqî: PKK’ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên me ji bo yekbûna Iraqê şer kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Salih Muslim hate veşartin
Rojava

Salih Muslim hate veşartin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim li gel kurê xwe hate veşartin ku kurê wî di şerê li dijî DAÎŞ'ê de şehîd ketibû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku 11’ê Adarê li Hewlêrê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Kobanê hate veşartin. Ji Bakur û Başûrê Kurdistanê şande tevlî merasîma cenaze bûn ku li Şehîdgeha Şehîd Dîcle hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes di merasîmê de amade bûn û peyama Rêber Apo ya ji bo Salih Muslim hate xwendin.

Bi navê şandeya Bakurê Kurdistanê Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM partî) Tûncer Bakirhan axivî û got: “Bi navê hemû xelkê Bakurê Kurdistanê em sersaxî ji malbata Şehîd Salih Muslim re dixwazin. Ez şehîd Salih Muslim ji nêzve dinasim. Ew şoreşger, siyasetmedar û têkoşînvan bû. Bi salan ne ji bo malbata xwe lê belê ji bo gelê Kurd têdikoşiya. Ew şehîdê gelê Kurd e û em soz didin şehîd Salih Muslim ku em ê xeyal û hedefên wî pêk bînin.”

Di dewama merasîmê de siyasetmedar Leyla Zana axivî û got: “Hêviyên we yên mezin wê bibe riya azadiyê. Em sersaxî ji malbat şehîd Salih Muslim re dixwzin. Ji bo em azad bijîn, an jî jiyan nekin we heyanî vê pêvajoyê têkoşîneke xurt da meşandin. Divê em ji têkoşîna xwe û têkoşîna zarokên xwe bawer bin. Rêber Abdullah Ocalan li ser tiştekî girîng sekinî ew jî Neteweya Demokratîk e. Lê belê me ji Rêber Abdullah Ocalan fêmnekir. Sala 2015`an ji min re got:`Ez ne li dijî me ku dewletekî Kurdan çêbibe lê belê ez dibêjim divê Kurd li gorî hêz û enerjiya xwe tevbigerin. Cîhan tê guhertin û divê em ji wê re amade bin. Îro cîhan aştiyane jiyan nake.”

Leyla Zana di dewama gotinên xwe de wiha got: “Gelê Kurd xwediyê hêviyekî mezin e. Îro ji duh baştir e, sibe jî wê ji îro baştir be. Divê em ji gelê xwe bawer bin. Em ne li dijî tu gel û netewane û em mafên wan dixwazin. Ji bo em azad bijîn divê em têbikoşin. Hatina Kobanê ji bo min xeyalek bû. Ez niha li Kobanê me. Divê yekitiya gelê Kurd hîn xurtir bibe û aştî bê gelê Kurd nabe.`

Siyasetmedar Leyla Zana di dawiya gotinên xwe de got: “Salih Muslim jiyana xwe hemû da doza gelê Kurd. Bi xwe nedifikirî û bi gelê xwe fikirî.”

Li ser navê şandeya Başûrê Kurdistanê jî Serdar Abdullah axivî û got:“Ji bo me şerefekî mezin e ku em li Kobanê ne û em tevlî merasîma têkoşer Salih Muslim (Bavê Welat) bûne. Kobanê bajarê ku teror têk bir. Bi saya Kobanê niha aştî li cîhanê heye. Bavê Welat têkoşerekî xurt bû. Ev bû sedê salan em ji bo doza Kurdî têdikoşin. Şehîd Salih Muslim jî yek ji têkoşerên ji bo doza Kurdî têkoşîn dikir. Gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gihîştin hinek mafên xwe û em hêvî dikin ku gelê Kurd ên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî bighîjin mafên xwe.”

Piştre Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî axivî û got: ”Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobanê merasîma cenaze tê li darxistin.” Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî di merasîmê de axivî û balkişand ser jiyan û têkoşîna Salih Muslim.

Ebdî ji malbatê re sersaxî xwest û anî ziman ku Bavê Welat kesayetek mînak a gelê Kurd bûye. Ebdî wiha axivî: “Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de cih girt. Hemû dijwariyê têkoşînê jiyan. Ne tenê wekî siyasetmedarekê bû. Ji destpêkê heta niha di nav tevgera siyasî ya Kurd de cih girt. Ji salên 1980yan heta niha li dijî rejîmê dest bi têkoşînê kir. Dema pêwist kir, di nav xebatên civakî, siyasî û rêxistinî de cih girt. Girtin, bedel û zehmetî da ber çavan û xebat meşand.”

Ebdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta pir alî ya Muslim û wiha domand: “Dema pêwist kir serî netewan û derket çiyan xebat meşand. Dema pêwist kir xebatên yekîtiyê, xebatên dîplomasiyê meşandin. Doza me ji herkesi baştir temsîl kir.Dema pêwist bû endamê PYDê bû, dema pêwist kir di asta siyaseta Sûriyê de xebat kir. Pêşengî siyaseta me bû, şehîdê doza gelê Kurd bû. Îro tişta ku em bikin û soza bidin Bavê Welat ew e ku em dê têkoşînê bidomînin.”

Têkildarî geşedanên li Sûriyê û Rojvayê Kurdistanê jî Ebdî ev agahî dan: “Wekî hun dizanin ku em ji Sibatê heta niha ketin merhaleyek nû. Ji bo me demek nû ye. Wekî Rêveberiya Xweser û HSDê me tişta dikeve ser milê me pêk anî. Hemû pêwistiyên dikevin berê me, hatin bi cihanîn. Niha êdî divê Hikûmeta Şamê pêwistiyên peymanê bi cih bîne.”

Li ser gavên ku divê Şam niha bavêje jî Ebdî wiha got: “Hêj mijarên cenazeyên şehîdan û girtiyan hene. Divê berî Newrozê ev gav bên avêtin. Koçberên Efrîn û Serêkaniyê divê vegerin. A herî girîng di çarçoveya rêkeftinê de divê taybetiyên herêmên Kurdî bên dîtin. Di aliyê leşkeri, îdarî û ewlehiyê de taybetiyên bajarên Kurdan bên naskirin. Ev tiştên Hikûmeta Şamê pêk bînin e.”

Ebdî derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kirin û wiha pêde çû: “2012an,  19ê Tîrmehê li vir Şoreşa Rojava dest pê kir. 14 sal derbas bûn. Me têkoşînek mezin da û axa xwe parast. Ji niha pêve jî em dê xwe biparêzin. Merheleya nû li ser vê têkoşînê dest pê dike. Divê em xwe ji bo vê jî amade bikin. Dibe rojên pêşiya me de navên saziyên me yên heyîn di çarçoveya resmiyeta Dewleta Sûriyê de ji nûve bên sererast kirin. Dibe em navên din bikarbînin. Lê belê saziyên me dê wekî xwe bimînin. Li herêma Kurdan dê Kurd xwe bi rêve bibin.”

Ebdî derbirî k udi merhaleya nû de divê xebat û têkoşîn mezintir bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em xwe amade bikin. Tişta niha em dixwazin, di hizûra şehîdan de, em bi hev re merheleya nû bimeşînin. Berî wê jî çewa fedakarî û lehengiyek mezin pêk hat, divê îro em xurtir bi hev re bimeşin. De dema hemleyek nû ye. Têkoşîn berdewam dike. Em dê armancên şehîdan pêk bînin. Ji bo parastina herêmên xwe me gelek şehîd dan, em hêvî dikin ku em carek din şehîdan nedin. Ji bo vê têkoşînek siyasî ya xurt lazim e. Lê êdî divê têkoşîna têkoşînek siyasi, îdarî û aborî be. Divê bi her awayî herêma me ji bo Sûriyê re bibe mînak.”

Piştî axaftina Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî dawî bû.

Di merasîmê de peyamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakurê Kurdistanê û Dayîkên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê jî hatin xwendin. Peyam ji hêla Aras Hiso ve hate xwendin. Di peyamê Malbatên Şehîdan de sersaxî ji malbata Muslim re hate xwestin û wiha hate gotin: “Em wekî malbatên şehîdan bi şehadeta Bavê Welat ku rêhevalek Rêber Apo û pêşengê Şoreşa Rojava bû gelek xemîn û dil biêş in. Lê şehadeta girêdana me bi şehîdan re mezintir dike.” Her wiha di peyamê de hate ragihandin ku dê doza şehîdan bê meşandin û bi serkeftinê bê tacîdarkirin. Di peyama Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê de jî sersaxî ji malbatê hate xwestin û soza meşandina doza Salih Muslim û rêhevalên wî hate dayîn.

Di merasîmê de bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana QSD’e”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bavê Welat nemire” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Dûre li ser navê malbatê Eyşe Efendî axivî û spasiya xwe ji gelê Kurd kir. Ayşe Efenedî wiha got: “Me gelek caran me karwanên şehîdan oxir kirin. Îro em Bavê Welat oxir dikin. Lê em bi navê Kobaniyan û Rojava tevahî Serok Apo silav dikin. Hevaltiyek li ser felsefeyek kûr û rast di navbera Bavê Salih û Rêber Apo de hebû. Ey Serok Apo me ew nameya te ya bi nirx girt. Ew netenê ji bo Bavê Welat, ji bo şehîdan û vî gelî tevahî ye. Em gelê her çar perçeyê Kurdistanê li her derê yek in. Em dê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Salih Muslim di hizûra Şehîd Şervan de soza xwe nû dikir. Ez jî di hizûra Salih Muslim de soza xwe nû dikim ku ez dê ji nûve dest pê bikim. Li çar perçeyên Kurdistanê ezê têkoşînê bikim.” Eyşe Efendî axaftina xwe bi slogana, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Salih Muslim hat xwendin û cenaze spartin axê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Îran: Me li navendên ewlekarî û polîsan ên Îsraîlê xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Atalay: Em destê Rêber Apo xurt bikin

Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Swîsreyê Nejdet Atalay got, "Em ê li Kolnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di artêşa Awûstralyayê de tayîneke dîrokî: Cara yekem jinek bû fermandara giştî

Li Awûstralyayê Susan Coyle weke yekem jin di dîroka artêşê de bû fermandara leşkerî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

Ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk li Binarê Qendîlê pêngaveke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Adil Ebdulhenan Nesan piştî vegeriya warê xwe bi awayekî qetilkirî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hozan Comerd serdana gaziyan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gundewarê Humsê bombeyek teqiya: 3 zarok birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bejahiya Efrînê sivîlek li benda kontrolê hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?