Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Evîn de agahiyên nû parve kir.
Li gor rapora rexistinê, girtiyên jin yên siyasî li girtîgeha Evîn ji mafên xwe yên sereke yên jiyan û xizmetguzariyên tendirustiyê bêpar hatine hiştin. Hatiye diyarkirin ku gelek jinên girtî nexweşiyên wan yên cûda hene û pêwîstiya wan bi çavdêriya bijîşkî hene.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber nebûna xizmetguzariyên tendirustî û xwarina ne paqij, ji bilî girtiyên nexweş, rewşa girtiyên bi tendirust jî xirab bûne û metirsiyek mezin li ser tendirustiya girtiyan heye.
Di rapoê de hatiye diyarkirin ku li hin beşên girtîgehê de cihên razanê nîne, girtî neçar dimînin li ser erdê radizin. Her wiha xerciya xwarin, tendirustî û çavdêriya bijîşkî dixin li ser girtî û ev yek jî barê wan girantir dike.

