Li gorî raporê Îdir bi nirxê 64,4 µg/m³ PM2,5’an bû bajarê Ewropayê yê hewyaê wî herî qirêj. Li dû wê Bûca tê û Godeklî, Konya û Duzce jî di lîsteyê de cih digirin. Bi vî awayî niviya bajarên di lîsteyê de yên Tirkiyeyê ne.
Ji bilî Tirkiyeyê hewaya welatên weke Bosna-Hersek, Sirbistan, Makedonyaya Bakur, Romanya û Polonyayê gelekî qirêj e. Li van welatan nirxê PM2,5’an, gelekî ji 5 µg/m³ derbas bûye ku li gorî Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ev sînorê ewle ye.
Li gorî pisporan sedemên sereke yên qirêjiya hewayê Tirkiyeyê bikaranîna sotemeniya fosîl, trafîka zêde, emîsyonên pîşesaziyê û nizmbûna hewayê qirêj ya ji ber şert û mercên hewayî ne.
BES HEWAYÊ SÊ WELATAN WEKÎ STANDARTAN E
Her wiha raporê nîşan da ku di mijara hewaya paqij de li Ewropayê newekheviyên mezin hene. Bes hewaya sê welatan -Estonya, Îzlanda û Andorra- li gorî kalîteya hewayê ya WHO’yê ye. Hewayê herî paqij jî yê Fînlandiyayê ye.
Di rapora berbehs de ku li 43 welatan zêdetirî hewaya 2 hezar bajaran hate lêkolînkirin, hate diyarkirin ku li seranserê Ewropayê bes 104 bajar di bin sînorê hewayê ewle de mane. Ev tablo nîşan dide ku bi taybetî jîli welatên weke Tirkiyeyê qirêjbûna hewaya li ser tenduristiya însanan gefeke mezin e.

