Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî di salvegera 5’emîn a şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî de têkildarî jiyan û têkoşîna wî axivî ku di 6’ê Nîsana 2021’ê de şehîd bû.
Laleş Êzidî di destpêka axaftina xwe de di şexsê fermandar Nûreddîn Sofî de hemû hevalên şehîd bi bîr anî û got, “Em dikevin pêncemîn salvegera şehadeta heval Nûreddîn Sofî. Ji bo min şensekî pir mezin û nirxekî pir hêja bû ku min hevalê Nûreddîn Sofî di nav têkoşîna azadiyê de nas kir. Heval Nûreddîn Sofî di hevaltiya xwe de heya dawiyê dixwest her tim bi fikir û felsefeya ji Rêber Apo wergirtiye tevbigere û têkoşînê bi pêş bixe. Timî hewl dida dahûrandinên xwe yên li ser esasê Rastiya Rêbertiyê bi hevalan re parve bike.”
Laleş Êzîdî destnîşan kir ku fermandar Nûreddîn Sofî tenê ne fermandarê eniyên şer bû û ev anî ziman, “Di heman demê de fermandar û rêveberekî îdeolojîk jî bû. Lêgerînerê doza azadiya civakê bû. Hevalê Nûreddîn Sofî ji bo pêşxistina Şoreşa Rojava li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li giştî Rojhilata Navîn di nav hewldanên muezem de bû. Ji bo jiyaneke li ser bingehê xwişk û biratiyê ya çavkaniya xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digire kar û xebateke dîrokî dimeşand. Dema 2014’an çeteyên hov li hember gelên me li Rojava, Şengal û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kirin, heval Nûreddîn Sofî fermandarê eniyên şer bû.”
Laleş Êzidî bi dewamî got, “Heval Nûreddîn Sofî di wê pêvajoyê de hem ji gel hem jî ji şervanan re li hemû qadan civîn lidar dixist. Ji bo parastina nirx û rûmeta xwe divê em çi bikin, bi tehlîlên dîrokî, felsefî û civakî mirov serwext dikir. Di wê demê de di ragihandinê de hatibû weşandin ku ji Helebceyê hinek ciwanên Kurd tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûne û li hember gelê xwe şer dikin. Heval Nûreddîn Sofî di civînekê de têkildarî vê mijarê wiha digot, ‘Ji Helebceya şehîd dibe ku çend kesên xerab derketibin. Lê gelek hevalên me yên ji Helebceyê tevlî nav refên azadiyê bûne û hinek ji wan şehîd û birîndar jî bûne. Têkoşîna me ya azadiyê ji bo parastina nirx û kerametê ye.’”
Gazî Laleş Êzidî da xuyakirin ku di avakirina Akademiyên Eskerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de keda şehîd Nûreddîn Sofî pir li pêş bû û wiha axivî, “Di pêşxistina sîstema me ya xweparastinê de xwedî rolekî girîng bû. Di heman demê de ji bo rêxistinkirina civakê û gel jî bi eşq tevdigeriya. Ji bo mirov karibe di wê pêvajoyê de erk û berpirsiyartiya dikeve ser milên xwe bêteredut û bi zanebûn bîne cih têkoşîn dikir.”
Têkildarî nêzîkatiyên fermandar Nûreddîn Sofî yên ji bo gaziyan jî Laleş Êzidî ev tişt gotin, “Hevalê Nûreddîn Sofî ji hevalên gaziyan pir hez dikir. Ji bo gazî karibin di nav şoreşê de hê aktîftir bibin û di qada îdeolojîk de pêşengiyê ji hevalên xwe û civakê re bikin, xebateke mînak dikir. Hevalên gazî jî dema heval Nûreddîn didîtin û lê guhdarî dikirin, pir kêfxweş dibûn. Hevalê Nûreddîn Sofî ligel wan taybemendiyên xwe yên girîng, helbestvan û nivîskarekî bêhempa bû. Ji hunerê û pêşxistina wêjeyê pir hez dikir.”
Laleş Êzidî axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Heval û fermandarê me Nûreddîn Sofî bi têkoşîn, berxwedan û jiyana xwe bû sembola şoreşa Rojava. Em soz didin heya dawiyê di şopa heval Nûreddîn Sofî de bimeşin. Ji bo armanc û hêviyên tevahî şehîdên me bi serketinê tacîdar bibin weke şervanên fermandar Nûreddîn Sofî em ê bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin.”

