Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îşaret bi rewşa girtiyên jin ên nexweş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Sepanên li hember girtiyên nexweş tê kirin êşkence ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran: Li Kendava Hurmizê balafireke bêmirov a DYE’yê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana taloqkirina înfazê ya Newroz Bozkurt bêbersiv ma

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têgihiştina tekparêz û nîjadperest ên li dibîstanan li pêşiya çanda aştiyê asteng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak: Divê qanûna çarçoveyê tavilê bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 9 jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kirin, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê hiqûqa Amed, Mahabad, Hewlêr û Kobanê bê naskirin
Rojane

Bakirhan: Divê hiqûqa Amed, Mahabad, Hewlêr û Kobanê bê naskirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, ji bo xurtkirina demokrasiyê divê Tehran Mahabadê, Enqere Amedê, Bexda Hewlêrê û Şam jî Kobanê nas bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya heftena li Meclîsê pêk anî, li ser rojevê daxuyaniyên girîng da.

Bakirhan bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku di dema nû de şer ne tenê bi rengê leşkerî, di heman demê de wê li ser rêyên bazirganiyê û xetên derbasbûnê bê meşandin.

Tûncer Bakirhan di nirxandina xwe ya têkildarî şerê li Îranê de işaret bi “sê xetan” kir ku Rêber Apo beriya niha bal kişandibû ser wê û got, “Xeta destpêkê xeta Îsraîlê ye. Xeta duyemîn xeta bi serkêşiya Îngilistanê ye. Ev jî aqlê statukoparêz e ku li gorî hevsengiyê tevdigere. Xeta sêyemîn jî xeta jiyana hevpar û demokrasiyê ye. Yanî ew xet û têkoşîn e ku em di oxira wê de berdêlan didin. Ev jî ew aqil e ku civaka demokratîk dixwaze. Di serî de Îran niha li gelek deveran ev hersê xet li hemberî hev in.”

Bakirhan destnîşan kir ku weke DEM Partî ew li Rojhilata Navîn û Îranê xeta demokrasî û jiyana hevpar diparêzin.

Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku Kurd ne amûra hêzên herêmî û navneteweyî ye û anî ziman ku gelê Kurd li her welatên ku lê ne dixwazin pirsgirêka xwe bi paytextên wan welatan çareser bike.

Tûncer Bakirhan got, “Bi parçekirina Kurdan, bi nîşandana wan a bi rengekî cuda hûn nikarin bigihêjin cihekî. Em bi eşkere dibêjin. Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi paytextên welatên lê ne çareser bikin. Gelo em şaşitiyê dikin? Li Tirkiyeyê eger pirsgirêka me heye em dixwazin bi Enqereyê re çareser bikin. Li Iraqê Kurd dixwazin pirsgirêka xwe bi dewleta Iraqê re çareser bike. Wê bi kê re çareser bikin? Li Sûriyeyê eger pirsgirêk hebe muxatabekî xwe Kurd e, muxatabê din jî rêveberiya Sûriyeyê ye. Li Îranê Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi dewleta îranê re çareser bikin. Lê belê divê hurmet ji vê sekna Kurdan re bê nîşandan.”

Bakirhan diyar kir ku nêzîkatiya ku cudahiya “Kurdê baş-Kurdê nebaş” dike, siyaseta parçe bike-birêve bibe ye û ragihand ku ev ziman çareseriyê bi xwe re nîne, lê neçareseriyê bi xwe re tîne.

Bakirhan destnîşan kir ku welatên herêmê dema maf û hebûna Kurdan nas kirin, ev yek wê ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo wan welatan jî bibe gaveke xurt.

Bakirhan got, “Divê êdî dest ji statuko û neçareseriyê berdin. Eger Tehran mafê Mahabadê nas bike wê bi xwe jî xurt bibe. Şam eger Kobanê qebûl bike wê Sûriye xurt bibe. Bexda eger mafên Hewlêr, Silêmaniyeyê nas bike wê Iraq xurt bibe. Enqere eger hiqûqa Amedê nas bike wê xurt bibe, mezin bibe, demokratîk bibe. Bi vê perspektîfê hem welatên herêmê hem jî Kurd wê bi ser bikevin. Polîtîkaya bi ser bikeve, bi ser bixîne ev e.”

Bakirhan diyar kir ku Tirkiye di nava pêvajoya herî hêja û stratejîk a dîroka xwe ya 100 salî de ye û destnîşan kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bêyî derengxistinê divê bê pêşvebirin. Ji bo vê jî Tûncer Bakirhan xwest ku êdî gav bêne avêtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Agirî serdegirtina malan: 21 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li Moskowê 77’emîn Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Ji bo girtiya jin a Kurd Pexşan Ezîzî a ku cezayê darvekirina wê hat erêkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

13 polîsên ku Lokûmcû kuştin berat kirin

Danişîna Metîn Lokûmcû yê ku ji ber gaza îsotê ya polîsan jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistina Sara û Nivîsgeha Parastina Zarokan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Rêxistina Sara û Nivîsgeha Parastina Zarokan ya Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyeyekê êrişên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îşaret bi rewşa girtiyên jin ên nexweş hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Sepanên li hember girtiyên nexweş tê kirin êşkence ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran: Li Kendava Hurmizê balafireke bêmirov a DYE’yê hate xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serlêdana taloqkirina înfazê ya Newroz Bozkurt bêbersiv ma

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?