Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li navçeya Gemlîkê ya Bursayê bi dirûşma “Dema jinê, dema azadî û Rêbertiya azad e” meş li dar xist û piştre jî daxuyanî da. Gelek jinên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li bûn. Jinên pêşmalkên “Jin, jiyan, azadî” li xwe kirin, gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî, azadiya Rêbertî” berz kirin. Her wiha pankarta “Niha dema hevdîtina bi Rêbertiya azad re ye” hate hilgirtin. Piştî meşê, ji TJA’yê Ayla Akat Atayê metna hevpar xwend.
Ayla Akat Atayê, beriya xwendina metna hevpar axivî û got: “Gemlîk di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û di bîra gelê Kurd de xwedî cihek girîng e. Em îro giraniya vê yekê hîs dikin. Hevalên me yên bi rêgeza, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ canê xwe şewitandin, hevalên me yên di meşên ber bi Gemlîk û Îmraliyê de bedel dayîn re soza me heye. Em ji bo dengê xwe bilind bikin, li vir kombûne. Ji Amed, Şirnex, Wan, Mersîn, Îzmîr û Stenbolê em bi armanca aştiyê û dengê xwe bilind bikin hatin vir. Divê deriyên Îmraliyê ji hemû kesên aştiyê dixwazin re bê vekirin.”
KES NIKARE DIRÛŞMA ‘BÊ SEROK JIYAN NABE’ KRÎMÎNALÎZE BIKE
Bi domdarî Ayla Akat Atayê wiha got: “Em wekî TJA’yê banga aştiyê dikin. Em hewildanên pêşiya aştiyê digirin, şermezar dikin. Şevê din ketina me ya Gemlîkê hate qedexekirin. Lê em li vir in û dengê xwe bilind dikin. Em dê dengê aştiyê li her derê û bi her riyê bilind bikin. Li hemû derên kesên aştiyê dixwazin, em dê bibêjin, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’. Kes nikare bi krîmînalîzekirin, bi binçavkirin û zilmê bêdeng bike. Em dê têkoşînê bi her awayî bilind bikin.”
‘MEŞA ME BERDEAM DIKE’
Piştre jî Ayla Akat Atayê metna hevpar xwend. Metn wiha ye:
Tevgera Jinên Azad (TJA) di Cotmeha 2025’an de bi dirûşma ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş dabû destpêkirin. Em bi heman armancê îro cardin li Gemlîkê ne. Wê rojê em ji bo avakirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê meşiyan û îro bi vê kombûna li Gemlîkê ev meş bi hêz dayîn û hêz girtinê berdewam dike.
Îro li vir; wekî jinên ku ji lêgerîna heqîqet û berxwedana Amedê, ji xeta serhildan û azadiyê ya Botanê, ji ruhê têkoşîna bêsînor a Serhedê, ji çanda jiyana hevpar a gelan a Egeyê, ji tevna civakî ya pirnasnameyî û pirzimanî ya Marmarayê, ji keda berxwedêr a Anatolya Navîn, ji hafizeya hilberîn û piştevaniya Çukurovayê û ji Behra Reş hatine qeraxên aştiyê, em di vê meşê de digihîjin hev.
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK Û AŞTÎ PÊDIVIYEKE LEZGÎN E
Em wek TJA’yê bi vê pir rengî û pirdengiya xwe, di vê pêvajoya dîrokî de careke din li Gemlîkê gotina xwe dibêjin. Vîna xwe ya çareseriya demokratîk nîşan didin û hêviya aştiyê mezin dikin. Ev xeta têkoşînê, bi îdîaya Aştî û Civaka Demokratîk, riya çareseriyê ku bi armanca dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan re dibe yek, vîna çareseriyê ya jinan bi awayekî şênber datîne holê.
Îro li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurd, meseleya herî lezgîn û nikare bê taloqkirin e. Li ser vê bingehê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibata 2025’an de li Girava Îmraliyê hat kirin û gavên piştî wê hatin avêtin, derfeteke mezin pêşkêş dikin.
EM Ê TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ BI AŞTIYA CIVAKÎ TACÎDAR BIKIN
Weke TJA’yê em di ferqa wê de ne ku têkoşîna aştiyê wêrekî û biryardariyê dixwaze. Mezinkirina îdia û biryardariya me, têkoşîna avakirina jiyaneke azad û wekhev, ji duh xurttir e. Bi îdiaya ku qonaxa dawî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê bibe ronesansa jinan, em dê têkoşîna azadiya jinê bi aştiya civakî tacîdar bikin.
EM AZADIYA ABDULLAH OCALAN WEKÎ AZADIYA XWE DIBÎNIN
Îro hemû jin, di serî de jinên Kurd ên ku encamên polîtîkayên şer di asta herî jor de dijîn, azadiya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan ku vîna aştiyê nîşan daye, wekî azadiya xwe dibînin. Divê were zanîn ku hêza pêşeng a vîna dê dawî li vê pergala şer, rant û talanê mezin dike, bîne em in. Li dijî hemû hêzên ku dixwazin li pêşiya rêya aştî, edalet û azadiyê astengiyan derxin, em carek din bi bîr dixin ku di ser bangawaziya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk re salek, mehek û 23 roj derbas bûn.
PEYAMA MILYONAN ÇARESERÎ BÛ
Di vê demê de, di serî de gelên Kurdistanê, gelên Tirkiye û cîhanê piştgiriyeke xurt dan Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Ji ber ku Meclis di vê pêvajoyê de di aliyê avakirina hiqûqa aştiyê li gorî pêwistiyê çalak nebûye, helwestek nezelal nîşan daye, dem dirêj kiriye û gavên pêwest neavêtine, di nav civakê de li dijî pêvajoyê bêbaweriyek heye. Lê vîna çareseriyê û hêviya aştiyê her tim zindî hate girtin. Nexasim di 8ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê de milyonan qad dagirtine û peyama çareseriya demokratîk û aştiyê bi awayekî zelal nîşanî hemû otorîteyên berpirsiyar û biryardar dane.
DIVÊ PÊVAO BI LEZGÎNÎ DERBASÎ QONAXA DUYEMÎN BIBE
Niha divê pêvajo bi lezgînî derbasî qonaxa duyemîn bibe. Lê ji bo birêvebirineke bi rêk û pêk a pêvajoyê û derbasbûna qonaxa duyemîn pêwistî bi dabînkirina şert û mercên muzakereyê yên bêkêmasî heye. Riya encamgirtina muzakereyan jî ew e ku alî di nav mîsogeriya hawirdoreke wekhev, azad û ewle de tevlî pêvajoyê bibin.
DIVÊ ŞERTÊN AZADIYÊ YÊN ABDULLAH OCALAN BÊN DABÎNKIRIN
Lê heta îro ev prensîba bingehîn a muzakereyê nehatiye pêkanîn. Muzakarevanê sereke Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, wekhevîparêz û azadîxwaz a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya mayînde, xebatên xwe bêyî ku şert û mercên jiyana azad û ragihandinê werin dabînkirin, dimeşîne.
SERMUZAKEREVAN Û MUXATAB ABDULLAH OCALAN E
Di van şert û mercan de serketina pêvajoyê û pêşveçûna wê ne pêkan e. Li ser bingeha muhatabtiya ku bi vîn û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd şêwe girtiye, Birêz Abdullah Ocalan muxatabê resen û muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye.”
Piştî xwendina metnê, girseyê bênavber dirûşmên “Mafê hêviyê mafê gelan e”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir û daxuyanî bi dirûşm, tililî û çepikan bi dawî bû.

