Daristan têne şewitandin, dar têne birîn, çiya bi dînamîtan têne teqandin û çem têne ziwakirin. Rejîma AKP’ê cihêrengiya biyo û ekosîstemê ji sermayedaran re dike qurban. Li gelek bajarên weke Gîresûn, Gumuşhane, Ordû, Rîze, Samsûn, Sînop, Aydin û Îzmîrê qadên ji hezaran hektarî pêşkêşî îhaleyên maden, petrol, JES û HES’ê têne kirin. Bi taybetî hilweşîna ku di mehên destpêkê yên sala 2026’an de zêde bûn radixin pêş çavan ku dewlet û şîrketên alîgirê desthilatdariyê bi hev re dixebitin û çav berdane dewlemendiyên binê erdê yên li her herêmê.
Şewata li daristanan ên di navbera mehên Tîrmeh-Tebaxê yên sala 2021’an hatin derxistin, destdanîna li ser qadên madenê bi destê Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê (MAPEG)) û pêvajoya bi raporên Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) hate amadekirin, welêt ber bi qirkirineke mezin a ekolojîk, krîza aboriyê û hilweşîna civakî ve dibe.
Di îhaleyên madenê de ku MAPEG’ê ji destpêka sala 2023’an heta dawiya sala 2025’an pêşkêş kir, bi sedan cih radestî şîrketên petrol û madenê hatin kirin. Îhaleyên madenê rekor şikand û bi hezaran proje ji ÇED’ê hatin derxistinkirin. Hemû îhale jî radestî van şîrketên rantxur hatin kirin: Di serî de Alagoz Maden a Parlamenterê Îdirê yê AKP’ê Canturk Alagoz, Etî Bakir a Cengîz Holdîngê, Lîdya Madencîlîk a Çalik Holdîngê, Şîrketa Anonîm Hilberîn a BNP, Şîrketa Endezyariya Înşaeta Zemînê ya Karadenîzê, Lîder Bentonît Madencîlîk, Petsan Bentonît Madencîlîk û Safî Galata Madencîlîk.
LI DERYA REŞ HES, OCAXÊN KEVIR Û QADÊN MADENÊ
Li Derya Reş ku bi avaniya xwe ya cografî û çavkaniyên xwe yên enerjiya xwezayî bala dewletê dikişîne, hilweşîna herî mezin bi rêya Santralên Hîdroelektrîk (HES) têne kirin. Ji ber ku HES ava li çavkaniyan hemûyî bi kar tîne, cihokên ji geliyan mehên havînê bi temamî ziwa dikin û hevsengiya ekolojîk xera dike. Her wiha rêgeh û herikîna xwezayî ya çem diguherîne, kalîteya avê xera dike. Ji ber ku rêjeya avê kêm dike, ji mîkrorganîzmayan heta bi masiyan zindiyên li nava avê, her wiha heywanên li bejahiyê û zeviyên çandiniyê bi rengekî neyînî bandorê jê dibînin, nifşê hin cûreyan tine dibe. Tê gotin, li Derya Derş zêdeyî 250 HES hene û salên dawî ocaxên kevir û qadên madenê jî lê zêde bûn.
HES bi giranî li Gîresûn, Trabzon, Rîze û Ordûyê, ocaxên kevir jî li Gîresûn, Ordû û Samsûnê têne avakirin. Li gorî daneyên Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) li Gîresûnê 45 HES ên çalak hene, her wiha ji bo projeyên nû yên HES’ê jî hewldan tênekirin.
Di serî de gundê Seku yê Tîrebolûyê, karên madenê yên li qadeke berfireh a li navçeyên Derlî, Gorele û Çanakçiyê hate destpêkirin, bû sedema nerazîbûna rêxistinên hawirdorê û gundiyan. Kş bajêr her wiha zozanên weke Kartepe, Dûman, Kulluk, Çakirgol û Dereyûrtê pêşkêşî şîrketên mezin hatin kirin.
Li aliyê din li bajarên Ordû, Rîze, Samsûn û Sînopê qada ji hezaran hektarî bi îhaleyên 9’ê Nîsanê re di serî de Etî Bakir pêşkêşî şîrketên alîgir hate kirin. Li navçeya Kure ya Kastamoniyê jî îhaleya madena sifir radestî Etî Bakirê hate kirin.
HILWEŞÎNA LI EGEYÊ HÎN ŞÊNBER E
Li Herêma Egeyê ji salên 2020’î û pê ve ji ber şewata ku demsala havînê li nêzî wargehan û derdora peravê hatin derxistin û bi îdîaya “balafira vemirandina şewatê nîne” nehatin vemirand, qadên berfireh şewitîn û piştre jî pêşkêşî avadaniyê hate kirin. Qadên nehatin şewitandin jî weke li Derya Reş bi raporên ÇED’ê têne talankirin. Otel û vîlayên luks lê têne çêkirin, ji bo ocaxên komirê û madenê zeviyên gel têne desteserkirin, çavkaniyên debarê têne dizîn û kesên li ber xwe didin têne girtin.
Ji madena zêr a Bergamayê heta bi ocaxên komirê û santralên termîk ên li Akbelenê, ji Sanralên Enerjiya Ba (RES) a li Karabûrûnê heta bi Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a li Aydinê li gelek herêman li Îzmîrê qirkirineke ekolojîk tê kirin.
Herêma Matmos a li navçeya Soke ya Aydinê weke bihuşteke zeytûnan û fistikên çam tê naskirin. Lê belê ji sala 2004’an û vir ve ji ber madenkariya şîrketên Kale û Kormedê ji aliyê ekolojîk ve tê qirkirin.
BERXWEDANA LI AKBELENÊ
Li navçeya Mîlas a Mûglayê, li Daristana Akbelenê ya li Îkîzkoyê li dijî birîna daran a ji bo berfirehkirina qada madenê gelê herêmê ji sala 2019’an û vir ve têdikoşe. Daristana li qadeke berireh ji 740 hektarî pêk tê û malovaniyê ji gelek cûreyên daran ên weke çam, berû, kestane û çinarê re dike. Li vê derê zêdeyî 200 cûreyên nebat, zêdeyî 100 cûreyên çivîk û zêdeyî 30 cûreyên heywanan dimînin. Li gorî pisporan tinekirina daristanê wê ne tenê birîna daran be, her wiha wê ekosîstemê bi temamî ji holê rake, ava ser û binê erdê gemarî bike, guherîna avhewayê mezintir bike û gefê li tenduristiya mirovan bixwe.
ŞEWATA DARISTANAN A NAYÊ VEMIRANDIN
Her destpêka demsala havînê li seranserê welêt li gelek deveran agir bi daristanan dikeve. Hin ji wan tê vemirandin, lê dest li hin ji wan nayê werdan. Venemirandina şewatê û belavbûna li qadên nû nîşan dide ku qirkirineke ekolojîk a bi zanebûn tê kirin. Bi taybetî di Hezîran, Tîrmeh û Tebaxa 2021’ê de li hemberî şewata li daristanan ti tedbîr nehate wergirtin. Her wiha daxuyaniya bi gotina, “Balafirên vemirandina şewatê bi têrkerî nîne” a dewletê, nîşan dide ku xemsariyeke mezin heye.
Li Tirkiyeyê di navbera salên 2011-2020’î de salane 9 hezar hektar qada daristanî, di sala 2021’ê de jî 139 hezar hektar qada daristanî şewitî.
Ji sala 2021’ê û vir ve jî şewata herî mezin sala derbasbûyî meha havînê rû da. Li navçeyên Alîaga, Seferîhîsar, Çeşme û Bûca yên Îzmîrê qadek ji 27 hezar hektarî şewitî. Şewat piştre li Mûgla, Stenbol, Hatay û Antalyayê jî belav bû. Ji ber şewatê xisareke mayinde li cihêrengiya biyo bû.

