Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koçak: Konseya Ewropayê bi tevahî bibe cihê nîqaşê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên wan ên di Newrozê de wekî sûc hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirxûsê leşkeran êrîşî protestoya GES’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD û OHD: Di girtîgehên Edeneyê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Eger gav neyê avêtin, wê helwestên provokatîf pêş bikevin
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Eger gav neyê avêtin, wê helwestên provokatîf pêş bikevin

Tulay Hatîmgullari diyar kir ku desthilatdarî têkildarî aştiyê di nava helwesteke tirsonek û mijûlkirinê de ye û hişyarî da ku eger di pêvajoya aştiyê de desthilatdarî neavêje, wê helwestên provokatîf pêş bikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî û bal kişand ser geşedanên di rojevê de ne. Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî endam û rêveberên partiyên çepgir û rojnamegerên ku îro li Stenbolê hatin binçavkirin da û got: “Li dijî partiyên ku pêkhateyên me ne, operasyonên çewisandinê berdewam dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Di vê pêvajoya ku em qala aştiyê dikin de operasyonên bi vî rengî nayên qebûlkirin û ne li gor ruhê vê pêvajoyê ne. Em li vir careke din dibêjin; 1ê Gulanê û daxwazên karker û bindestan nikarin bên astengkirin. Divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”

Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser mitîngên li dijî talankirina xwezayê yên li Gimgim û Kanîreşê hatin lidarxistin û got: “Esra Işik a ku ji bo parastina xwezayê hatiye girtin divê demildest bê berdan. Em berxwedana gelê Gimgimê ya ji bo xwezaya wan silav dikin û dibêjin heta dawiya em li kêleka têkoşîna we ne.”

Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku bi hezaran karker li ser kar ji ber xemsariya patronan jiyana xwe ji dest didin û ev yek anî ziman: “Patron û dewlet mafên jiyanî yên karkeran mîsoger nakin, ewlehiya wan pêk naynin û ji ber wê jî karker li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Mirina karkeran ne hejmareke li ser îstatîstîkan e. Ev mirin ne qeza ne, cînayet bi xwe ne. Em ê li dijî kedxwariya li ser karkeran heta dawiyê li kêleka karkeran bin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Karker li dijî zilm, xîzanî û mirinê ji bo daxwazên xwe li kolanan in. Karkerên madenê yên Dorukê ji bo heqdestê xwe di grava birçîbûnê de ne. Karker dibêjin heta ev hemû heqê xwe bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin. Karker ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne. Tên binçavkirin, rastî êrişa û zextên polîsan tên. Divê ne karker, divê patronên ku heqê karkeran dixwin werin binçavkirin. Karker bertek nîşanî Yildiz Holdîngê didin ku heqê karkeran nade wan. Em jî bang li wan dikin ku demildest heqê karkeran bidin. Di 23’yê Nîsanê de zarokên karkerên madenê li şûna biçin dibistanê hatin çalakiya greva birçîbûnê. Ji aliyê din ve jî gelek zarok di vê pergalê de bûne karker. Em jî li vir dibêjin; ne zarokên karkerên madenê û ne jî zarokên ku kirine karker, ne bi tenê ne. Em ê pergaleke ku wekhevî û azadiyê pêk tîne û zarok bikaribin lê bijîn bi hev re ava bikin.”

Tulay Hatîmogullariyê anî ziman ku ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê berê sermayedar û desthilatê ketiye hev û wiha axivî: “Weke ku rojnameya Yenîşafakê Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek sûcdar dike lê em jî dibêjin hûn hemû hevkarê vê rewşê ne. Em ne li aliyên we ne em li aliyê karkeran in.”

Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser rêya di navbera Colemêrg û Wanê de ku di lehiyê de hilweşiya bû û 18 roj in girtî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê sedsalê de têkiliya Colemêrgê bi dinyayê re hatiye qutkirin. Heke ew der bajarekî rojavayê Tirkiyeyê bûya dê demildest bihata çêkirin. Lê rayedarên dewletê bêdeng in. Welatiyên Colemêrgê ji bo nexweşxaneyê diçin Wanê. Lê ji ber ku ev rê nehatiyê çêkirin welatî nikarinê biçin nexweşxaneyê. Em rê nadin ku di xizmetên civakî de cihêkarî were kirin. Divê desthilat dev jî vê cihêkariyê berde û vê rêyê çêke. Em ji gelê xwe yê Colemêrgê re dibêjin; bi selametî be û çalakiya hêzên ked û demokrasiyê yên Wanê ku ji bo çêkirina rê li dar dixin jî silav dikin.”

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku avakirina Lîjneyeke Ronîkirina Bûyerên Faîl Nediyar girîng e û wiha got: “Dosyeyên weke dosyeya Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kiymaz û gelek bûyerên bi vî rengî divê bên ronîkirin. Lê divê bi vê yekê re sînorkirî nemînin. Hemû kesên di bûyerên faîl nediyar de ku di salên 90’î de hatin windakirin, dosyeyên weke ya Mehmet Sîncar, Hirant Dînk, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û hemû bûyerên din bên ronîkirin û winda bên dîtin. Dayikên Aştiyê bi salane ji bo zarok û xizmên xwe yên bi awayekî faîl nediyar hatine qetilkirin di çalakiyê de ne. Çi dibe bila bibe divê ev yek bê ronîkirin. Dosyeya Gulistan Doku careke din şaştiya sepana qeyiman nîşan da. Qeyimê Dersimê niha ji ber bûyera qetilkirina Gulistan Doku tê darizandin. Her wiha qeyimê Xelfetiyê Şeref Albayrak hate girtin. Hinek din bê lêkolînkirin gelek bûyerên bi vî rengî dê derbikevin holê. Weke DEM Partî em dibêjin; Divê di bin banê Meclîsê de divê lêkolîn bê kirin û heqîqet derkeve holê. Divê komîsyona lîkolînê û heqîqetê hemû bûyerên faîl nediyar werin ronîkirin. Ji bo aştiyeke civakî bûyerên faîl nediyar ronî bikin. Bêdengî hevkariya sûc e. Em tu car nebûn hevkarê sûcên we û em ê nebin jî. Bila bûyerên faîl nediyar bên ronîkirin.”

Tulay Hatîmogullariyê bi lêv kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk rêyeke nû li ber Tirkiyeyê danî û vekir û wiha got: “Pêvajoyên pevçûnê û çareseriyê ku demeke dirêje dom dike, di vê pêvajoyê de PKK’ê di serî de xwe fesix kir û pêvajoya şer bi dawî kir. Ji bo aştiyê hewcedarî bi gavên hiqûqî heye. Divê her tişt li ser zemînek hiqûqî pêk were. Lê desthilat di rewşeke wisa de bi helwesteke tirsonek û ku pêvajoyê bi derengî dixîne radibe. Heke gav neyên avêtin destê kesên li dijî pêvajoyê ne xurt dibe. Em ji desthilatê re dibêjin; hûn ew kesên aştiyê naxwazin nabînin ku çawa ji bo gav neavêtina we kêfxweş in û dibêjin pêvajo xitimî ye. Geşedanên li Rojhilata Navîn li holê ne. Di nav van geşedanan de aştî pêwistiyeke mezin e. Divê desthilat dev jî tespît û teyîtê berde û ji bo çêkirina qanûnan gav biavêje. Divê gav bên avêtin ku li vî welatî aştiyeke bi rûmet pêk were. Çi dibe bila bibe em ê bi civakê re aştiyê bi rêxistin bikin. Li vê erdnîgariyê teqez wê aştî bi ser bikeve. Ji bo me aştî ne mijara bazarê ye, mijara rumetê ye. Bi banga birêz Abdullah Ocalan re PKK’ê dev jî têkoşîna çekdarî berda û dixwaze tevlî siyaseta demokratîk bibe. Gelo wê hê çi bikin? Bi salan gotin bila çek berdin û bila tevlî siyasetê bibin. Niha li benda çi ne? Çêkirina qanûnan dê bibe bingeha Komareke Demokratîk. Firseteke dîrokî li pêşiya me ye. Divê ev firsend neyê berhewakirin. Baweriya me bi aştiyeke bi rûmet heye. Em ê ji bo aştiyeke bi rûmet xebatên xwe bidomînin. Ji bo ev pêvajo bi awayekî serkêftî bigihîje encamê weke DEM Partiyê çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê heta hetayê vî barî hildin ser milê xwe.”

Tulay Hatîmogullariyê di dawiya axaftina xwe de der barê 1’ê Gulana Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê de karkerên hatibûn komcivîna DEM Partiyê silav kir û diyar kir ku ew ê daxwazên karkeran li parlamento û kolanan bînin ziman û got ku ew dê di 1’ê Gulanê de li qadan daxwazên xwe bînin ziman.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê êşkence li 3 birayan hate kirin: ‘Berpisyar divê bên cezakirin’
Nûçeya Pişt re Komkujiya Roboskiyê di meha 172’an de ye: Rêya edaletê wê ji Roboskiyê derbas bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûdanê krîz mezin dibe: Li Kampekê 400 hezar kes ji cih warên xwe bûn

Li Sûdanê ji ber şerê du salan ê di navbera artêş û hêzên paramîlîter de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi qewimî?

Di encama êrîşên hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Di lêpirsîna têkildarî kuştina Hakan Tosûn de dikandarek hate binçavkirin

Di lêpirsîna têkildarî kuştina rojnamevan û aktîvîst Hakan Tosûn de dikandarek hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koçak: Konseya Ewropayê bi tevahî bibe cihê nîqaşê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Stranên wan ên di Newrozê de wekî sûc hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?